Dayika rojnamegera girtî Remziye Temel: Nikarin heqîqetê reş bikin 2022-08-06 09:06:49     Rabîa Onver   COLEMÊRG - Dayika Remziye Temel a girtî Fatma Temel, diyar kir ku rojnamegerên ku li pey heqîqetê çûn niha girtîne û divê demildest bên berdan.   Di 8’ê hezîranê de li Amedê di operasyona pêk hat de 16 rojnameger bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatin girtin û şandibûn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê. Rojnamegerên ku 2 meh in girtîne, pirtûk û cemedankê nadin wan û bi binpêkirinên mezin re rû bi rû ne.   Dayika rojnameger Remziye Temel, Fatma Temel der barê mijarê de axivî û destnîşan kir ku ew hem ilgel keça xwe hem ligel rojnamegerên din e û got ew ji pîşeya keça xwe serbilindin.   ‘Remziye evîndarê karê xwe bû’   Fatmayê got divê demildest rojnameger bên berdan û wiha bi lêv kir: “Keça min zanîngeh qedandibû. Dema ewil got ez vî karî dikim me got pîşeya wê bixwîne. Lê wê got ez naxwazim bibim memur, got ez naxwazim bibim koleya dewletê. Me jî rêzdarî nîşan da. Me got em her tim ligel te ne. Remziye evîndarê pîşeya xwe bû. Girêdayê hevalên xwe û karê xwe bû. Ez bi keda keça xwe serbilindim.”   Divê rojnameger neyên girtin   Fatmayê daxuyand ku divê tu rojnameger ji ber faliyetên xwe neyên girtin û wiha bertek nîşan da: “Zarokên me tenê rastî nivîsin. Bi awayekî dijhiqûqî hatin girtin. Em ligel zarokên xwe ne. Em bi wan serbilindin. Ji ber rastî nivîsîn hatin girtin. Rojnameger beyî sedem hatine girtin. Mafên kurdan nadinê. Her tim zext û îşkencê li kurdan dikin. Kurd tevî hemû zextan berxwe didin. Em dixwazin rojnamegerên me bên berdan. Zarokên me wê her tim rastiyê binivîsin. Nikarin heqîqetê reş bikin.”