Ebru Gunay: Mîtîngên 6 û 7'ê mehê helwesta me ya li dijî şer e! 2022-08-04 12:06:11     AMED - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay di civîna heftanê de bal kişand ser mîtîngên ku dê bên lidarxistin û got: "Çareserî em in û em ê li vî welatî demokrasiyê ava bikin. Bila gumana tu kesî çênebe, em ê destûr nedin faşîzmê. Em hemû gelê xwe vedixwînin qadên mitîngan."   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) civîna heftane ya partiyê li dar xist. Di civînê de bi taybetî mîtîngên di 6- 7'ê mehê de li Amed û Stenbolê werin li darxistin hat nirxandin.    'Em ê bi mîtîngan helwesta xwe nîşabikin'    Ebrû bi bangewaziya mîtînga di 6 - 7 mehê de were lidarxistinê dest bi axaftinê kir û got: "Partiya me bi dirûşma 'Çareserî em in” di 6’ê Tebaxê de li Qada Stasyonê ya Amedê û 7’ê Tebaxê jî li Stenbolê dê du mitîngên girseyî li dar bixe. Em dibêjin 'Ji şer û dagirkeriyê na! Ji qedexekirina ziman, çand û hunera Kurdî re na! Ji qetlkirina jinan re, ji xizaniya jinan re na!' û ji bo vê jî em ê li bajaran mitîngan li dar bixin. Wekî hûn jî dizanin di 5'emîn Kongreya me ya Asayî de bersiveke pir xurt derket holê. Di kongreya me de peyameke zelal û xwedî bi hêz derket holê. Niha bi van mitîngan re em ê helwesta xwe ya zelal careke din nîşanî faşîzmê bidin."   'Em ê biguherînin, hêza me heye'    Ebrû got desthilat bi rêya şer û dagirkeriyê dixwaze îradeya Gelê Kurd û îradeya muxalîfan bişikîne, hewl dide bi rêya şer û pevçûnê krîza aboriyê binixumîne, bertekên gelan biqedîne û desthilata xwe li ser pêyan bihêle. Ebru wiha pêde çû: "Êdî li vî welatî kesekî xwe ewle û şad hîs nake. Tecrîd bi awayekî giran îro li ser hemû Tirkiyeyê belav bûye. Aborî di rewşeke wisa ye de ku hikûmeta AKP-MHP’ê îro bi awayekî aşkera nikare vî welatî bi rê ve bibe. Gelên wî welatî ji ber polîtîkayên xerab ên desthilatê roj bi roj xizan dibin. Hemû çavkanî ji bo şer, ji bo têkbirina kurdan tên şixulandin û di encamê de tabloya aborî ya îro derketiye holê. Çiqas êrişî kurdan dikin, xizanî ewqas zêde dibe. Hiqûq, demokrasî çiqas tê binpêkirin, aborî ewqas xerab dibe. Êdî hemû gelê me pir baş dizane ku tekane rêya rizgariyê guherîna desthilatê ye û em ê tev bi hev re vê pergalê biguherînin."   'Em di rêya sêyem de bi israrin'    Ebrû, banga tevlîbûna mîtîngê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê li dijî rewşa heyî têkoşîna xwe bilind bikin. Partiya me li ser Rêya Sêyemîn bi israr e û ji bo xelasiya gelan em ê deriyekî nû vekin. Çareserî em in û em ê li vî welatî demokrasiyê ava bikin. Bila gumana tu kesî çênebe, em ê destûr nedin faşîzmê. Lewma em ê bi gelê xwe re ji bo avakirina jiyaneke aram, azad û wekhev li qadên mitîngan werin cem hev û dengê xwe bilind bikin. Em hemû gelê xwe vedixwînin qadên mitîngan."   Civîna çapemenîyê bi pirs û bersivan re bi dawî bû.