Seham Dexîl Reşo: Dê li dijî fermanan bi rêxistinî bersiv bidin 2022-08-04 09:44:10   Medya Uren   NAVENDA NUÇEYAN -  Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Seham Dexîl Reşo, konferansa ku bi dirûşma “Bi vîna jina azad em li hemberî jenosîda Şengalê têdikoşin” pêk hatî nirxand û got: "Li dijî êrişên li hemberî jinan pêwîstî bi xebateke wisa hebû. Jin li gel hev kombûn û bi hev re nîqaşkirin. Divê di destpêkê de em hevdû fembikin û bi hev re bikevin nava hevkarî û piştevaniyê."    Konferansa Jinan a Navneteweyî, ku di 30’ê tebaxa 2022’yan de li paytexta Iraqê Bexdayê bi dirûşmeya ‘Em ê bi îradeya azad a jinan li dijî qirkirina Şengalê têbikoşin’ hate lidarxistin. Zêdetirî 100 jin tevlî konferansê bûn. Konferans bi hevkariya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û tevlîbûna jinên Iraqî pêk hat. Di konferansê de hat diyar kirin ku li hember hovîtiya ku li ser jinên êzidî tê meşandin, bersiva herî baş, hevgirtin û birêxistinkirina cîhanî yên jinan e û bang li hemû jinên cîhanê kirin ku bi hev re hesabê qirkirina jinên Şengalê bipirsin.   Derbarê konferansê de Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Seham Dexîl Reşo nêrînên xwe anî ziman.    ‘Konferans pêwîstî bû’   Seham di serî de fermana beriya 8 salan pêkhatiye bibîrxist û bal kişand li ser rêxistina piştî wê pêkhatiye: “Piştî fermanê me bingehek qayîm ji bo rêxistinbûyînê ava kir. Ji bo fermanek din pêkneyê û civaka êzidî xwe bi xwe rêve bibe berxwedanên girîng hatin dayîn. Di vê pêvajoyê de gelek sazî û dezgeh hatin avakirin. Di vê oxirê de jî gelek berdêlên giran hatin dayîn. Lewra hîna hewildanên qirkirina civaka êzidî berdewam e. Bi vê ve girêdayî jî me weke tevgera jinên êzidî û jinên Iraqî bi minasebeta salvegera fermana 3'yê Tebaxa 2014’an de konferansek li dar xist. Ev konferansek li ser asta navnetewî bû. Ji derveyî welat, ji Rojhilata Navîn, ji Ewropayê, Rusya, Iraqê û herêma Kurdistanê jî beşdarbûnek bi hêz ya jinan pêk hat.”   ‘Divê em bi hev re nav hevkariyê de bin’   Seham diyar kir ku konferans pêwîstiyek sereke bû. Seham wiha konferansê nirxand: “Pêwîste em jinên li ser vê axê dijîn bi hev re bicivin. Têkildarê ewlehiya xwe de divê em biryarê hev par bigirin. Li cihê pirsgirêk hebe yekitî û rêxistinbûyîna jinê girîng e. Bi hev re têkoşînkirin û bi yekdestî helwesta xwe nîşakirin jî bi heman rengî. Ji bo ev yekitî pêk were jî ev konferans pêwîstî bû. Jenosîda bi ser civaka êzidî pêkhatiye di sedsala 20’emîn de qirkirina herî mezin bû. Mînaka vê di tu cihê cîhanê de tûne ye. Çeteyên DAIŞ’ê ji derveyî exlaqê mirovatiyê bi hezaran jin û zarok qetilkirin. Xala din jî ku ji bo me pêwîst parvekirna van êşan bû. Divê destpêkê em hevdû fambikin û bi hev re bikevin nava hevkarî û piştevaniyê.”   ‘Me ji bo naskirina jenosîdê nirxandin kir’   Seham bal kişand li ser nirxandinên di konferansê de û got: “Jin di her şerî de dibin qurbanî û herî zêde ew jê bandor dibin. Ya ku li hemberî şer, komkujî û jenosîdan bigre wê bê guman yekitiya jinan be. Di demên dawî de jî li Herêma Kurdistana Federal û Iraqê de jî tê zanî şerek ya dagirkeriyê heye. Di pêvajoyek wiha stratejîk de jî li hevcivîn girîng e. Bi taybetî me li ser naskirina fermana ser êzidiyan nirxandinan kir. Gelek jinên êzidî hîna aqûbeta wan nayê zanîn. Ji bo dîtina wan jî me nîqaş kirin. Li gel wê ji bo mezinkirina tora jinê jî nîqaş hatin meşandin. Ev xalên girîng bûn.”   ‘Tirkiye fermanê dide berdewamkirin’   Seham herî dawî jî wiha got: “Weke din li dijî êrişên dagirkeriyê me helwesta xwe ya hevpar parve kir. Di kesayeta jinê de li djî ziman, nîjad û nasnameya gelan êriş pêk tê. Niha dewleta Tirkiyê li dijî kurdan hemûyan helwesta xwe ya dagirker nîşankir. Bi hovane êrişî axa Kurdistanê dike. Talanan dike, qirkirinê dike, kîmyabaranê dike. Ji xwe komkojiya Zaxoyê ya herî dawî pêkhatiye jî nîşaneya vê ye. Em van weke berdewamiya fermanê dinirxînin. Tirke fermanê dide berdewamkirin. Erka me jî rê li ber van komkojiyan girtine. Emê vê yekê pêkbînin.”