‘Li dijî jîngeha kurdan bêtehamulîyek mezin heye’ 2022-07-28 09:02:09   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Hevseroka HDP'ê ya bajarê Şirnexê Sabuha Akdag, destnîşan kir ku li dijî hebûn û jîngeha kurdan dijminatî û bêtehamûliyek mezin heye û got: “Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrîşî kurdan dike û tevî van yekan tu encamek nikare werbigire. Kurd bi avan êrîşên ku tên kirin naqedin û serî natewînin.”   Êrîşên Arteşa Tirk ên bi hevkariya PDK’ê di meha çaremîn de didomin. Li gel ku ji van êrîşan tu encamê nagire jî her ku diçe êrîşên xwe berfirehtir dike. Dewleta Tirk di çarçoveya van êrîşên xwe d di 20'ê Tîrmehê de li gundê Perex ê bajarê Zaxoyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê bi topebaranê êrîş kir. Di encama topbaranê de 9 kes hatin qetilkirin û 22 kes ji birîndar bûn. Li dijî vê komkujiyê bertek û nerazîbûn her diçe zêdetir dibin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Şirnexê Sabuha Akdag têkîldarî pêvajoyê axivî.   ‘Tirkiyê ji êrîşên xwe tu encamê nagire’   Sabuha, daxuyand ku li dijî hebûna kurdan demeke dirêj e êrîşek topyekûn hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Pêvajoya ku em niha tê re derbas dibin, pêvajoyek hessas û dijwar e. 4 meh in bi piştgiriya PDK’ê li dijî hebûna kurdan êrîşek mezin heye û tevî vê desthîlatdariya AKP-MHP’ê tu encamê nikarin ji êrîşên xwe bigirin. Lewra her diçe êrîşên xwe berfirehtir û hovtir dikin. Heke desthîlatdariya AKP-MHP’ê li dijî kurdan di şer de bi israr be wê pêşveçûyîna wê jî tune be. Tirkiyê di nav alozî û qeyranek mezin de ye û bi tu awayî nikare çareseriyekê bibîne. Dewleta Tirk hemû derfetên xwe yên aborî ji bo şer xerc dike û ev jî têkçûyîna wê zêdetir dike.”   ‘Li dijî kurdan bêtehamulîyek mezin heye’   Sabuha, destnîşan kir ku dijminatî û bêtehamûliyek mezin li dijî kurdan û jîngeha wan heye û got: “Li herêmê jî ev êrîş bi polîtîkayên şerê taybet tên kirin. Hem li dijî partiya me êrîşek heye, hem li girtîgehan hem jî li dijî xweza û erdnîgariya me şerekî taybet heye. Ne çekdarî be jî bi şerekî taybet tunekirina kurdan tê armanckirin. Hem di warê civakî û hem jî di warê çandî de dixwazin kurdan qir bikin. Bi taybet jî li herêma Şirnexê li dijî xwezayê qirkirinek heye. Bi hêjmarek mezin dar tên birîn û Tirkiyê wan ji xwe re wek rantekê bi kar tîne. Gelek qadên darîstanî heta niha hatine tunekirin û ev mijareke gelek xeter e. Li dijî kurdan û jîngeha wan bêtehemûliyeke mezin heye. Ango ji her aliyî dijminantiya kurdan tê kirin û hebûna wan nayê tehamûlkirin. Naxwazin kurd li ser erdnîgariya xwe bijîn.”   ‘PDK’ê xaka xwe radestî Tirkiyê kiriye’   Sabûha di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser komkujiya Zaxoyê û destnîşan kir ku li herêma başûr bi wan êrîşan re tê xwestin ku gel çavtirsandî bikin. Sabuha, got: “Bi salan e li başûrê Kurdistanê dewleta tirk sîvîlan qetîl dike û dema ku diyar dibû ên tên qetilkirin kurd in dengekî bilind dernediket. Di komkujiya Zaxoyê de Gelê Ereb hat hedefgirtin û bi vê re hate dîtin ku mesele tenê ne kurd in. Dewleta Tirk bi van komkujiyan armanc dike ku xaka başûrê Kurdistanê bi tevahî dagir bike. Di vê komkujiyê de helwesta PDK’ê zêdetir hate aşkerekirin. PDK’ê ewqas zêde rê daye ku Tirkiyê vê ceseretê bi xwe re dibîne van êrîşan bike. Li bakûrê Kurdistanê çawa li dijî kurdan êrîş û komkujîyan pêk tînê êdî bi heman şêwazan li başûr jî van dike.”   ‘Gelê Kurd serî natewîne’   Sabuha, anî ziman ku divê pirsa kurd  re çareseriyek were dîtin û ev tişt got: “Gelê Kurd ne biyaniyê wan êrîş û komkujiyan e. Bi salan e li dijî hebûna kurdan cûrbecûr êrîş tên kirin. Wekî di salên 90’î de jî hemû rê û rêbazên êrîşan dihatin ceribandin. Bi şerkirin, kuştin û rûxandinê tu encam nayê wergirtin. Ji ber ku bi salan e heman êrîş û komkujî pêk tên û tên dubarekirin. Gelê Kurd bi van êrîşan naqede û serî jî natewîne.  Pêdiviya vî welatî bi diyalog, zimanêkî demokratîk û aştîyane heye.”