‘Em ê ji bo Aysel Tûglûk li qadan bin’ 2022-08-06 09:02:06     Sema Çaglak    ŞIRNEX - Jinên Şirnexê destnîşan kirin ku biryarên li hemberî siyasetmedara kurd Aysel Tugluk tên dayîn sepandina tecrîdê ye û banga serbestberdana Ayselê kirin û gotin: "Em zilma ku li girtiyên nexweş tên kirin qebûl nakin û her wiha em ê li qadan bibin dengê Ayselê."    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a bere û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bere siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ji ber nexweşiya xwe ya demansê rewşa wê giran e. Dezgeha Tiba Edlî (ATK) cara seyêmîn rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da. Her wiha di 1'ê tebaxê de di darizandina Doza 28'ê Sibatê de li Serokê duyemîn ê Fermendariya Giştî yê serdemê Çevik Bir cezayê muebetê hatibû birîn. Lê belê ji ber teşhîsa demansê ya Çevik Bir ATK'ê rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' da û hat tehliyekirin. Di heman rojê de jî di Doza Kobanê de parastina bi zorê li Ayselê hat ferzkirin.    Li dijî darizandina Aysel Tugluk bertek û nerazîbûn her diçe zêde dibe. Jinên Şirnexê banga berdena Aysel Tûglûk kirin.   ‘Aysel Tugluk di bin tecrîd û îşkenceyê de ye’   Endama Partiya Pêşerojê ya Çepê Kesk Elfesya Nas, destnîşan kir ku zilma ku li ser Aysel Tugluk tê kirin tecrîdeke mezin e û wiha axivî: “Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir îro hem li hemberî girtiyan û hem jî li hemberî her beşên civakê xwe dide der. Aysel Tugluk di qada siyasetê de xwedî rolekê girîng digire. Hem hevalek pêşeng hem jî kedkar e. Piştî ku cenazeya dayika Aysel Tugluk ji gorê hat derxistin bandorê li Ayselê kir. Bi taybet piştî wê bûyerê tendûristiya Ayselê ber bi xerabiyê ve çû. ATK’ê jî li dijî Aysel Tugluk helwestek alîgir nîşan dide. Ew îşkence û tecrîda li ser Aysel Tugluk divê neyê paş guh kirin.”   ‘Em ê ji bo Ayselê li qadan bin'    Elfesya diyar kir ku li dijî siyasetmedarên kurd yên jin helwestek ne di rêzê de heye û û wiha dirêjî da axafina xwe: "Ew xwe di doza Kobanê de jî bi awayekî berbiçav nîşan dide. Lê belê siyasetmedarên kurd di her rewşê de jî li ber xwe didin û li dijî zilmê derdikevin.  Di Doza Kobanê de ji Aysel Tugluk re parastina bi zorî lê hat ferz kirin. Îşkenceyek bi vî şiklî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Gerek hemû civaka ji bo Aysel Tugluk dengê xwe berztir bike. Em ê li qadan bibin denge Ayselê."   ‘Em bibin dengê Ayselê’   Rêvebera HDP’ê yê navçeya Hezexê Leyla Tatli jî anî ziman ku li dijî Aysel Tûglûk îşkenceyek sistematik tê meşandin û got: “Dewlet faşîzma xwe li ser jinan, girtiyan û li ser Gelê Kurd bi her rêbazan nîşan dide. Hevala me Aysel Tugluk siyasetmedarek hêja ye û di bin zilma Dewleta Tirk de tendûristiya wê her diçe xirab dibe. Li dijî Aysel Tuglûk îşkenceyek derûnî heye. Em bingeha faşîzma Dewleta Tirk dizanin. Lewma divê em bibin dengê Ayselê. Ji bo em emcamê bigirin xebat û têkoşînên divê berdewam bike. Bêguman niha ji bo Aysel Tûglûk çalakî tên kirin lê belê terê nakin. Pêwiste ku em rewşa Ayselê di rojevê de bihelin."    ‘Em vî zilmê qebûl nakin’   Şemsî Yaman jî diyar kir ku êrişêk li dijî nasnameya jinê û nasnameya kurdbûnê heye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em dixwazin bi taybetî girtiyên nexweş yên giran ên wekî Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş serbest werin berdan. Aysel ew zilm û îşkenceyê heq nake. Di şexsê Ayselê de li hemberî jin û kurdan zilmê dikin. ATK û sazî û rêxistinên navneteweyî li hemberî Ayselê xemsar in û ew tişt nayê qebûlkirin. Em wek jinên kurd dê li dijî van bêhiqûqî û zilmê têkoşîna xwe mezin bikin. Divê li hemberê vê yekê tu kes bêdeng nemine.”