'Nobeta Edaletê' li Amedê 264 roj in didome 2022-08-09 12:14:40     AMED - Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê çalakiya 264'emîn pêk anîn û wiha bang kirin: "Rewşa girtiyên nexweş giran dibe û jiyana wan di xeterê de ye. Divê rewşa girtiyên nexweş di rojeva meclîsê de be."    Malbatên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku infaza wan hatiye şewitandin bên berdan li Amedê çalakiya "Nobeta Adaletê" dabûn destpêkirin. Çalakiya di roja 264’an de li ber Girtîgeha Tipa D a Amedê pêk hat. Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya bi Kesen li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen xwe Winda kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya 78'an piştgirî dan çalakiya malbatan. Li ser navê malbatan Herdem Merwanî axivî.   ‘Rewşa girtiyên nexweş di xeteriyê de ye’   Herdem, anî ziman ku ev 9 meh in doza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin dikin û wiha got: “Bi sedan girtiyên nexweş li benda berdanêne ku bên tedawîkirin. Lê belê heta niha tu xwestekên me nehatine cih û mihatabê me bersivek erênî nedane me. Wekî malbatên girtiyan em baş dizanin ku hûn qanûnên xwe pêk naynin û digûherînin. Ger ku qanûn tên gûhertin divê hemû girtiyên nexweş ji vê sûd bigirin. Qanûn ne bi tenê ji bo henakan derbas bibe û ji bo hinekan jî derbas nebe. Ji bo hemû girtiyên nexweş divê qanûn bên guhertin. Rewşa girtiyan ne benda qanûnan disekine. Her ku diçe rewşa girtiyan giran dibe û gelek girtî jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên ku nexweşin jiyana wan di xeteriyê de ye.”   Ji partiyên siyasî re bangawazî   Herdem, bang li hemû partiyên siyasî kir ku ligel malbatên girtiyan bin û axivî: “Divê di meclîsê de bînin rojevê. Me bang li Wezîrê Dadê kir ku û heta îro jî  bersivek jî nedan me. Heta îro gelek qanûn hatin guhertin, gelek kes hatin berdan. Lê belê heta niha girtiyek me ji van qanûnan sûd negirt û nehatin berdan. Lê em gelek baş dizanin ku ev çend meh in li ser guhertina qanûnan disekinin. Ji ber vê yekê jî divê hemû girtiyên siyasî û nexweş hemû bên berdan. Me gelek caran xwe anî ziman, lê ez bawerim me xwe baş neda fêm kirin. Me derdê xwe carna bi kurdî û carna jî bi tirkî anî ziman. Lê bi herdu zimanan jî em nehatin fêmkirin. Heta îro qanûnên ku hatine avakirin dijberê me ne. Hîn ne dereng e. Ji bo girtiyên ku nexweşin û înfaza wan hatiye şewitandin azadî.”   ‘Girtî fatûrayên ceyranê didin'   Herdem, bal kişand ser binpêkirina mafên girtîgehan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Fatûrayên ceyranê li girtiyan didin barkirinê. Malbat neçar dimînin ku her meh 500 TL ji bo girtiyan bişînin. Di vê qeyrana aboriyê de malbat çawa ji girtiyan re pere bişînin. Em ê heqê xwarina wan, an heqê fatûretan bişînin. Di vê hêlê de jî wezîrê dadê divê sererastkirinek çêke.”   Daxuyanî bi dirûşma, "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bû.