'Em ê wekî tevgera çand û hunerê gefên dewleta tirk pûç û vala bihêlin' 2022-08-11 09:03:31   Yara Kendeş   KOBANÊ - Endama Çand û Hunerê ya Baqî Xido, Leyla Ehmed a li Rojavayê Kurdistanê di nava xebatên çand û hunerî de cihê xwe digire li dijî êrişên dewleta tirk bertekên xwe nîşan da û got:"Em ê wekî tevgera çand û hunerê gefên dewleta tirk pûç û vala bihêlin."   Li dijî êrişên dewleta tirk li Herêma Rojavayê Kurdistanê, Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Herêma Firatê bi dirûşma "Bi deng û hunera xwe em ê dagirkeriyê têk bibin û welatekî bedew ava bikin" bernameyeke çalakiyan li dar xist. Di roja yekemîn de li Parka 19'ê Tîrmehê Koma Botan beşek ji stranên şoreşê got. Paşê di roja dûyemin de li Kolana Şehîd Moro belgefîlm li ser Berxwedana têkoşerên azadiyê, hate pêşkêşkirin. Her wiha di roja sêyemîn de jî li ber ava Firatê ya Qereqozaq a ku dikeve Başûrê Rojavayê Kantona Kobanê çalakî hat lidarxistin. Li Baxçeyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyeke hunerî hat lidarxistin. Ev çalaki dê berdewam bike û dê li hemû kolan û taxên Kantona Kobanê bê kirin.    Endama Çand û Hûnerê ya Baqî Xido, Leyla Ehmed ku di vê bernameyê de cihê xwe digire têkildarî mijarê axivî   'Jinên şoreşê diparêzin, dibin hedef'   Endama Çand û Hunerê ya Baqî Xido, Leyla Ehmed ku di vê bernameyê de cihê xwe digire, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew weke Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê êrîşan şermezar dikin û wiha got: "Ev dewleta dagirker dixwaze bi rêya êrişan, komkujiyan pêk bîne û jinên pêşengiya şoreşê dikin, bike hedef. We dît, di demek pêş de cangoriyên azadiyê yên ku pêşengtiya civakan û neteweyan dikin, Hebûn, Zehra, Yadê Emîne ku dayika zarokan bû, kire hedefa xwe. Yên weke Dilar, Ronahî, Cîhan û Kobanî hedef girtin. Dewleta tirk bi vî rengî her tim dubare jinên leheng dike armanca xwe. Ew jinên ku ji bo azadiya jinan dilê wan lê dida, jinên ku ev şoreş bi rihekî zindî parast, di nava top û baranan de têkoşîn kirine. Dewleta tirk dixwaze jinên bi rihê şoreşê tev digerin û heta dawî parastine, lawaz bike. Lê ew ê bi ser nekeve."   'Em ê bi rêya hunera xwe li berxwe bidin'   Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê ku dewleta tirk ji bîr û baweriya jinê bi tirs e û wiha pê de çû:"Çawa ku DAIŞ'ê hesab û xem ji hêza jinê dikir, dewleta tirk jî eynî vî hesabî dike. Ji ber vê jî DAIŞ û Osmanî yek in, li ser yek armancê jî dimeşin. Ji ber vê jî em hewl didin bi rihê hunera xwe, bi rihê hunera Tevgera Mezopotamyayê li ber xwe bidin. Em ne tenê çekê hilbigirin em bi hunera xwe jî li berxwe bidin. Em ê bi rêya hunera xwe, bersiva dijminatiya dewleta tirk û hevalbendên wê bidin. Em tim li ser diaxivin ku em ê wekî tevgera çand û hunerê çawa karibin bi rêya helbest, awaz, wêne, stranên berxwedanê xwe rave bikin û hebûna xwe dewam bikin."   'Em ê wekî tevgera çand û hunerê gefên dewleta tirk pûç û vala bihêlin'   Leylayê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em ê her dem êrîşên dewleta tirk, vala derbixin. Ev herêm kolan bi kolan bi xwîna cangoriyan hatiye avakirin. Em bi rêya şanoya xwe, ji tevahiya cîhanê re 'lîstokên' dewleta Osmanî pêşkêşî gel bikin. Em ê wekî tevgera çand û hunerê gefên dewleta tirk pûç û vala bihêlin. Em ji dewleta tirk re dibêjin parêzvanên me hene, yên ku ji bo hebûn û rûmetê şer dikin û sînga xwe li ber top û bombeyan vekirine. Em ê heta kêliya dawiyê bi saya fikir û ramanên Rêberê gelan bimeşin."