'Yek ji armanca Forûma Jinên Rojhilata Navîn, têkoşîna jinan a hevpar e' 2022-07-28 09:01:17   Hêlîn Asmîn   QAMIŞLO - Endama Dîplomasiya Kongreya Star Rûken Ehmed li ser encamên Forûma Jinên Rojhilata Navîn a bi munasebeta 10'emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat lidarxistin, axivî. Rûkenê bal kişand ser armanca forûma hat lidarxistin û wiha got:"Yek ji armanca Forûma Jinên Rojhilata Navîn, têkoşîna jinan a hevpar e."   Kongreya Star bi munasebeta 10 saliya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şoreşa jinan û bi aramanca danasîna destkeftiyên jinan a di qada şoreşê de bi dirûşma "Bi Hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin "Forûma Jinên Rojhilata Navîn li dar xist. Forûma Jinên Rojhilata Navîn, li Zanîngeha Rojava bi beşdariya 7 rêxistinên jinan ên Komîteya Zenûbiya, Meclîsa Jinên Suryan, Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Jineolojî, Kongreya Star, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) pêk hat. Endama Dîplomasiya Kongreya Star Rûken Ehmed li ser encamên Forûma Jinên Rojhilata Navîn a bi munasebeta 10'emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat lidarxistin, axivî.   'Şoreşa Rojava şoreşa hemû jinan e'   Rûken Ehmed têkildarî Forûma Jinên Rojhilata Navîn a bi munasebeta 10'emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat lidarxistin, axivî û  ev tişt anî ziman: "Armanca me ya ji bo vê forûmê yek jê ew bû ku em bikaribin ezmûna me ji şoreşa xwe girtiye, bi jinên Rojhilata Navîn re parve bikin. Forûma me bi beşdarbûna 1000 delegeyan û 7 rêxistinên jinan pêk hat. Di heman demê de jinên ku dixwestin bên lê nikaribûn bên, bi rêya onlîneyê tevlî Forûmê bûn. Ji her aliyê cîhanê jin di Forûma me de amade bûn. Ji ber armanca me ya sereke ew bû ku em bikaribin ezmûna şoreşa ku ev 10 sal in li Rojava pêk hatiye, bi tevahî jinan re parve bikin. Di heman demê de em li ser mijara di nava van 10 salan de milê ku em kêm mane çine, çareseriya wê çiye û em ê ji tevahî jinan re çawa bibin bersiv, sekinîn. Şoreşa me hîna berdewam e û gelek xeterî li ser hene. Mijarên mîna em ê şoreşa xwe çawa biparezin, heta niha destkeftiyên heyî çawa xurt bikin û ew ê jin çawa hîn zêde pêş bikevin, gelekî girîng in. Di vê derbarê de rewşa jinên li herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin ên mîna Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û jinên Efganîstanê hatin nîqaşkirin. Li ser vê esasê li hemberî hemû êrîşên dagirkiriyê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Şoreşa Rojava şoreşa hemû jinan n e."   'Şoreşa me, şoreşa hemû jinên cîhanê ye'   Rûkenê bal kişand ser helwestên jinan û wiha got: ''Gelek jinan ji derve dixwestin bên beşdarî Forûmê bibin. Lê mixabin nikaribûn bihatana. Ji ber Rejîmê destûr neda lê ew jî bi rêya onlineyê beşdar bûn. Jinên ji derve beşdarî Forûmê bûn jî gelek kêfxweş bûn. Niha gelek jin hene ku dixwazin bên tevlî şoreşê bibin û ezmûnên ku me bi salan e girtiye em bi wan re parve bikin. Bi taybet dixwazin em ezmûnên xwe yên mîna Zagona Jinê, Pergala Hevserokatîyê, Xwseriya Jinê û Pergala Jinê Jineolojî çawa tê birêvebirin, bi wan re parve bikin. Ev pergal gelekî bala jinan dikşîne. Ji ber vê jî gelek jin dixwazin di cih de bibînin. Lê hêzên hegemonîk ên ku ji pergala jinê ditirsin naxwazin jin bên gel hevdu û her rêbazê didin şixwulandin ji bo ku asteng bikin. Mînaka herî berbiçav jî heyeta jinan ji Lubnanê hat heta Balafirgeha Qamişloyê lê Rejîma Sûriyeyê nehişt derbasî Rojava bibe. Gelek jinên cîhanê û Rojhilata Navîn bi rêya onlineyê tevlî Forûmê bûn. Şoreşa me, şoreşa hemû jinên cîhanê ye. Jixwe jin jî dibêjin ev şoreş, şoreşa me ye. Em wekî jin li ku derê bin têkoşîna me heta astekê yek e. Hemû jin li hemberî zihniyeta desthilatdar têkoşînê dikin. Ji ber vê hemû jin pêwîst e xwe bikaribin biparezin û li hemberî qirkirin û komkujiyan, zanista xwe pêş bixin."   'Yek ji armanca Forûma Jinên Rojhilata Navîn, têkoşîna jinan a hevpar e'   Rûken Ehmed di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jinan a hevpar û wiha dewam kir: ''Di  Rojhilata Navîn de pirsgirekên jinan piranî yek in. Hişmendiya mêr, îslama siyasî, netewperestî û zayendperestî mijarên hevpar in ku jin li hember têkoşînê bikin. Projeya me ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn derbas dibe. Di heman demê de jinên cîhanê jî dikarin di nava projeya me de cih bigirin. Ji ber Pergala Netewa Demokratîk ji bo hemû cîhanê ye. Di Rojhilata Navîn de rêxistinên jinan kêm in. Piranî di asta kesayetan de maye. Lê bi 10 saliya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, em dikarin bêjin gelek gavên girîng hatin avêtin. Hişmendiya pergala heyî bi salan e ku gelê herêmê ji hevdu dûr xistiye, li ser jinê jî bandoreke neyînî daye avakirin. Lê bi şoreşa me re, bi jinan re hevgirtinek çêbû. Ev ê bandora xwe li ser civakê giştî jî bike. Lê têkoşîna niha ya heyî ne têrker e û têkoşînek pir xurt jê re dixwaze. Wek Tevgera Jinên Kurd em tenê ji bo Jinên Kurd têkoşînê nakin. Em ji bo tevahî jinên cîhanê têkoşînê didin meşandin. Armanc têkoşîneke hevpar e. Jixwe yek ji armanca Forûma Jinên Rojhilata Navîn jî, têkoşîna jinan a hevpar e. Di milê qanûnî de gelek destkeftiyên me hene. Ev qanûn ji bo hemû jinên li Sûriyeyê dijîn derbas dibin. Di heman demê de jinan komî gel hevdu dikin. Pergala Rejîma Sûriyeyê di jinan de gelekî bêhêvîbûn daye avakirin. Di van 10 saliyên ku derbas bûye de her çiqas zext û êrîşên pir dijwar hatin kirin jî me dîsa rêxistina xwe ava kir û em gihaştin gelek jinan.''   'Şehadeta Jiyan, Roj û Barînê wê ji me re bibe bingeha têkoşînê'   Di 22'yê Tîrmehê de Fermandara QSD û YPJ'ê Jiyan Tolhildan, Fermandar Roj Xabûr û endama YAT'ê Barîn Botan di encama êrîşa balafireke bêmirov a biçek a dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan. Rûkenê qetilkirina her sê fermandarên jin Jiyan, Roj û Barînê bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ''Roja yekemîn di Forûmê de fermandera YPJ'ê Jiyan Tolhildan panela rola parastin û xeteriyên hene anî ziman. Taybet li ser rola YPJ'ê ya ku li hember çeteyan li berxwe da û ji bo hemû jinên cîhanê bû îlham û xeteriyên heta niha li ser şoreşa me hene di kîjan astê de ne, pêwîst e em li hember wan xwe çawa biparêzîn, sekinî. Parastin ne tenê erka YPJ'ê ye, erka hemû jinan e. Jin ji bo azad bijîn pêwîst e, xwe biparêze. Hedefgirtina Jiyan Tolhildan bê guman wê ji bo me bibe hêrsa têkoşînê. Ji ber ev ne cara yekê ye pêşengên şoreşa me tên hedefgirtin. Şehadeta van hevalan ji bo me êşeke mezin e lê belê bila hezên desthilatdar jî bizanibin em ê têkoşîna wan berdewam bikin. Hêzên desthilatdar dizanin çiqas jin xwe birêxistin bikin wê pergala wan têk biçe. Ji ber vê her tim jinan ji xwe re dikin hedef. Em jî wek jin dibêjin tu êrîş vîn û baweriya me naşkînin. Em van êrîşan şermezar dikin. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Wê Jiyanê mîna navê xwe her tim di jiyana me de be. Şehadeta Jiyan, Roj û Barînê wê ji me re bibe bingeha têkoşînê.''