'Ne bi xiyanetê em ê bi yekitiyê bighêjin armanca xwe' 2022-08-04 09:03:30   Rojda Aydin     ŞIRNEX - Halîm Ete ya ku du zarokên wê girtîne û kurek wê jî li Kobanê jiyana xwe ji dest daye daxwaz kir ku bila ev zilm bi dawî bibe û banga yekitiyê li kurdan kir.   Li ser axa Kurdistanê her êş, zilm, kuştin û girtinê hebû. Kurd bê cih û bê war hatin hiştin, koçber bûn û xizan bûn. Lê bi vê re jî berxwedaneke mezin jî hebû. Yek jî wan malbatan malbata Halîm Ete ye. Halîmaya koçer, bi eslê xwe ji gundê Dêrîşkê ya navçeya Dihê ya Sêrtê ye û 5 zarokên wê hene. Halîma ku 50 salî jiyaneke bi êş, xem, xweşî û nexweşî derbas kir, wekî gelek jinên kurd. Çîroka wê ya berxwedana li hemberî zilm û zordariyê di salên 80 û 90’î de dest pê dike.     Halîm û malbata wê koçer in û bi xwedîkirina sewalan debara xwe dikin, Halîm hem kurteçîroka xwe anî ziman û hem jî bal kişand ser girîngiya yekitiyê.    Ji koçeriyê ber bi koçberiyê ve...   Halîma wiha behsa wan rojan dike: "Di sala 1984’an de leşkeran bi ser gundê me de girt û du caran xaniyên me şewitandin û gule li ser me barandin. Me bi zorê xwe ji wir xilas kir. Her wiha hevjînê min jî rastî îşkenceyeke mezin hat. Dema hevalê Egîd hat Dihê wê demê şerek dijwar derket. Ji ber vê yekê wê demê bi ser gelek malan û gundan de girtin. Jiyan ji bo me kirin dojeh. Ji 84’an vir ve em di bin zilmê û zordariyê de ne. Ji ber xaniyên me hatin şewitandin em wê demê çûn Dihê. Nêzî 6 salan em li wir man, me hemû sewalên xwe firot û em neçara man ku li Hezexê bi cih bibin. Piştî ku em hatin li vir jî zilma dewletê bi dawî nebû. Gelek caran bi ser mala me de girtin. Piştî ku em hatin Hezexê bi cih bûn me carekedin koçeriya xwe berdewam kir.”   Du zarokên wê girtîne   Di sala 2010'an de 3 zarokên Halîmê li gundê Kîwexa Hezexê hatine binçavkirin, Halîm wiha axivî: “Zarokên min Aydin, Nurettîn û Heznî hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin. Nêzî 2-3 salan di girtîgehê de man û piştre hatin berdan. Zarokên min bêsûc bûn hatin girtin. Zarokên min şivan bûn û li ber sewalên xwe bûn. Par dîsa bi ser mala me de girtin û zarokên min binçav kirin. Kurê min Aydin hat girtin 3-4 meh beriya niha hat berdan. Her wiha dema Aydin girtî bû Nurettîn û Heznî jî carekedin hatin girtin. Nurettîn ev nêzî 5 meh in û Heznî jî ev nêzî 10 meh in mehin girtîne. 4 sal û 2 meh ceza li zarokên min birîn û cezayên wan jî hat erêkirin. Nurettîn di Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê de ye. Kurê min Heznî jî di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê de girtî ye. Dema hevdîtina herduyan jî dikeve heman rojê ez gelek zehmetiyê dikişînim. Ez nizanim ku çawa bikim.”     'Dev jî xiyanetê berdin'    Her wiha Mehmet Alî Baykara kurê Halîmê di sala 2010’an de tevlî PKK'ê bû û di sala 2015’an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da. Mehmet kurê wê ya herî biçûk bû. Halîma ya ku jiyana wê her tim bi zilm û îşkenceyê derbasbûye tu carî dev jî berxwedanê bernedaye û wiha dawî li axaftina xwe tîne: "Zarokên me bi îşkence û zilmê re rû bi rû dibîbin ev tişt di dilê me de dibe birîneke kûr. Lê belê em tu carî ji zilmê natirsin. Em ê heta dawiyê xwedî li doza xwe derkevin. Em dixwazin zarokên me bên berdan. Em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Em bi girtin û kuştinê xilas nabin. Em dayik naxwazin ku êdî xwîn birije. Kurên ku îro xiyanetê dikin divê demildest vegerin ser rêya rast. Bi xiyanetê nikarin bigihîjin armanca xwe. Bila kurd bibin yek û yekitiya xwe ava bikin.”