Parlamentera Dîe Lînkê: Li Tirkiyeyê bêyî Ocalan demokrasî nabe 2022-08-07 09:01:55     Derya Ren   AMED - Parlamentera Dîe Lînke, Gokay Akbulut, bal kişand ser neçareseriya pirsgirêka kurd û got: "Beyî Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê demokrasî nayê meşandin û Kurdistaneke bêyî Ocalan jî ne pêkan e."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in di bin tecrîda giran de li Îmraliyê tê girtin û 3 sal in jî bi parêzeran re nikare hevdîtinê bike. Li aliyê din jî ji girtiyên din Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ku di pêvajoya çareseriyê de wek sekreterya birin Îmraliyê jî ji 25’ê adara 2021’ê heta niha agahî jê nayên girtin. Tevî hemû serlêdanên malbat û parêzeran Dadgeriya Înfaza Cezaya ya Bursayê bi hincetên cuda hevdîtinê red dikin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropa jî kampanya hatine destpêkirin.   Desthilatdariya AKP’ê di neçareseriyê de israr dike û ligel vê jî êrişên li hember destkeftiyên kurd didomîne. Li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûr êrişan didomîne. Tirkiye her carê kurdan di siyaseta cîhanê de dike mijara bazarê. Parlamentera Partiya Çep ê Alman (Dîe Lînke) Gokay Akbulut ji ajansa me re axivî.   Gokay, da zanîn ku ew kurdê ji Sarizli ya Kayseriyê ye û got: “Malbata me beşek ji Koreçîk a Meletiyê beşek jî ji Dêrsîmê surgun bûne. Ez biçûk bûm min dizanibû kurdî qedexeye. Mezinên me bi veşarî kurdî diaxivin. Min hinek kurdî dizanî. Ji ber aboriyê koçberî çêbûn. Di salên 70, 80 û 90’î de malbatan koçî Avustralya, Kanada, Belçîka, Fransa û Almanyayê kir. Me jî koçî Almanyayê kir. Ez serê salên 90’î de gelek ji pêvajoyê bi bandor bûm. Di 1995’an de bi bavê xwe re ji bo civînekê ez çibûm Belçîkayê.”   Gund hatin şewitantin, mirov koçber bûn   Gokay, di axaftina xwe de wiha behsa xwe kir: "Di salên 90’î de min şahidiya şewitandina gundan, şer û koçberbûnê kir. Bi bavê xwe re tevli bernameyan bûm. Ji bo parastina Gelê Kurd min biryar da polîtîkayê bixwînim. Di zanîngehê de ez di Yektiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekitiya Akademîsyenên Kurdistanê de xebitîm. Em li bajarê Mannehîm ya Almanya bicih bûn. Ji bo Meclîsa Şaredariya Manhan hatim hilbijartin.”   Di 2017’an de hatim hilbijartin   Gokay di berdewamiyê de destnîşan kir ku di 2017’an de ji bo Parlamentoya Federal hatiye hilbijartin di 2021’ê de dîsa hatiye hilbiajrtin û got: “Dema duyemîn gelek zehmet bû. Pêkanînên dijdemokratîk hebûn. Kurd krîmînalîze dikirin. Li Almanyayê nêzî mîlyonek kurd dijîn. Lê hîna jî bi nasnameya koçberiyê ya wekhev nayên nasîn.”   Pirsgirêka demokrasiyê heye   Gokay balkişand ser rewşa kurda ya li Tirkiyeyê û got mafê mirovan ên kurdan hîna li Tirkiyeyê tê binpêkirin û li bajarên kurdan jî kurd tên krîmînalîzekirin û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê pirsgirêka terorê tune ya demokrasiyê heye. Em Partiya Muxalefet ya Çep a Almanyayê dixwazin mafên kurdan li Tirkiyeyê bê radestkirin. Kurd ji bo pêşketina Rojhilata Navîn û demokratîkbûna Tirkiyeyê faktoreke gelek girîng e. Divê Birêz Ocalan bê berdan. Divê Birêz Demîrtaş û Yuksekdag bên berdan. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Li hember girtiyên siyasî zextên cidî hene. Em di sala 2022’yan de û hîna jî li her derê Tirkiyeyê girtîgeh vedibin û li girtîgehan îşkence tacîz û xesp heye. Daxwaza me eve k mafên kurdan bên dayîn û hevdîtin demildest bên destpêkirin.”   Divê Tirkiye bi dîroka xwe re bê rû hev    Gokay bi lêv kir ku divê Tirkiye bi dîroka xwe re bê rû hev û divê hesabê qirkirinên kurd, ermenî û elewî bê dayîn û wiha dirêjî dayê: “Lê Tirkiye vê nake. Almanya di vê mijarê de welatekî mînake. Niha her çiqas li Almanyayê nîjadperestî rû bide jî Almaya der barê qirkirina Yahudiyan de bi dîroka xwe re hat rû hev. Divê Tirkiye jî bi dîroka xwe re bê rû hev hesabê qirkirinan bide. Em Partiya Çep li Almanyayê polîtîka muxalefetê dimeşînin. HDP ji bo Tirkiyeyê rolek girîng dilîze. Tevî hemû zextan HDP bi salane têdikoşe. Jinên kurd bedelên mezin dan. Li her çar parçeyê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin da. Hemû cîhanê şahidiya vê kir. Me hemûyan dît ku jinên kurd bedelên çawa giran dane.”   Em NATO’yê qebûl nakin   Gokay got ew dîroka NATO’yê digirin dest û NATO’yê qebûl nakin û ji damezrandina NATO’yê şûnde li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê şer diqewimin û polîtîka ewlehiya vê sazbûnê her tim li welatên din bûye sedema şer, kaos û koçberbûnan. Gokay ev tişt bi lêv kir: “Em Rûsyayê jî rexne dikin. Hêzek serdeste û aliyên din binpê dike. Almanya di alî hêza leşkerî de dixwaze di konjoktora navneteweyî de bê cihekî cuda. Di alî aborî û leşkerî de yek ji welatên Ewropa ya herî başe û dixwaze vê hêzê ragîhîne hêzek mîlîtarîst. Dixwaze salên pêş de di şerên parvekirinê de rolek mezin bilîze. Mînak di alî leşkerî de mîlyarek Euro veqetand. Polîtîka ewlehiyê ya Almanyayê niha bi awayekî cuda tê dîzaynkirin û Tirkiye jî wek partner tê destgirtin.” ‘Divê demildest hevdîtin pêk bên’   Gokay balkişand ser tecrîdê jî û bertekên xwe yên der barê vê de wiha destnîşan kir: “Bi salan e li ser Birêz Ocalan tecrîd pêk tê. Ev li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Konfederalîzma Demokratîk a Birêz Ocalan li hemû cîhanê modelek alternatîf tê dîtin. Her kes vê dizane. Hemû cîhan bû şahidê serkefetina Gelê Kurd. Em pêkanînên dijdemokratîk yên li hember Birêz Ocalan û girtiyên siyasî rexne dikin. Divê demildest tecrîd bidawî be. Divê demildest parêzer û malbat hevdîtinê pêk bînin. Faktora k hemû perspektîfan bîne gel hev HDP û Birêz Ocalan e. Ya girîn divê ji bo pêşeroja kurdan û Tirkiyeyê tecrîd bê rakirin.”   ‘Bêyî Ocalan Kurdistan ne pêkan e’   Gokay, destnîşan kir ku bêyî Ocalan Kurdistan nabe û demokrastî nikare bê meşandin û wiha dirêjî dayê: “Di hevdîtinên me li parlamentoya Ewropa û Konseya Ewropa kir de dibêjin divê tecrîd bê rakirin û diyalog bê destpêkirin. Ji partiyên lîberal heta keskan her kes heman nêrînê dibêjin. Tevî ku îdiayên Tirkiye çekên kîmyewî li hember kurdan pêk tîne, jî bêdengiyek mezin a NY, rêxistinên maf û konseya Ewropayê heye. Em êrişên li hember destkeftiyên kurdan şermezar dikin. Daxwaza me ev e ku Tirkiye ji herêma Iraqê derkeve.”