'Piştî civîna Tehranê êrişên li ser Rojava zêdetir bûn' 2022-08-02 09:02:18     Yara Kendeş    KOBANÊ - Têkildarî gef, êrîş û hedefgirtina jinên siyasetmedar ên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Gelê Kurd Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Herêma Firatê Fewiza Ebdî diyar kir ku ew êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmê wekî girtina tola DAÎŞ'ê şîrove dikin û wiha got:"Êriş her tim bûne lê piştî civîna Tehranê êrişên li ser Rojava zêdetir bûn. Berî wê demê jî dewleta tirk got ew ê êrişî Rojavayê Kurdistanê bike û dagir bike. Yanî stratejiya xwe ya dagirkirinê her û her dixwaze berfireh bike."   Êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Bi êrişan jinên siyasetmedar, zarok, mirovên temenmezin hemû bêyî ku ji hev bên cihêkirin tên hedefgirtin. Têkildarî êrişan Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Herêma Firatê Fewiza Ebdî nirxandin kir.    'Ev çend sal in, her rewş bi vî rengî diçe'   Fewizayê di destpêka axaftina xwe de behsa rê û rêbazên êrîşên dewleta tirk kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jixwe li herêmên me, hedefgirtina kesên ku li qadên leşkerî, siyasî û sîvîl bin jî didomin. Kesên di Asayişê de kar dikin jî dibin hedef. Bi taybet êriş li ser herêmên me yên li ser sînor in tên kirin. Ji 2012'an de heta roja me ya îro ev herêm tu carî aram nebû û bi êrişan şehadet çêbûn. Ev çend sal in her rewş bi vî rengî diçe. Tevî Rêveberiya Xweser destên xwe yên aştiyê dirêjî derdora xwe kir jî lê dîsa êrişan her dewam kirin."   'Piştî civîna Tehranê êrişên li ser Rojava zêdetir bûn'   Fewizayê di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser civîna li Tehranê hatiye lidarxistin û wiha lê zêde kir:"Em tu carî naxwazin şerê kesî bikin, lê dema şer bi ser min de were ez neçar im parastina xwe jî bikim. Di dema dawî de jî êrîş  zêde bûne. Rojê jinek tê qetilkirin. Bi van êrişana dixwazin bêjin hûn her tim hedefa min e. Êriş her tim bûne lê piştî civîna Tehranê êrişên li ser Rojava zêdetir bûn. Berî wê demê jî dewleta tirk got ew ê êrişî Rojavayê Kurdistanê bike û dagir bike. Yanî stratejiya xwe ya dagirkirinê her û her dixwaze berfireh bike."   'Têkoşîna me mezintir dibe'   Fewizayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dewleta tirk di bin kirîzan de maye û wiha dewam kir: "Dewleta tirk a niha di gelek kirîzan re derbas dibe. Qeyrana aborî, siyasî heye. Ew jî niha ber bi hilbijartinê ve diçe. Êdî dawî li sedsala Hevpeymana Lozanê jî tê. Ji ber vê jî Erdogan dixwaze dema biçe hilbijartinan bi serkeftinê biçe. Dixwaze bêje wa ye min ser sînorên xwe ewle û berfireh kiriye. Ji ber vê jî dixwaze kirîza xwe ya hundir veşêre û ya derve çêbike. Her tim dixwaze bala gel ji pirsgirêkên di nava xwe de dijîn, dûr bixe. Dixwaze gel bi 'ewlehiya' ku tîne ziman mijûl bike. Bi vê yekê re jî dixwaze rastiyan ji gel veşêre. Hevpeymana Lozanê ji ber di 2023'yan de bi dawî dibe dewleta tirk dixwaze li ser maseyê bibêje em sînorên Mîsaki Mîlî diparêzin. Gelek armancên dewleta tirk hene. Ji bo bigihêje armancên xwe jî jinên siyasetmedar ên mîna Hevrîn Xelef, Zehra Berkel kirin hedef. Bi vê yekê xwest îradeya me têk bibin lê belê têkoşîna me mezintir dibe."   'Em ê tim li ser rêya şehîdan bin'   Fewizayê di dawiya axaftina xwe de peyameke wiha da:"Em ê her tim li ser rêya şehîdên xwe bin û dev ji doza  hevalên xwe yên şehîd bernedin."