Nivîskar Mizgîn Ronak a 30 sal in girtîbû hat tehliyekirin 2022-08-10 18:14:45     KOCAELÎ - Nivîskar Mizgîn Ronak a 30 sal in girtîbû hat tehliyekirin. Mizginê azadiya xwe diyarî kesên têkoşer, kir.    Nivîskar Mizgîn Ronak a 30 sal in girtîbû ji Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê, hat tehliyekirin. Di sala 1992'yan de hîn 19 salî bû li Amedê li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin û bi iddiaya "endamtiye rêxistinê" 30 sal ceza lê hat birîn. Mizginê jina duyem a 30 sal şûnde hat berdan e.    Tedawiya pençeşêra memikan dibîne   Mizginê ya li girtîgehên Êlih, Sêwas, Mêrdîn, Elbistan, Çewlig û Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê ma gelek caran ket greva birçîbûnê. Tansiyonê bilind ê Mizginê heye, nerehetiya wê ya gurçikan heye û emeliyeta guatirê derbas kiriye. Her wiha tedawiya pençeşêra memikan dibîne.   Bi çepik û kulîlkan hat pêşwazîkirin    Malbata Mizginê, rêveberên MATUHAY-DER'ê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê digirin Mizginê pêşwazî kirin. Mizginê bi çepik û kulîlkan hat pêşwazîkirin.    Azadiya xwe diyarî kesên têkoşer kir   Mizginê ya li ber girtîgehê axaftineke kurt kir azadiya xwe diyarî kesên têkoşer kir. Mizginê got:"Her hevalekî me heta di girtîgehê de bin azadî ne azadî ye. Em dixwazin her hevalên me serbest bên berdan."   Mizgina ku bi malbata xwe ji ber girtîgehê veqetiya wê sibehê were memleketê xwe Amedê.