Nuran Îmîr: Hemû bazar li ser kurdan tên kirin 2022-08-09 09:02:59     Sema Çaglak   ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, diyar kir ku Tirkiye di şer de bi her awayî israr dike û got: "Welatên ku qaşo xwe demokrat pênase dikin bêdeng in û di êrişên li hemberî Gelê Kurd de ker û lal in. Her wiha li hemberî êrişan dirûtiyê dikin."    Ligel êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê ya ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêk tê, êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bê navber didomin. Bi êrişên leşkerî li hemberî xwezaya herêmê jî qirkirineke topyekûn hatiye destpêkirin. Derbarê geşedanên siyasî, polîtîkayên qirkirinê, êrişên li hemberî herêman û helwesta raya giştî ya navneteweyî de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr axivî.    ‘Armanca êrişan projeya Misaqî Mîllî ye’   Nuran di destpêka axaftina xwe de li ser êrişên Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Federal a Kurdîstanê sekini û destnîşan kir ku Tirkiyê di Rojhîlata Navîn de naxwaze pirsgirêka kurd çareser bibe û got: “Li dijî deskeftiyên Gelê Kurd di her çar parçeyên Kurdîstanê de bêtehamûliyeke mezin heye. Di heman demê de jî naxwazin Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdîstanê de bibe xwedî statû. Ji ber ku hebûna Gelê Kurd ji bo berdewam kirina desthîlatdarî û berjewendiyên wan xetereyek e. Armanca van êrişan a herî mezin jî zindîkirina projeya wan a Mîsaqî Mîllî ye. Di pêvajoya Lozanê de çawa ku di hundirê salonekê de hêzên hegemonîk qedera Gelê Kurd xêz kir, niha jî dixwazin bi rêbazeke din polîtîkayên xwe pêk bînin. Di hemû hewldan û tîfaqan de ew armanc heye. Di wan êrişan de jî Tirkiyê sûcê şer dike û sînoran bin pê dike. Hemû êrişên xwe jî di bin navê terorîzmê dike. Di van êrîşan de jî bêdengiya Netewên Yekbûyî rolekê mezin dilîze. Netewên Yekbûyî dikare pêşiya wê şerê bigire. Lê belê bi bêdengiya xwe êrişên Tirkiyeyê rewa dixe.”   ‘Hemû bazarên xwe li ser kurdan dikin’   Nuran, diyar kir ku divê Tirkiyê vîna gelên Rojhîlata Navîn nas bike û wiha axivî: “Welatên ku di Rojhîlata Navîn de cih digire hemû cîranên Tirkiyeyê ne. Divê Tirkiyê îradeya wan gelan nas bike û bi rêya diyalogê ve çareseriyê ava bike. Heke çareseriyeke bi diyalogê were dîtin ew kaos û aloziyên di nav Rojhîlata Navîn jî dê were çareser kirin. Lê Tirkiyê beravajiya wê di şer de israr dike. Ji ber vî jî di Rojhîlata Navîn de hemû lîv û tevgerên welatan ji xwe re firsendek dibine. Hemû bazarên xwe jî li ser Gelê Kurd dikin. Bi sîstema kapîtalîzmê jî ew polîtîkayên xwe pêş dixînin."   ‘Li hemberî êrişan dirûtiyek heye’   Nuran, di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku CPT derheqê komkujiya gundê Perexê ya Zaxoyê de raporek amade kir û di raporê de hate destnîşan kirin ku, li Herêma Federal a Kurdistanê ji sala 2015’an heya niha 128 sîvîl di encama êrişên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ligel van jî heya niha dengekê li dijî van êriş û komkujiyan derneketiye. Di nerazîbûnên ku derdikevin de jî dubendî hene. Ji ber ku li Şengal, Mexmûr û li Rojava gelek caran êrişên Dewleta Tirk pêk hatin û bi hêjmarek zêde kes di encama wan êrişan de jiyana xwe ji dest dan. Lê belê li dijî van êriş û kuştinan de ji bilî Gelê Kurd nerazîbûnek derneket. Li dijî êrişên Tirkiyeyê dirûtiyek heye. Ew welatên ku qaşo xwe demokratîk pênase dikin li hemberê wan bêdeng man e. Di komkujiya Zaxoyê de dengekê derket. Hikûmeta Iraqê bi xwe daxuyaniyek weşand ku ew komkujî ji hêla Tirkiyeyê ve pêk hatiye. Lê Tirkiyê komkujiyê qebûl nake. Di êrişên li hemberî Gelê Kurd de her kes ker û lal e.”   ‘Kurd êdî bindestiyê qebûl nake'    Parlamenter Nuran, destnîşan kir ku Tirkiyê bi şerê PKK’ê re qirkirina hebûna Gelê Kurd dixwaze û wiha bi lêv kir: “Derdorên ku qaşo kurdewariyê dikin heke vê yekê nebînin dê winda bikin. Êrişên ku li Zap, Avaşîn û Metînayê pêk tên bingeha xwe de neçareserkirina pirsgirêka kurd a li Bakurê dihewîne. Bêtehamûliyek li hemberî siyaseta demokratîk a yê Gelê Kurd heye. Çiqas êrişê li Bakur kirin encam negirtin. Ji ber vê jî berê xwe didin siyesetmedaran. Di kesayeta wan hevalên me yên hatine girtin de qedera Gelê Kurd a di vê sedsalê de tê xwestin ku were windakirin. Lê Gelê Kurd êdî ji dîrokê ders wergirtiyê û ev bindestiyê qebûl nake.”   ‘Kurd bûn qurbana berjewendiyan'    Nuran Îmîr di axaftina xwe de wiha behsa referanduma ku li Herêma Federel a Kurdistanê pêk hatî kir: "Dwilî desthîlatdariya AKP’ê nerazîbûn nîşanî referandumê da. Lê belê şerê ku niha Tirkiye li Başûr dide meşandin tê wateya têkçûnê, Niha jî bi hemû rêbazan li dijî civak, jin, girtî û xwezayê şer dike. Lê her çiqas di şer de bi israr bike jî ew ê qels bibe. Bêdengiya Hikûmeta Iraqê ya li hemberê ewqas dagirkerinê de nayê fêmkirin. Di vê bêdengî û helwestbûnê de bêguman rola PDK’ê jî heye. Ji ber ku ew şerê ku tê kirin li ser erde Kurdîstanê ye. Yê ku herî zêde bertek nîşan bide divê PDK’ê bibûya. Lê mixabin ji ber berjeweniyên aborî û malbatî, qedera Gelê Kurd bûyê qurbaniyê wan berjewendiyan. PDK’ê îro bûye bengirtiya Tirkiyê. Ew hevalbendî jî xeta îxanetê ye. Li dijî xiyanet, zilm û jiyanek azad Gelê Kurd gelek berdelên giranbûha dane û bi taybetî dayikên kurd li her çar parçeyan jî li dijî vê têkoşînek bêhempa dane. Em wê hevalbendiyê xiyanetê qebûl nakin.”   ‘Dîroka kurdan tê tunekirin'    Nuran, di berdewamiya axaftina xwe de wiha bal kişand li ser qirkirin û talankirina xwezayê: “Yên ku tehamûlê Gelê Kurd nake û neyartiye dike, bêguman tehammula wî erdnegariyê jî nake. Bi salan e daristanên herêmê tên şewitandin û tên talankirin. Ew talaniya darîstanan ne tenê li Bakur ve bi sînor e. Li Başûr jî bi heman rêbazî xweza tê talankirin û qirkirin. Ji bo berjewendiyên xwe her çavkaniyên herêmê ji xwe re xenîmet û rewa dibinin. Li Şirnexê ew talankirin ji hêla Suleyman Bolunmez ve tê kirin. Li Şirnexê her roj bi tonan darên li Besta, Gabar û Cûdî tên birîn. Darên ku tên birîn jî bi bihayek erzanî tên firotin. Bi vî yekê dîroka Gelê Kurd talankirin û tê firotin. Ew ferman û jenosîd e. Ji dîrokê ve Gelê Kurd tim bi komkujiyan ve rûbirû mane. 4 hezar gund hatin şewitandin û hatin valakirin, nêzî 20 hezar welatî ji aliyê dewletê hatin winda kirin û hatin îşkencekirin. Pêwiste ku mirovahî wîjdana xwe li ber çavan re derbas bike. Ewqas dar bi kamyon û TIR’an tên birin. Bi hinceta ewlehiyê ew qirkirinê pêk tê. Dibêje li wir teror heye. Lê bila bê zanîn ku terorîzma herî mezin ji hêla desthîlatdariya AKP-MHP’ê ve li hemberî Gelê Kurd, xwezaya wê û çanda wê pêk tê. Em ê li dijî talankirinê li ber xwe bidin."   ‘Hebûna Gelê Kurd tê darizandin'   Êrişên li hemberî HDP'ê jî parlamenter Nuran wiha nirxand: “Sekna partiya me di nav siyaseta Tirkiyê de rolekê girîng dilîze. Armanca êriş û provakasyonên li hemberî HDP’ê xwesteka qelskirina vî hêzê ye. Desthîlatdar tu carî vîna Gelê Kurd di siyasetê de qebûl nekiriye û nas nekiriye. Ji ber vî jî her roj êrişê parlementerekê kurd dike, qeyûm tayînê rêveberiyên herêmê dike û her wiha hebûna Gelê Kurd bi heman awayî tê darizandin. Li hemberê wan êrişan jî xebatên me berdewam in. Xebatên me li ser du lingan dimeşe. Aliyekê de ji bo avakirina yekitiya Gelê Kurd û ji aliyek din jî ji bo hêzên çepgir, bindest û tekoşîna Gelan e. Ji ber ku hebûna HDP’ê reng û rastiya Tirkiyê ye. Lewra înkarkirin û bêtehamûliyek mezin li hember HDP’ê heye. Desthîlatdar bi yek reng, netew û zimanê polîtîkayên xwe dimeşînin. Ev polîtîkayên xwe li hember jinan, ekoloji û aboriyê dimeşîne.”   ‘Divê îradeya HDP’ê nas bikin’   Nuran, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser têkoşîna siyaseta demokratîk: "Me di konferansê de nexşerêyek nû ava kir. Hem li ser Doza Kobanê, li ser doza girtinê û her wekî din. Li dijî van HDP’ê rê û rêbazên çareseriyê ava dike. Dixwazin li metropolan fikriyate HDP’ê ji holê rakin, lê di her hilbijartinê de HDP’ê derdikeve. Ji fikriyeta HDP’ê ditirsin. Pirsgirêka Kurd bi înkar kirin, nenas kirin û êrişkirinê encam nagire. Divê îradeya HDP’ê nas bikin. Gelê Kurd bi salan e bedelên giran da û destkeftiyên girîn bidest xistin."