Zarokê ku bi cismekî leşkerî birîndar bû rewşa wî giran e 2022-07-27 10:44:54   WAN - Zarokê 12 salî H.E. yê ku dema miyên xwe diçêrandin di encama cisemekî leşkerî ku teqiya de birîndar bû, xeteriya wî ya jiyanê berdewam dike.  Apê H.E. Sefer Eryilmaz, ê ku derbarê rewşa wî de agahî da, diyar kir ku li gel ku wan agahî dane leşeriyê jî tu mudaxele nehatiye kirin û H.E. yê birîndar ji aliyê zarokan ve hatiye hilgirtin.   Li navçeya Elbak a Wnê li gundê Kiratî  di encama cismekî ku teqiya de, zarokê 12 salî ê bi navê H.E. giran birîndar bû. H.E.dema ku miyên xwe diçêrandin li nêzî sînorê Îranê  di encama cismê leşkerî ku teqiya de giran birîndar bû. H.E. ji aliyê du zarokên di temenê wî de hat hilgiritn. Derbarê mijarê de apê H.E. Sefer Eryilmaz ji ajansa me re axivî.   Zarokan ew hilgirtin û anîn   Sefer diyar kir ku piştî teqînê zarokan agahî dane leşkeriyê lê tu kes eleqedar nebûye û ji ber vê zarokan H.E. heta gund hilgirtine. Sefer anî ziman ku pitî wan bûyer bihîstine çûne cihê bûyerê û wiha  berdewam kir, "Mazota wesayita me tune bû. Ji bo ku gazî helîkopterê kirin me agahî da leşkeriyê kir. Lê bi me re nebûn alîkar. Me H.E. hilgirt û bi wesayita keya me ew bir gûnd."   Zarokê birîndar bi saetan hat rawestandin   Sefer diyar kir ku wan piştî H.E. ji bo wesayitê birine ber deriyê keya û şûnde bi ambulansê ew rakirine nexweşxaneya Elbak ya Wanê û ji wê jî birine Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncuyil ya  Wanê. Sefer diyar kir ku H.E. 7 setan di ameliyatê de mayê û li gorî agahiya ku ji doktorna girtine xeteriya wî ya jiyanê berdewam dike.   'Ne qeza ye'   Sefer destnîşan kir ku cihê bûyerê mêrga ku niştecihên gund herdem heywanên xw lê diçêrînine û ev tişt got, "Leşkerî nahêle em biçin nava mêrg û çîmanên xwe û em nikarin giyayê xwe biçinin. Heqaretê li me dikin. H.E. ji ber lawaziya rewşa aborî şivantî dikir. Leşkeriyê ji me re negot qedexe ye anî jî teqemenî li wê heye. Bûyer ne qeza ye û bi zanebûn hatiye kirine. Em nema dikarin ji malên xwe derkevin û heywanên xwe biçêrînin. Em di bin zexta leşkeriyê de dijîn. Ev ne bûyera ewil e, berê jî ji ber gulebarana leşkeran a kêfî welatiyek ji ber guleya li lingê wî ket astengdar ma."