Jinên ku tevlî mîtîngê bûn: Li dijî şer û îxanetê tekane rê yekîtî ye 2022-08-09 09:06:03     Rojda Aydin     AMED - Jinên ku tevlî mitînga HDP’ê ya “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” bûn gotin: "Barzanî bûye hevkarê hovîtî û komkujiyê. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî şer û xiyanetê yekitiya xwe ava bikin.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 6’ê hezîranê de bi dirûşma “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” li Qada Îstasyonê ya Amedê bi tevlibûna bi hezaran kesî mitîngek li dar xist. Di mîtîngê de êrişên siyasî û leşkerî yên li hemberî herêm Herêma Federal a Kurdistanê û her wiha nêzikatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat şermezarkirin. Jinên ku tevlî mîtîngê bûn nêrîn û bertekên xwe wiha anîn ziman.    ‘Xiyanet tu carî nayê qebûlkirin’   Hevlet Oncu: Em dibêjin bila ev şer bisekine. PDK bes êdî vê hovîtiyê bike. PDK bila vê şerê bide sekinandin û fesadiyê neke. Bila gelê xwe nekûje. PDK’ê ger ku rê nedaya Tirkiyê dê îro nikaribûna êrişê Başûr bikirana. PDK ji ber berjewendiyê xwe xiyanetê li Gelê Kurd dike. Ev çend sal in em dibêjin bila ev şer bisekine. Lê dewleta tirk xeynî şer tu gav navêje. Ji ber vê şerê gelek zarokên me hatin kuştin. Em ji şer re dibêjin êdî bes. Em li dijî zilm, neheqî û xiyanetêne. Em naxwazin ku dijmin axa me dagir bike. Kî dibe bila bibe dema tê kuştin dilê me diêşê. Ji bo şer bisekine divê Gelê Kurd bibe yek û li dijî vê zilmê bisekine. Ger ku yekitiya Gelê Kurd ava bibe dê ev şer jî bisekine. Feyda vê şerê ji tu kesî re nîne. Barzanî jî çav û guhên xwe girtiye û piştgiriyê dide vê hovîtiyê. Barzanî bi xwe jî hevkarê vê komkujiyê ye. Kesê ku ne mirov bin şer dixwazin. Em ne biratî û ne jî yekitiya Barzanî dixwazin. Xiyanet tu carî nayê qebûlkirin.”    ‘Em xiyanetê qebûl nakin'    Perîhan: Heta Gelê Kurd hevdû rast nebin dê ev şer jî bi dawî nebe. Ger ku em yek bûna dê îro ev şer tunebûya û azadî jî zûtir pêk bihata. Divê kurd xiyanetê hevdû neke. Bi şer û kuştinê dixwazin me kurdan biqedînin. Em bi kuştinê xilas nabin, zêde dibin. Divê gelê Kurd neyê lîstokên dijmin. Îro xiyanetek mezin li me tê kirin. Barzanî ji bo berjewendiyên xwe xiyanetê li me kir û rê ji Dewleta Tirk re vekir. Ger kurd xiyanetê hevdu nekirana em ê îro di vê rewşê de nebûna. Heta ku xiyanet hebe tu tişt çareser nabe. Divê em yekem di navbera xwe de vê xiyanetê ji holê rakin. Neyên lîstokan. Li dijî vê şerê em bêdeng nemînin.   ‘Bila Barzanî dev jî hovîtiyê berde'    Remziye Bîlîr: Xiyaneta Mesût Barzanî tu carî nayê qebûl kirin. Barzanî qaşo bi xwe jî kurd e. Bila ji kurdîtiya xwe fedî bike. Zarokên me îro li dijî xiyanetê li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin. Em naxwazin ne zarokên me û ne jî zarokên din bimirin. Em azadiyê dixwazin. Bila kurd xwedî hevdû derkevin. Êdî bes e ev qas lîstokên qirêj li ser me tê kirin. Em tenê mafê xwe dixwazin. Em wekhevî û yekîtiyê dixwazin. Ger ku yekîtî hebe dê ev şer jî bi dawî be. Hikûmet ji ber ku ji kurdan ditirse lewma kurdan qetil dike. Heta îro me dîtiye û nedîtiye em di nava vê şerê qirêj de ne. Gelê Kurd tu carî bi kuştinê xilas nabin. Em kurd in, em jî mirov in û mafên me jî heye. Bila di navbera gelan de wekheviyek hebe. Dewleta Tirk û hemû dewletên din ên qirêj bila destên xwe li ser kurdan vekişîne. Îro li Başûr komkujî û şereke dijwar heye. Lê belê tu dewletek dengê xwe dernaxe. Bila êdî dawî vî şerê bê. Banga min ji Barzanî ew e ku bila ji vê hovîtî û xiyanetê vegere. Ger ku kurd e bila vegere ser kurdîtiya xwe. Mirovekî ku dema kurd be çawa vê hovîtiyê dike. Cenazeyên me di destê Barzanî de ye  û radestî malbatan nakin. Mirov çawa vê ji gelê xwe re dike. Min ji kurdîtiya Barzanî tu tişt fêm nekir.    ‘Ji bo azadiyê divê tecrîd bê rakirin'    Semra Ablay: Em şerê li Başûr tu carî qebûl nakin. Li dijî vê şerê û hovîtiyê bila Gelê Kurd destên xwe bidin hevdû û li ber xwe bidin. Li dijî vê şerê bêdeng nemînin. Tu tişt bi şer çareser nabe. Bi sala ne em daxwaza azadiyê dikin. Ji bo çareserî û jiyanek azad jî divê tecrît bişkê û Serokê me azad be. Em kurd bi şer xilas nabin. Dawiya dawî em ê bi ser kevin. Em Barzanî şermezar dikin. Bi xwe kurd e. Lê îro rabûye komkujiyê dike. Barzanî ji bo berjewendiyê xwe îro xwe firotiye. Ji bo çend qirûşan îro xwe firotiye û xwîna zarokên me dirêjîne. Ji bo şer bisekine divê kurdistanî bibin yek û yekîtiya xwe ava bikin.”    ‘PDK hevkarê hovîtî û komkujiyê ye’    Hediye Erol: Em ne şer wekheviyê dixwazin. Em bi salane daxwaza azadî û aştiyê dikin. Lê yên ku alîgirên şer in her roj êrişê cihekê dikin. PDK û Tirkiye her roj êrişê cihekê dike jin û zarokan dikuje. Hikûmet dixwaze Gelê Kurd tune bike û xaka Kurdistanê bi dest bixe. Lê PDK jî bûye hevkarê vê tiştê. PDK bûye hevkarê vê hovîtiyê û li ser kurdan komkujiyê dimeşîne. Ger Barzanî hevalê me bûya dê destên me kurdan bigirta. Em li çar aliyê Kurdistanê daxwaza azadiyê dikin. Bila êdî keç û xortên me neyên kuştin. Ji şer re êdî bes.”    ‘Bi çekên kîmyewî zarokên me dikujin'    Sureyya Yilmaz: Ez daxwaza rawestandina şer û aştiyeke bi rûmet dikim. Tirkiye û Barzanî bila destên xwe yên qirêj li ser me vekişînin. Barzanî çima xiyanet û hovîtiyê li me kurdan dike? Her roj cih û warê me tê bomberan kirin. Barzanî doza çi li me dike? Êdî bes e bila tu dayik rondikan nebarînin. Bila Gelê Kurd li dijî vê zilma Barzanî rabe li ser piyan. Kesê ku xwîna zarokên me dirijînin em qebûl nakin. Tirkiye bi çekên kîmyewî êrişên çiyayên me dike û zarokên me dikuje. Em Erdogan û Barzanî naxwazin. Divê kurd li hember vê zilmê bêdeng nebe.   'Têkane rê yekitiye'    Perîhan Altug: Em doza welat, ziman û çanda xwe dikin. Gelo Barzanî li dijî me doza çi dike? Malbata Barzanî ji demên kal û bavên xwe ve îxanetkarin heta îro. Mesût Barzanî bila dev ji vê xiyanetê berde. Xaka Başûr û gelê wê derê hemû firotiye dijminê kurdan. Bila bes ji dijminê xwe re bixebite. Qet ji wî zimanê xwe fedî nake. Barzanî gelê Başûr ji ber berjewendî û çend qirûşan dikuje û dide kuştin. Dostên wî tunene. Barzanî bi xêra kurdan li ser piya maye. Şengal, Mûsil, Qendîl û hemû cih firotiye. Kesên bi şeref û namûs bin xwe nafroşin. Lê şeref û namûsa Barzanî tuneye. Erdogan çawa dijminê me ye. Her wiha dijminê wî ye jî. Ji dijminê kurdan dostbûn çênabe. Ger ku em îro taştê bin ew ê jî bibin firavîn. Li dijî vê zilmê jin û mêrên kurd li ser piya ne. Kurdên ku îro xiyanetê dikin bila ji xwe fedî bikin ku xwîna xwişk û birayên xwe dirijînin. Çi karê wan li Şengalê heye û dibêjin em ê Şengalê vala bikin. Tu kî yî ku Şengalê vala dikî? Dema kîmyasal avêtin wan kî wan xilas kir, elbet dîsa Gelê Kurd wan xilas kir. Bila Gelê Kurd bibin yek û yekîtiya xwe ava bikin. Gelê Kurd heta nebin yek dê herin yek bi yek.