Di mîtînga 'Çareserî em in' de azadiya Abdullah Ocalan hat xwestin 2022-08-06 19:49:46   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz di mîtînga “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” de axivî û bal kişand ser tecrîdê û got: "Ka muhalefeta heyî li dijî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ku bi milyonan kurd wî weke vîna xwe dibînin çi dike? Bi gotina em ê helaliya hev bixwazin hatina Kurdistanê re nabe."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Çareserî em in, na ji dagirkeriyê re” li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga herêmê li dar dixe. Qada mîtîngê bi alên HDP’ê hatin xemilandin. Her wiha pankarta “Azadî ji hemû girtiyên nexweş re” ku wêneyê Aysel Tugluk li ser bû û pankartên “Na ji faşîzm û rejîma yekzilamî re”, “Dê faşîzm winda bike, azadî bi ser keve”, “Ji qedexeyên zimanê dayikê û qirkirina çandî re na”, “Komkujiya jinên êzidiyan, komkujiya mirovahiyê ye”, “Bi rakirina parêzbendiya jinan re vîna jinan nayê xespkirin”, “Ji xizaniya jinê re na”, “Na ji aboriya nelirêtî, xizanî û rantê re”,  “Na ji bişaftina ciwanan re”, “Jin, jiyan, azadî”, “Ji siyaseta qayûman re na”, “Ji talana xwezayê re na” û “Ji faşîzim û rejîma yekzilamî re na” hatin daliqandin.   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya  Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), GOÇ-DER, Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya 78'an tevlî mîtîngê bûn.   Her wiha ji Riha, Dîlok, Semsûr, Dêrsim, Êlih, Şirnex, Wan û bajarên din ên bakurê Kurdistanê jî ligel hewaya germ tevlî mitîngê bûn. Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî.    'Ligel hewaya germ li vir kom bûn'   Salîha, di serî de balkişand li ser girseya ku ligel hewaya germ kombûne û got: “Gelê me ligel hemû zoriyan û astengiyan ji bo ku li hemberî faşîzmê û sîstema yekperestiyê re bibin bersiv li vir kom bûn. Devê îqtidarê vekirî dimîne. Quweta wan nemaye êdî. Ji ber gel di hemû şert û mercan de ji bo fikriyata HDP’ê biparêzin li vir in. Selam ji vîna ku zextên faşîzmê nasnakin. Tu zext û dozên girtinê nikarin vê fikriyatê ji holê rakin. Ev mîtîng ji nîşaneya vê ye."    ‘Şer ne çareseriye’   Salîha bi êrişên ji derveyî sînor re gotina xwe da berdewamkirin û got: “Îqtîdarekî ku ji şer, qayûm û zextan xwe têr dike heye. Îqtidar hêza xwe ji polîtîkayên bişaftinê yên sed salan berdewam dike digre û bi vê hêzê jî serî li şer dide. Êrişên li dijî başûrê Kurdistanê tên meşandin di eslê xwe de li dijî destkeftiyên Gelê Kurd, ji bo dagirkirina Kurdistanê ye. Êrişî Başûr û Rojava dikin. Her roj wargehên Mexmûr û Şengalê bombebaran dikin. Em ji vir dibêjin tucarî polîtîkayên we yên şer bi serneketine û îro jî bi sernakevin. Ji ber vê sedemê dev ji van polîtîkayên xwe yên şer berdin. Êrişên li ser Zaxo pêkhatine jî şêweyek din yê van êrişan e. Armanca bombardinama li Zaxo bêmirovkirina Başûrê Kurdistanê ye. Dixwazin bi vî rengî destkeftiyên Gelê Kurd têk bibin. Kîmyabaranê dikin lê bele ev şer 50 sal in berdewam dike û gavek jî pêşde neavêtin. Em ji ber wê yekê dibêjin çareserî ne şer e.”   ‘Divê statûya Şengalê were naskirin’   Salîha bi qalkirina êrişên Tirkiyê re balkişand ser polîtîkayên dagirkeriyê yên li dijî Şengalê tên meşandin û got: “Ne tenê li ser Başûr li dijî Şengalê jî êrişeke taybet tê meşandin. Em ji vir bi rêzdarî têkoşîna civaka êzîdî ya ku 73'ferman jiyaye silav dikin. Heya em statûya Şengalê bidestbixin em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Em ê li gel civaka êzidî bin. Divê statûya Şengalê were naskirin. Yên di fermana 73’yan de Şengalê neparastine ji îro şonde jî nikarin biparêzin. Divê êdî pêşî li fermana 74’emîn neye vekirin.”   'Tecrîda li Îmraliyê belavî her deverê bûye'    Salîha di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser girtîgehan û got: “Li Kurdistanê zilm berdewam dike. Li girtîgehan li dijî girtiyên siyasî zilm tê kirin. Aysel Tugluk a ku nexweşe ji ber ku siyasetmendareke kurd e nayê berdan. Lê belê em eşkere dikin ku wê azadiya Aysel Tugluk di encama têkoşîna jinan de pêk were. Heya Aysel Tugluk û rê hevalên xwe werin berdan em soza têkoşînê didin. Îro polîtîkayên ku ev zilm xwe dispêrê tecrîd e. Îro tecrîda ku ji Îmraliyê dest pê kiriye û li her deverî belavbûye heye. Heya ev tecrîd neqede em ranawestin. Tecrîd sûcê mirovahiyeyê û heya dawî lê neyê em ê têbikoşin. Em bang ji herkesî ku dibêjin ez mirovim û demokrasiye diparêzim divê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike."   'Gelo muxalefet li hemberî tecrîdê çi dike?'   Salîha têkildarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û partiyên muhalîfan wiha got: "Ka muhalefeta heyî li dijî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ku bi milyonan kurd wî weke vîna xwe dibînin çi dike? Bi gotina em ê helaliya hev bixwazin hatina Kurdistanê re nabe. Ew tên vir û diçin Enqerê gotina xwe diguherinîn. Di salvegera sedemîn ya Cuhuriyetê de em talanê, ne şewata daristanan, ne qetilkirina mirovan dixwazin. Em demokrasiyê çareseriyê dixwazin. Riya yekem ya çareseriyê jî bi dawî kirina tecrîdê ye. Di 7'ê Tebaxa 2019'an de Birêz Abdullah Ocalan gotibû 'Ez dikarim di nava hefteyekê de pirsgirêkê çareser bikim', Em ê jî ji bo vê yekî di nava têkoşînê de bin. An serkeftin, an serkeftin.”   'Tecrîd ji bo berdewamkirina polîtîkayên şer e'   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî di mîtîngê de axivî û diyar kir ku merhaba Amed, gelê me yê birûmet, jinên azad, ciwanên têkoşer hevalên hêja merhaba ji we re hûn hemû bixêr hatin serseran serçavan hatin. Mîthat, mijarên di rojevê de nirxand û got: "Em dibêjin ku em ê astengiyên li pêşiya aştiyê rakin. Astengiya herî girîng a li pêşiya aştiyê ev siyaseta şer û pevçûnê ye. Ew lîstikên dijminane. Em ê li dijî wê têkoşîna xwe bidomînin. Ev pevçûn 40 sal in li vî welatî didome. Pirsgirêka kurd heye ku ev sed sal in didome. Çareserkirina pirsgirêka kurd û bidawîkirina aloziyê du bûyerên girîng û ji hev veneqetandî ne. Bê çareserî çareserî nabe, bê çareserî jî aştî nabe. Îcar em çawa dawî li vê pevçûnê bînin? Çendek berê hevala Salîha jî ji min re got. Tam 3 sal berê îro dema ku bi parêzerên Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin pêk anî got, 'Ez ê di nava hefteyekê de dawî li rewşa pevçûnê bînin' û got, 'Ez ê vê îhtîmala pevçûnê bi dawî bikim'.  Ev tecrîd ji bo berdewamkirina polîtîkayên şer û israra di xitimandinê de ye. Ji bo çareserî û aştiyê divê tecrîd bê rakirin. Ji bo vê jî em ê weke HDP rola xwe bilîzin."   'Çareserî em in...'   Mîthat wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gotina me heye ku em bibêjin, hêza me heye. Zanîn û biryardariya me heye ku em di her şert û mercî de û li her derê vê bikin. Tecrûbeya bi dehan salan li pişt me heye, bedelên hevalên me yên îro di girtîgehê de dîl in û fedakariya mezin a gelê me heye. Em hewl didin ku layiqî wê bin. Ti pirsgirêk, armanc, bendewarî û hesabên me yên din tune. Werin em layiqî we bin. Werin em layiqî wan kesên ku bedel didin bibin. Werin em ji bo gelên vî welatî komara demokratîk ava bikin. Hêza me ya vê yekê heye, lewma em dibêjin çareserî em in, çareserî li cem me heye. Em ê bi hev re pêşerojeke ku şer, pevçûn, çek, talan û xwîn lê nebe, ava bikin. Em bawer bikin. Em dibêjin bijî azadî aştî û serkeftin.”   Mîtîng piştî stranên hunermend Murat Demîr bi dawî bû.