Jin di atolyeyên jineolojiyê de heqîqetê kîfş dikin 2022-08-04 09:04:30   Gulîstan Dursun   STENBOL - Jinên bi atolyeyên jîneolojiyê di jiyana xwe de nûbûnekê dikin "Di hevdîtinên jinan a havînê de" cih girtin û diyar kirin ku di atolyeyan de hişê wan nû dibe û bîhnê digirin. Her wiha diyar kirin ku wê piştevanî û xwedî derketin şoreşa jinê bîne.   Di çarçoveya xebatên atolyeya jineolojiyê de gelek xebat tên kirin û di Atolyeyên Jînelojiyê ya Stenbolê de ‘Hevdîtina Jinan a Havînê’ pêk hat û bi coşek mezin di 4’ê Tîrmehê de li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê pêk hat. Me derbarê hevdîtinê de bi jinan re hevdîtin pêk anî.    Ceylan Çagir ku xebata Atolya Jineolojiyê ya Stenbolê dimeşîne da zanîn ku jineolojî armanc dike ku jinan bîne gel hev û nirxên hevpar biafirîne û bi nêrîna jinê teşe bike. Ceylanê wiha vegot: “Atolye li gorî herêman li gorî hewcedariyan teşe dibe. Yek ji sernavên herî girîng sernavê mîtolojiyê ye. Mîtolojî di esasê de di nêrîna jiyan, rêxistinbûna jiyanê de gelek giştên girîng vedibêje.  Yek ji mijara girîng ya jîneolojiyê mîtolojiye.”   Jin sernavan li gorî hewcedariyan hildibêrjin   Ceylanê bi lêv kir ku jineolojî gelek mijaran digire dest û yek ji van jî hevjiyana azad e û piştre jî ‘nêzîkatiya jîneolojî û epîstemolojî ya femînîste’. Ceylanê wiha dirêjî dayê: “Ligel vê nêzîkatiya ontolojîk, di zayendê de divê ontolojî çawa bê destgirtin û mijara hebûnê balê dikşînin. Dîsa polîtîka zayendî mijarek girîng e. Ev mijar li gorî hewcedariya atolyeyan bi biryarên jinan teşe dibin.”   Seruvena xwebûnê   Ceylanê bi lêv kir ku ji her temen û alî ji her statuyê jin di atolyeyan de cih digirin û ev tişt bi lêv kir: “Jina carê tevli atolyeyê dibe xwe di têkiliya piştevaniya navbera jinan de dibîne. Bi vê têkiliyê jî dest bi seruvena xwebûnê dike. Di atolyeyan de jin xwe kîfş dikin. Atoleye xîtabê her jinê dike. Naveroka atolyê tenê bi nîqaşên teorîk namîne. Di navbera roja îro û dîrokê de têkilî tê danîn û xebatên cih û war jî tên meşandin. Atolye ji bo her jinê zîhn vedike. Gelek zanînên serê wan hatien girtin hene. Beriya her tiştî divê jin xwedî nasnama xwe derkevin. Di vî alî de atolyeyên jîneolojiyê gelek girîngin.”   Ceylanê balkişand ser atolyeyên li Stenbolê pêk hatine û got li sê herêmên Stenbolê li navçe, tax û kolanan atolye pêk anîne û got ew hemû jinan vexwendiyê atolyeyan dikin.   Jinan eleqeyek mezin nîşan dan   Guler Yilmaz jî ku tevli atolyeyê bû da zanîn ku atoleya piştgiriyek mezin dide jinan û got: “Jin di alî aborî, manewî û psîkolojîk de di bin zextê de ne. Atolye di vî alî de xwedî rolek mezinin. Divê atolyeyên jineolojiyê her tim bidomin. Atolye dibin çavkaniya moral û motîvasyonê. Em dixwazin atolye bi bernameyên cuda bidomin. Li van atolyeyan hişê me teze dibe. Em tên vir moral didin hev.”   Atolye jiyanê lêpirsîn dikin   Sînem Yildirim jî kut evli atolyê bû kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: “Em bi atolya bîhna xwe digirin. Jin bi atolyeyan xurt dibin. Di atolyeyan de hatina gel hev moral dide me. Em dîroka xwe jibîr nakin. Jin rastî şîdetê tên. Di van atoleyan de em tên gel hev û jiyanê lêpirsîn dikin.”   ‘Piştevanî wê şoreşa jinê bîne’   Hevşaredara Idîrê ku qeyûm tayînê şûna wê bûye û niha hevseroka HDP’a Esenyurtê ye, Eylem Çelîk jî der barê mijarê de axivî û got jineolojî di alî derxistina hişmendiya zayend û xwebûnê de rolek girîng dilîze û got bi van hişmendiya jinê dertê holê. Eylemê dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hatina gel hev a jinan hêzê dide hev. Piştevanî û xwedîderketin wê şoreşa jinê pêk bîne.”