'Forûma Jinên Rojhilata Navîn, wê bibe sedema yekbûna jinan' 2022-07-27 09:03:06   Hêlîn Asmîn   QAMIŞLO - Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsûf li ser mijarên Forûma Jinên Rojhilata Navîn, rewşa siyasî, cîhanî û rewşa jinê got:"Şoreşa jinan şoreşa li dijî zayendperestî, olperestî û zîhniyeta baviksalarî ye. Her wiha şoreşa jinan perspektîfek nû derxist holê. Yekbûna jinan wê azadî û wekheviyê bîne. Forûma Jinên Rojhilata Navîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê bibe sedema yekbûna jinan. Em şoreşa 10'emîn a Şoreşa Rojava pîroz dikin."    Kongreya Star bi munasebeta 10 saliya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şoreşa jinan û bi aramanca danasîna destkeftiyên jinan a di qada şoreşê de bi dirûşma "Bi Hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin "Forûma Jinên Rojhilata Navîn li dar xist. Forûma Jinên Rojhilata Navîn, li Zanîngeha Rojava bi beşdariya 7 rêxistinên jinan ên Komîteya Zenûbiya, Meclîsa Jinên Suryan, Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Jineolojî, Kongreya Star, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) pêk hat. Têkildarî Forûma Jinên Rojhilata Navîn, rewşa siyasî, cîhanî û rewşa jinê Endama Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nirxandin kir.    'Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû şoreşa jinan'   Foza Yûsûf bal kişand ser armanca forûmê û wiha domand:''Armanca me ya Forûma Jinên Rojhilata Navîn yek jê ew bû ku em bînin ziman ev 10 salên şoreşa jinê berdewam dike. Em bikaribin destkeftî û encamê şoreşê binirxînin, ji nû de plansaziya xwe bikin. Ji ber me di nava van 10 salan de gelek bedel dan. Di heman demê de şoreşa me hîna berdewam e. Di vê dema ku pêşketinên herêma me çêdibin lidarxistina vê forûmê bê guman xwedî wateyeke cuda ye. Ji ber wê di forumê de me xwest em 10 saliya şoreşa xwe li ber çavan derbas bikin. Taybet rola jinê ya di guhertina civakê de di kîja astê de bû? Ji ber di van 10 salan de di asteke şoreşgeriyê de guhertin çêbûn. Şoreşa ku gelan dixwest di cîhanê de pêş bixe di Rojavayê Kurdistanê de pêk hat. Di sala 2011'an de li gelek bajarên Sûriyeyê gel rabûn serhildanan lê şoreş pêk nehatin, ji ber derfetê ku li wan herêman şoreş pêş bikeve kêm bû û şoreş ji xeta xwe derket. Lê bi ked û berdêlên mezin şoreşa me cihê xwe girt û heta niha hat. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû şoreşa jinan."   'Bi zanista jinê re her tim wê çirûska şoreşê geş bimîne'   Fozayê 10 saliya şoreşa 19'ê Tîrmehê nirxand û ev tişt anî ziman: ''Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa hemû jinan e. Di dema şoreşê de di her  warî de destkeftiyên jinan çêbûn. Di milê siyasî, parastinê de. Her wiha di jiyana gelek jinan de guhertin çêbûn, ev rojane jî diyar dibe. Jin êdî ne mehkûmê jiyana kevneperest in. Ji bo jinê jiyanek nû çêbû, gelek tiştên nû pêş ketin. Berî şoreşê hema bêje heqê jinan ê hilbijartina gelek tiştan a bi xwe tune bû. Ji bo jinê ev pêvajo pir girîng bû. Guhertin û veguhertinên di jiyanê de çêbûn ji bo jinê gelekî, girîng bûn. Ji ber çiqas heqê hilbijartina mirovan çêbibin ew qas qada azadiyê ji bo mirovan zêdetir dibe. Di vê forûmê de mijarek esasî ya me nîqaş kir, ev bû. Di roja me ya îro de rojane li hemberî me şerê derûnî û şerê taybet didin meşandin. Ji bo bikaribin şoreşa me vala derbixînin. Hemû armanca van hêzên hegemonîk ew e ku dîsa jinê ji xwe re bikin kole. Ji ber vê jî dixwazin civakê bifetisînin. Di nava van 10 salan de hêzên desthilatdar hemû lîstokên xwe li ser me dan meşandin. Ji rêka ragihandinê bigire heta rêka şerê nefsî û derûnî, bi her hawî, bi dek û dolabên xwe dan meşandin. Lê belê bi zanista jinê re her tim wê çirûska şoreşê geş bimîne."   'Divê em şoreşa xwe bikin şoreşa civakî'   Fozayê di berdewamiya axaftina xwe da bal kişand ser şerê cîhanê yê sêyemîn û wiha lê zêde kir: '' Şerê cîhanê yê sêyemîn îsal dest pê nekiriye. Belê gelek kes dibêjin bi şerê Ûkraynayê re dest pê kir lê belê li ser axa me, bi salane şer tê kirin.  Yên herî zêde ji vî şerî bi bandor dibin jî jin in. Jin di hemû şeran de dibin amûrê şer. Bi her awayî qirkirina jinan pêk tê. Jin bi komkujiyê re rû bi rû dimînin. Di van 10 salê dawiyê de li Sûriyeyê bi hezaran jin hatin windakirin, tecawizî bi dehan jinan hat kirin, bi hezaran jî hatine kuştin û gelek kes ji malê xwe derketin, bûne penaber û heta niha jî di kampan de dijîn. Yan em ê azad bijîn an jî em ê nejîn. Rêka sêyemîn nîne. Ji ber vê gerek em bizanibin, êrîşên gelek mezin li dijî me hene. Zarok û jinan dikujin û xwezayê talan dikin. Divê em hemû ji rengên êrîşan re amade bin. Me ji parastin, perwerde, xebatên civakî, edalet û civakê re pêşengtî kir. Divê em şoreşa xwe bikin şoreşa civakî."   'Ger parastina şoreşê mayinde nebe, şoreşa niha heyî jî mîsoger nabe'   Fozayê bal kişand ser şerê gelê şoreşger û wiha domand: ''Pêwîst e em stratejiya van 10 salan a şerê gel ê şoreşgeriyê ji xwe re bikin îbadet û her roj xwe ava bikin. Ji ber ku parastina jinê tune be, civak nikare xwe biparêze. Jiyan bi azadiyê bi wate dibe, parastin tune be azadî jî nabe. Ji ber vê herî zêde pêwîstiya jinê bi parastinê heye. Mijara herî zêde me nîqaş kir, yek jî jê parastin bû. Parastin ji bo hemû zindiyan pêwîst e. Pêwîst e em wek jin parastina xwe di her milî de xurt biken. Em nikarin bêjin, em şer naxwazin, rast e em şer naxwazin lê, em nabin qurbanê şer jî. Ger parastina şoreşê mayinde nebe, şoreşa niha heyî jî mîsoger nabe. Pêwîst e her jinek xwedî li azadî û şoreşa xwe derkevin. Îro dewletên herî mezin, ji bo hebûna xwe çekan çêdiken. Ev çek gelek carî li hember me tên bikaranîn. Di vê dema dîrokî de em li berxwe nedin, em ê bê rûmet derkevin. Tiştê ku heta niha me ava kir wê têk biçe, em ê li hemberî keda jinan û keda ku heta niha şehîdên me dane, bê rûmet bikevin. Ji ber vê em dibêjin pêwîst e, jinên şoreşger pêş bikeve. Stratejiya parastinê, em nikarin ji azadiyê qut bigirin dest.''   'Forûma Jinên Rojhilata Navîn, wê bibe sedema yekbûna jinan'     Foza Yûsif da zanîn ku Şoreşa Rojava di 10 saliya xwe de ye û wiha bi dawî kir: "Şoreşên civakî bi salan li berxwe didin. Ji bo şoreş pêk bên jî di milê zîhnî de guhertin pêwîst e. Ev guhertin bi salên demdirêj berdewam dikin. Pêwîst e jin bi her awayî têkoşîna xwe berdewam bike. Li hember hemû kevneşopiyan xwe biparêze. Me şoreşa jinan ava kir û divê em vê şoreşê bikin cîhanî da ku jin jiyaneke nû ava bikin. Şoreşa jinan şoreşa li dijî zayendperestî, olperestî û zîhniyeta baviksalarî ye. Her wiha şoreşa jinan perspektîfek nû derxist holê. Yekbûna jinan wê azadî û wekheviyê bîne. Forûma Jinên Rojhilata Navîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê bibe sedema yekbûna jinan. Em şoreşa 10'emîn a Şoreşa Rojava pîroz dikin. Tiştek nikare li hember vîna me bisekine. Me wekî jinên herêmê di van 10 salan de gelek zehmetî dîtin, lê belê şansa ku em vê şoreşê mayinde bike, heye. Pêwîst e baweriya me hêza me hebe, em xwe bixwe, biparezin. Ger em wekî jin û gelê heremê hêza xwe bikin yek, em ê bandorê li cîhanê jî bikin. Şoreşa 19'ê tîrmehê nirxê pir mezin ava kir. Di demek wisa de êrîş mezin in lê derfetên me jî pir in. Em bi îrade û hêza jinê, dikarin şoreşê pêş de bibin."