Di mîtînga Amedê de peyama 'Azadî bi azadiya Abdullah Ocalan dibe' 2022-08-10 09:04:27     Rojda Aydin    AMED - Di mîtînga HDP'ê ya “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” de jin peyamenên xwe yên derbarê tecrîdê de bi zelalî anîn ziman û gotin: "Tekanê rêya çareseriya pirsgirêka kurd bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e. Ji bo azadiyê jî divê têkoşîneke hevpar bê dayîn."    Di 6'ê têbaxê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîngek li dar xist. Beşdarvanên mîtîngê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û azadiya fizîkî daxwaz kirin. Jinên ku tevlî mîtîngê bûn hest û ramanê xwe wiha anîn ziman    ‘Li dijî tecrîdê rabin ser piyan'    Heznigul Kavak, da zanîn ku ji bo jiyaneke azad divê tecrît bê rakirin û got: “Tecrîd îro ne tenê li hemberî Serok tê meşandin. Ev tecrît li hemû girtîgehan derbasdar e. Îro gelek girtî ji ber zilmê di grevên birçîbûnê de ne. Ev bi sala ne em daxwaza azadî, aştî û wekheviyê dikin. Piştî tecrît giran bû li Kurdistanê şer kûr bû. Em naxwazin ne gerîla û ne jî leşker jiyana xwe ji dest bidin. Em êdî jiyanek aştiyane dixwazin. Bila ev şer bi dawî bibe. Gelo derdê hikûmetê çi ye, çima vê zilmê li me dik? Ger ku tecrît rabe serok dikare vî şerê bi dawî bike. Tenê Serok dikare çareseriyê bîne. Îro gelek girtiyên nexweş henê û Aysel Tugluk jî di nav de ye. Ji bo şikandina tecrîdê divê dayik di serî de Gelê Kurd rabe ser piyan.”   ‘Bila rêya Îmraliyê vebe'    Lamia Ayaz, destnîşan kir ku bi salane hevdîtin bi Abdullah Ocalan re nayê kirin û ji rewşa heyî bi fikar in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê tecrîdê bişkînin û Serok azad bikin. Wekî ku em her carê dibêjin bijî kurd û Kurdistan. Dewleta tirk çi ji kurdan dixwaze? Me li mitîngê bang li dewletê kir ku vê tecrîdê bişkînin. Mirovê ku misilman be vê tecrîda giran û vê şerê nedikir. Tenê girtiyên me bernadin. Ev tişt nayê qebûlkirin. Em ji tenduristiya Serok bifikarin. Heta Serok azad nebe em jî nasekinin. Îro ev tecrît li ser Gelê Kurd tê meşandin. Dewlet bi tecrîdê zilmê li me dike. Li herçar parçeyê Kurdistanê îro şerek dijwar heye. Bila rêya Îmraliyê vebe, parêzer û malbata wî biçin hevdîtinê.”       ‘Kurd piştevaniya serokê xwe dike'    Jina ku nexwest navê xwe bide, tecrîda ku hatiye girankirin şermezar kir û wiha axivî: “Tecrîd bandorê li Gelê Kurd û cîhanê dike. Heta kurdek jî hebe dê li ser şopa Serokê xwe be. Serok ne bi tenê ye. Li çar parçeyê Kurdistanê bi mîlyonan kurd piştevaniya Serokê xwe dikin. Em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe tecrîdê bişkînin û Serok azad bikin. Em azadî û aştiyê dixwazin. Ger ku tecrîd rabe dê pirsgirêka kurd û şerê li  Kurdistanê jî çareser bibe. Banga me ji hikûmetê ew e ku dev ji vê sûcê mirovahiyê berdin"   ‘Azadî bi azadiya Serok pêkan e'    Gurbet Aytar jî azadiya Abdullah Ocalan xwest û ev tişt anî ziman: "Hikûmet bi girankirina tecrîdê re zilmê li me dike. Bila ev zilm bi dawî bibe. Em tenê azadiya Serokê xwe dixwazin. Em ê li çar aliyê Kurdistanê bi ser kevin û tecrîdê bişkînin. Divê îro gelê me ji bo Serok dakevin li qadan û li ber xwe bidin. Em şer û kuştinê naxwazin. Em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Ev jî bi Serok re pêkan e. Bila deriyê Îmraliyê vekin û parêzer biçin hevdîtinê. Em bi saya Serok ziman, nasname û hebûna xwe nas kir.”   ‘Divê hevdîtin pêk bê'    Rabîa Ataş jî bi lêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi temamî li ser 40 mîlyon kurdan tê meşandin û got: “Ger ku tecrîda li ser Serok rabûya dê li ser zarokên me yên ku zindanan de ne jî rabûya. Îro bi sedan girtiyên nexweş hene. Serokkomar qet ji xwe fedî nake ku ew girtiyên nexweş di nava çar dîwaran de girtine. Destûrê nadin ku parêzer û malbata bi Serok re hevdîtinê bikin. Bi mehane em agahî nagirin. Ger ku tiştek bi Serok bê, dê hemû cîhan rabe li ser piyan. Ger ku bi Serok re hevdîtin bihata kirin dê aramî û aştiyek bihata vî welatî. Ev bi salane li hember kurdan zilmek heye. Îro bi balafirên xwe diçin çiyayên Kurdistanê û sivîlan gulebaran dikin. Îktîdar li Sûriyeyê sivîlan dikuje. Çi karê îktîdarê li Sûriyê heye. Bila were pirsgirêka welatê xwe çareser bike. Şûna ku vê qeyrana welat çareser bike pereyan dide balafir û guleyan. Ger ku tecrît rabe dê pêvajoya çareseriyê carekedin dest pê bike. Heta kendî dê zarokên me bên kuştin. Hemû kes destên xwe bide ser wîcdana xwe û dengê xwe bilind bike. Wek demên berê em dîsa dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Ger ku em dimirin jî bila bimirin. Zarokên me her roj dimirin. Ji mirinê pêvetir heye.”   ‘Li Îmraliyê bêhiqûqiyeke mezin heye'    Necîme Yaşar, destnîşan kir ku îro li Îmraliyê bêhiqûqiyek mezin heye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Destûr nayê dayîn ku bi Serok re hevdîtin bê kirin. Mafê Serok jî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Em bawerin ku ger tecrît rabe û Serok azad be dê azadiyek bê vî welatê. Ger ku Serokatî bê berdan dê pirsgirêka kurd jî çareser bibe. Ev tecrît îro bandorê hemû girtîgehan û Gelê Kurd dike. Bêdengî mirine. Bila Gelê Kurd destên xwe bidin hevdû û vê tecrîdê bişkînin. Bila hemû kes li dijî tecrîdê rabin li ser piyan.”