'Em ê ji bo azadiya Aysel Tûglûk têkoşîna xwe bidomînin' 2022-08-07 09:05:42     STENBOL - Jinan diyar kirin ku îşkenca li hember Aysel Tugluk ya li dadgehê hatiye kirin, nîşan dide ku dijminahiya li hember kurdan didome û ji bo azadiya Ayselê dê têkoşîna xwe bidomînin.   Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan her diçin giran dibin û ev jî bandorek mezin li ser rewşa girtiyên nexweş dike. Ji bo girtiyên nexweş tu pêngavek nayê avêtin. Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku li girtîgeha Kocaeliyê dimîne û teşîsa demansê lê hatiye dayîn, tevî hemû serlêdanên parêzerên wê rapora ATK’ê hincet nîşan didin kû nayê berdan. Herî dawî di 1’ê Tebaxê de di doza qirkirina siyasî ya Kobanê de ji aliyê dadgehê ve bi zorî îfadeya Ayselê hat girtin.   Wê ji girtîgehê dernekeve   Tevî ku nexweşa demansê Ayselê li dadgehê got ku tu tişt nayê bîra wê jî bi zor parastina wê hat girtin. Roja ku îfada Ayselê digirtin, înfaza, duyemîn Fermandariya Giştî yê demî Çevîk Bîr ku ji doza 28’ê Sibatê cezayê muebetê lê hatibû birîn, ji ber teşîsa demansê lê hatibû dayîn hat taloqkirin û tahliyekirin. Daraza mêr bi biryara ku da, carek din nîşan da ku ji ber Aysel siyasetmedareke jin a kurd e nehatiye berdan. Li aliyê din di 15’emîn rûniştina Doza Kobanê de, dadgehê der barê tahliyeya Aysel Tugluk da. Lê ji ber dosyayek din Aysel nikare ji girtîgehê derkeve.   Hevseroka Partiya Kedê (EMEP) a Stenbolê Sema Barbaros û parêzer Esra Kiliç yên di kampanya Ji bo Aysel Tuglk 1000 Jin de cih digirin der barê dijhiqûqiya tê jiyîn de axivîn. ‘Biryarek siyasî ye'    Sema Barbaros da zanîn ku dadgeh dixwaze dosyayê bigire û Ayselê ceza bike û wiha vegot: “Daraz girêdayê yek kesî ye. Di rûniştinê de hewl da bi zorê îfada Ayselê bigirin. Li Tirkiyê demek dirêje pêkanînên dijdemokratîk mijara gotinê ne. Ne pêkane em behsa darazeke ku hiqûq û qanûnan esas digire bikin. Tişta li Ayselê tê kirin biryarek siyasî ya bi aliye.”   ‘Di şexsê Ayselê de civakê ditirsînin’   Semayê di berdewamiyê de ev tişt daxuyand: “Di şexsê Ayselê de dixwazin jinan, kurdan û muxalîfan bitirsînin. Girtiyên ji sucên siyasî yên cuda yên nexweşên demansê tên berdan. Lê yên HDP û sosyalîst nayên berdan. Ev êrişek li dijî mafê jiyanê ye. Ev êriş sîstematîk in. Biryara hatiye dayîn polîtîk e. Ev ceza ne tenê li Ayselê li hemû jinên kurd hatiye birîn. Ji bo Ayselê piştevanî û afirandina rayagiştî ji bo pêşeroja welat gelek girîng e. Jin ji bo Ayselê û demokrasiyê têdikoşin. Ji bo berdana wê xebatan dimeşînin. Çi ji destê me bê em dikin. Hewcedariya me bi demokrasiyê heye bi darizandinek wekhev heye.”   ‘Mafê siyasetê tê astengkirin’   Parêzer Esra Kiliç jî balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û di vê mijarê de wiha got: “Gelek girtiyên nexweş hene. Yek ji van Aysel e. Rewşa wê krîtîke. Tevî nexweşiya giran raporên ATK’ê dikin hincet û li dadgehê bi kêfî parastina wê digirin. Doza Kobanê xwe dispêre derewan. Mafê siyasetê ya jinan asteng dikin. Tevî ku Ayselê di rûniştinê de nikaribû xwe îfade bike jî pirs jê hatin pirsîn. Ev binpêkirina maf e. Roja îfada Ayselê dihat girtin Çevîk Bîr yê nexweşê demansê bû hat tahliyekirin. Dema mijar dibe kurd tu tiştek li ber çavan nayê girtin û nayên tahliyekirin. Sedema biryarê jî kurdbûn û siyasetmedara jin e.”   ‘Çi ji destê me bê em dikin’   Esrayê dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew li dijî hemû dijhiqûqiyan ligel Ayselê ne û wiha dawî lê anî: “Roja nexweşiya Ayselê hat teşîskirin ji bo rayagiştî bê afirandin me xebat meşand. Hîna riyên hiqûqî hene û heta Aysel neyê tahliyekirin em ê têbikoşin. Çi ji destê me bê em ê bikin.”