'Zîhniyeta darbeya siyasî niha di vê civînê de ye' 2022-07-26 13:11:10     ENQERE - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş di civîna komîsyona ji bo rakirina destnedayina parlamenteriya Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz kom bû de wiha got:"Zîhniyeta darbeya siyasî niha di vê civînê de ye."   Di komiyona ku ji bo Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz de civiya rageşî derket. Xwestin rojnamevanan derxin. Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşan da û got bloka AKP-MHP’ê dixwaze li ser parêzbendiyan darbeye berdewam bike û zîhniyeta darbeya siyasî niha di civînê de ye.    Komîsyona Têkel ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz civiya. Komîsyon bi serokatiya Yusuf Beyazit ê AKP’yî civiya. Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Tulay Hatimogullari, Mehmet Ruştu Tiryakî, Abdullah Koç, Huseyîn Kaçmaz û Erdal Aydemîr tev li civînê bûn. Her wiha parlamenterên CHP, Partiya ÎYÎ, MHP û AKP’ê jî tev li civînê bûn.    Di komîsyonê de rapora derbarê rakirina parêzbendiya Aydenîz de dê bê nirxandin. Biryara li ber destêKomîsyona Amadekar a ji bo rakirina parêzbendiyas Aydenîz bi denge AKP’ê hatibû erêkirin. CHP dengên red dabû.    Di Komîsyonê de li şûna Salîha dê parlamenterên HDP’ê ku tev li civînê bûn parastinê bikin.    'Hûn sansurê dikin'   Di kêliya ku Komîsyonê dest bi hevdîtinê kir, rojnamevanan dîmen girtin. Hat xwestin ku rojnamevan derkevin derve. Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî derxistina rojnamevanan da û ji serokê komîsyonê re got: “Hê we pirs nekiriye, dest bi civînê nekiriye, hûn ji rojnamevanan re dibêjin derkevin.” Yusuf Beyazit ê AKP’yî jî got, “belê ez wisa dibêjim.’ Meral berteka xwe domand û wiha axivî: “Hûn çi vedişêrin. We dosyeya parêzbendiyê aniye. Ev helwestek kêfî ye, dijhiqûqî ye. Bila gotinên me jî bigirin. Hûn sansurê dikin. Hûn naxwazin rastî derkevin holê. Çima hûn li rastiyan guhdar nakin.”    'Zîhniyeta darbeya siyasî niha di vê civînê de ye'   Meral nerazîbûna xwe wiha domand: “Em dibêjn ku çapemenî heke bixwaze dikare civînê bişopîne. Bloka AKP-MHP’ê li ser parêzbendiyan darbeye berdewam dike. Zîhniyeta darbeya siyasî niha di vê civînê de ye. Hûn li dijî HDP, DBP’ê darbe dikin. Vî tiştê ku hûn dikin di hiqûqê û rêziknameyê de nîne. Rêbazek wisa nîne.”    Ji bo civînê navber hat dayin   Serokê komîsyonê Beyazit ê AKP’yî guh neda nerazîbûna Meral û piştî rojnamevanan dîmen girtin ji civînê hatin derxistin. Di civînê de rageşî derket û li ser vê yekê navber hat dayîn.