Jinên Elewî: Li dijî êrişan, li gel me bin 2022-08-01 12:03:47     Melike Aydin   ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku Wezareta Karê Hundur bi giştînameya ji saziyên Elewiyan re şandiye henekê xwe bi Elewiyan dike û gotin:"Bi êrişa hemdem a li dijî saziyên elewiyan a piştî giştînameyê pevçûneke civakî dikin armanc. Li dijî vêya têkoşîna hevpar girîng e."   Bi awayekî hemdem li Enqereyê di roja ewil a Rojiya Muharremê de li dijî Cemeviya Ana Fatma, Cemeviya Şah-ı Merdan, Komeleya Gokçebel Koy û Weqfa Elewî Bektaşî ya Turkmen êriş pêk hatin. Elewiyên ji aliyê îktidarê ve baweriya wan tune tê hesibandin bi sed salan e bi zext, komkujî û bişaftinê rû bi rû tên hiştin.    Jinên Elewî bertek nîşanî êrişan dan    Berpirsa Federasyona Komeleyên Alevî Bektaşî ya Herêma Egeyê, Gulbahar Kaplan da zanîn ku Wezareta Karê Hundur bi giştînameya şandiye gotiye "Ew ê nêzî cemeviyan bin û vala nehêlin". Gulbaharê da zanîn tiştekî wiha tê wateya tunehesibandina rêxistinên Elewiyan û got bi vê yekê henekên xwe bi Elewiyan dikin. Gulbaharê got:"Her çiqas ew bixwazin me tune bikin jî em ê têbikoşin. Kê ev êriş kiriye em pir baş dizanin. Em bi van lîstik û provakasyonan nexapin. Em ê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bidomînin. Ev êriş ne te nê li dijî me ye, li dijî hemû canên me yên li gel me ne. Em hêvî dikin ku hemû rêxistin û sazî li gel têkoşîna me ya mafdar bin."   'Ev êrişana bi salan e bi awayekî organîzekirî didomin'   Endama Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD), Yeter Erol da zanîn îktidar kîn û nefretê mezin dike û wiha lê zêde kir:"Siyasetmedar bi zimanekî baş naaxivin. Dema ew wiha dikin, civak jî êriş dike. Ev êrişana bi salan e bi awayekî organîzekirî didomin. Bêtir jî di meha rojiyê de ev êriş tên kirin. Divê ji zimanê nefretê dûr bê sekinandin."   'Tu mafê wan tune ye baweriya me perçe bikin'   Welatiya Elewî ya Gulşen Bag diyar kir ku wan ji ser medyaya dîjîtal êriş bihîstîne û wiha pê de çû:"Pirgirêka Elewiyan hemû kesî eleqedar dike. Gotinên li dijî Elewiyan nefretê kûrtir dike. Sunni têra xwe piştgiriyê nadin me. Ger piştgirî ji bo zêde be kesek nikare cesaretî êrişî bike. Lê belê dibêjin 'cîranên min, min eleqedar nakin'. Ger tu ji zilma li ser min bêdeng be wê sibehê bê serê te. Em welatiyên vî welatî ne me dizî û nelirêtî nekirine. Wê demê em jî biçin êrişî camiyan bikin? Di baweriya me de ev tune ye. Tu mafê wan tune ye baweriya me perçe bikin."