‘Li her qada jiyanê polîtîkayên şerê taybet pêk tên’ 2022-08-09 09:07:59     Rabîa Onver   COLEMÊRG - Rêvebera ÎHD’a Colemêrgê Pinar Şen da zanîn ku li Colemêrg û navçeyên wê ji perwerdê heta tenduristiyê ji siyasetê heta aboriyê li her qadê binpêkirina mafan tê jiyîn û ev hemû parçeyek polîtîka şerê taybet e.   Li bajarên Tirkiye û herêmê binpêkirina mafan her diçe zêde dibe. Ji Şirnexê heta Colemêrgê di xeta sînor de bi salane dibin navê operasyonên leşkerî de zozan tên qedexekirin, ketina gundan tên astengkirin. Li ser welatiyên herêmê zext tên kirin.   Rêvebera ÎHD’a Colemêrgê Pinar Şen der barê binpêkirinên mafan de ji ajansa me re axivî.   Pinarê got li Colemêrg û navçeyên wê binpêkirinên mafan zêde bûne û wiha vegot: “Sedama zêdebûna binpêkirina mafan jî polîtîkayên desthilatdariyê ne. Li Colemêrg û navçeyên wê binpêkirinên diyarkirî hene. Yên nayên dîtin jî hene. Di bin navê şerê taybet de bazirganiya şer tê kirin. Bi vî awayî desthilatdarî hêzên xwe yên ewlehiyê dike bin kontrola xwe.”   ‘Eşîr nêzî desthilatdariyê ne’   Pinarê diyar kir ku ji tenduristiyê bigire heta perwerde û aboriyê binpêkirinên mafan zêde bûne û wiha daxuyand: “Dewlet ji bo polîtîkayên şerê taybet hinek makanîzmayan diparêze. Çine ev mekanîzma? Cerdevanî û eşîrin. Ji ber eşîr nêzî desthilatdariyê de binpêkirinên mafan jî zêde dibin. Di salan dawî de li bajar gelek binpêkirin mijara gotinê ne. Di serî de jî sûcên li hember jinan. Gelek jin di bin navê fuhuşê de tên îfşakirin. Li xeta sînor mirin tên jiyîn. Şivan tên qetilkirin. Li qadên seyran û zozanan binpêkirin tên jiyîn. Li aliyê din em dengê jinan nabihîzin. Her wiha mirinên li sînor bi polîtîkayên dewletê re tên rewakirin.”   Doktor dixwazin ji herêmê biçin’   Pinarê wiha berdewam kir: “Yek ji qada ku binpêkirin lê tên jiyîn tenduristiye. Li nexweşxaneyan doktor nemane. Doktor naxwazin li nexweşxaneyên bajar bixebitin û yê pispor pir kêm in. Doktorên nû hatine tayînkirin dixwazin ji herêmê biçin.”   Binpêkirin mafê perwerdê   Pinarê balkişand ser binpêkirinên di qada perwerdê de û got ji ber dibistan û derxaneyên taybet, asta perwerda ciwan û zarokan ketiye. Pinarê di berdewamiyê de ev mijar anîn ziman: “Her wiha li bajar krîza aborî jî bi awayekî giran tê hîskirin. Welatî dukanên xwe digirin û bar dikin bajarên din. Biryarên qedexeyên yên li bajar û navçeyên wê jî jiyanê dikin zor û zehmetiyê.Ev jî binpêkirinek li hember mafên welatiyane. Yekîneyên leşkerî li gorî kêfa xwe li her qadê biryarên qedexeyên dertên. Li bajar hewl didin dewletek biçûk ava bikin. Her wiha binpêkirinên qeyûman jî her tim didomin. Colemêrg alî turîzmê de jî bajarekî girîng e. Lê waliyê bajar bi awayekî kêfî biryaran dide û ev jî turîzmê têk dibe. Li navenda bajar û navçeyên wê jî qedexeyên çalakî û bernameyan didomin. Em wek şaxa ÎHD’ê dixwazin hemû binpêkirinên maf parve bikin û van biguherin hiş.”