Têkoşîna du salan: Tehdîd, îşkence û lêpirsîn 2022-08-10 09:05:29     Oznur Deger   ENQERE - Çagdaş Şenyuz bi wesayîtê li Umut Gunduz ê sporîstên bîsîkletê bû xist û Umut jiyana xwe ji dest da. Dayika Umut Asuman Gunduz du sale têdikoşe û di vê pêvajoyê de bi şîdet, tehîd û îşkencê re rûbirû ma. Herî dawî ji ber ku ji gumanbar re gotiye "kujer" lêpirsîn lê hat vekirin. Asumanê got cezayê nadin kujer didin wan.   Li Enqereyê di 15’ê tîrmeha 2020’an de Çagdaş Şenyuz bi wesayîta xwe li sporîstê bîsîkletê Umut Gunduz xist û di encamê de Umut yê 19 salî jiyan axwe ji dest da. Gumanbar Çagdaş Şenyuz ku bi alkol wesayît bikaranî bû, 4 mehan girtî ma û di runiştina 27’ê Kanûna 2021’ê ya 57’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Enqereyê de 4 sal û 5 meh û 10 ceza lê hat birîn û ji ber rewşa baş jî nehat girtin. Dayika Umut Asuman Gunduz ku du sale têdikoşe der barê wê de bi hinceta gotiye kujer lêpirsîn hat destpêkirin.   Me bi Asumanê re der barê pêvajoyê de hevdîtinek kir. Asumanê pêvajoya ku du sal in dijîn vegot. Dayik Asuman û bav Menderes ku piştî kurê xwe biryar didin bi malbatên li edeletê digerin re tên gel hev, sala borî li 22 bajaran digerin û bi 32 malbatî re tên gel hev. Diçin serdana malbata Şenyaşar û Denîz Poyraz û têkoşîna xwe dikin yek.    ‘Edelet pêk nehat’   Asumanê diyar kir ku di têkoşîna du salan de bi gelek pêkanînan re hatine rû hev û wiha got: “Îro bû 750 roj min kurê xwe da axê. Dema agahî hat min bawer nekir. Gotin ‘Çagdaş Şenyuz ê bi alkol kurê te kuştiye’. Me got edelet heye. Lê em mexdurên edeletê ne. Edeletê em nedîtin. Em bi sporîstên bîsîkletê re hatin gel hev. 18 roj piştî mirina Umut em gereke bisîkletê ya mezin hat kirin. Hemû hevalên wî hatibûn. Her yek parçeyekî Umut bûn.”   Ji darazê edelet nehat   Asumanê daxuyakirin ku gumanbar 4 mehan girtî maye û piştre hatiye berdan û wiha bi lêv kir: “Ev ji bo me êşa duyem bû. Gelo çawa dibe ku kesê kurê min kuştiye dibe mexdur û tê berdan. Me kujer di runiştina yekem de dît. Gelek rehet bû. Di rûniştina yekem de tişta me dipayî pêk nehat. Ne dadger ne dozger. Me fêm kir ku em wisa nikarin rûnin. Bi vî awayî em tevli gera edelete bûn. Em navbera 1’ê tebax û 1’ê îlonê de li 22 bajarana geriyan û bi malbatên ku zarokên xwe winda kirine re hatin gel hev. Hevdîtina me ya yekem bi Emîne Şenyaşar re bû. Wan jî wek me edelet dixwest. Hîna jî li edeletê digerin. Em çûn cem dayika Alî Îsmaîl Korkmaz, Emelê. Em çûn cem gelek malbatan. Ji ber êşa me yek bû.   ‘Navê Umut li her derê ye’   Asumanê destnîşan kir ku li Sîlîvriyê li ser navê Umut daristanek ku 7 hezar da lê hene, hatiye avakirin û got: “Me got Sîlîvrî dure em ê çawa biçin. Piştre me dît ku her der ji hev dûr e. Dema êş û têkoşîn wekhev bin mirov dikarin biçin her derê. Darên me yên biçûk niha mezin bûn. Navê Umut niha li her derê ye.”   Asumanê pêvajoya darizandinê jî wiha vegot: “Em ketin runiştina biryarê biryar hema hat xwendin. Cezayekî wek xelat dan gumanbar. Ji rewşa baş biryara berdanê dan. Em vê qebûl nakin. Ev mirov wê li derve bigere.  Me di duyemîn salvegera qetilkirina Umut de di 15’ê Tîrmehê de xwest li Kizilayê li Kolana Yuksel li ber Abîdeya Mafê Mirovan daxuyaniyekê bidin. Lê polîsan êrîş kir. Em tehdîd kirin. Polîsan bi rojan berê gotibûn neyên wir hunê bên binçavkirin. Lê me israr kir. Ev mafê me bû. Lê polîsan wê rojê dora me girtin. Nehiştin kes bên gel me.”   Lê lêpirsîn hat destpêkirin   Asumanê her wiha daxuyand ku ji ber ku li ser çapemeniya civakî der baêrê guman de gotiye ‘kujer’ lêpirsîn hatiye vekirin û got: “Kurê min 750 roje di bin axê de ye. Çima tune. Ji ber vî kujerê. Bi alkol bû wesayît bil ez bikar dianî. Li kurê min xist û reviya. Wekê tiştek tuneye diçe mala xwe radizê. Kujer ev e, lê kî ye?  Em jin bibin yek wê ev cîhan ev pergal biguhere. Ji hêza jinê ditirsin. Divê jin bi hev re bêjin edelet.”