Dayikên Aştiyê: Em ê di 6'ê Tebaxê de li Qada Îstasyonê bin 2022-08-04 10:05:57   AMED - Di 6'ê tebaxê de li Amedê mîtînga “Çareserî em in, ji şer û mêtingeriyê re na” tê lidarxistin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê banga tevlîbûna mîtîngê kirin û gotin: "Li dijî zilm û zextan em ê li Qada Îstasyonê bin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 6’ê tebaxê de li Amedê, di 7’ê tebaxê de jî li Stenbolê bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û mêtingeriyê re na” li dar bixe de peyamên xwe bidin. Mîtînga ku dê li Amedê bê lidarxistin dê li Qada Îstasyonê ya Yenîşehirê pêk bê û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz tevlî mîtîngê bibin. Ji bo mîtîngê li herêman bi tevlîbûna 20 parlamenterên HDP'ê xebat tên meşandin.    Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê banga tevlîbûna mîtîngê kirin û nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.    Afîfe Kartal endama Meclîsa Dayikên Aştiyeyê wiha bal kişand ser daxwazên dayikan: "Ji bo aştiyê li dijî şer dê li qada mîtîngê kom bibin. Ez bang li amediyan dikim ku qada mîtîngê vala nehêlin. Şev û roj balafirên şer çiyayên Kurdistanê bombe dikin. Xaniyên xelkê hilweşandin, zarokên wan kuştin. Em êdî naxwazin dayik bigirîn."    'Ji bo pere axa xwe firotiye'   Afîfe, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a bi Tirkiyeyê re û got: "Mesût gelo qet şerm nake ji bo pere xwe û axa xwe firotiye? Bila Mesûd Barzanî nebeje ez kurd im. Tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Bila destê xwe li ser zarokên me vekişîne. Li her derê Kurdistanê qereqol hatine çêkirin. Em bang li Barzanî dikin ku bila dev jî şer berde."   'Li vî welatî zilm û zext zêde bûye'   Endama meclîsê Nafiye Kartal jî wiha bal kişand ser mîtîngê: "Di 6'ê tebaxê de ji bo aştiyê mîtîngek tê lidarxistin. Her kes dizane ku li vî welatî zext û zilm zêde bûye. Her wiha ji bo kurdan jî her tim şer heye. Ji ber vê sedemê divê di serî de kurd beşdarî mîtîngê bibe. Ez wek dayikek li dijî şer derdikevim. Em bang li dewletê dikin û dibêjin êdî bes e!"   'Tecrîd bandorê li me hemûyan dike'   Nafîye, di dawiya axaftina xwe de wiha behsa tecrîdê kir: "Hûn jî dizanin li Îmraliyê û girtîgehên din tecrîdeke mezin heye. Ev tecrîd bandorê li me hemûyan dike. Ez wek dayikek dixwazim bila ev şer raweste. Ji ber vê sedemê em ê di 6'ê tebaxê de li Qada Îstasyonê bin."