Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Amedê daxuyanî dan 2022-07-26 12:58:23   AMED - Xizmên girtiyan di çarçoveya çalakiya "Nobeda Edaletê" de li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.   Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li Amedê bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin hat destpêkirin li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê berdewam dike. Malbatan di çarçoveya çalakiya xwe de daxuyanî dan çapemeniyê.   Ji bo piştgiriyê bidin malbatan Med TUHAD-FED, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên Di Dergûşa Şaristaniyê ya Mezopotamyayê xizmên xwe winda kirin (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) jî tevli daxuyaniyê bûn.   'Bila cenaze ji girtîgehan neyên'   Ji xizma girtiyan Reşahat Ada jî spasiya her kesê ku piştgirî da wan kir, bang li Wezareta Edaletê û Serokomariyê kir û wiha got: “Gelo vê zilmê nabînin? Xwarinê nadin girtiyan. Zilmê li wan dikin. Di bin zextan de ne. Em xizmên girtiyan vê yekê qebûl nakin. Bila rayedar destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Em li edaletê, wekheviyê digerin, ne li zilmê digerin. Ez duh bi birayê xwe re axivîm, rewşa wan nebaş bû. Hat gotin ku cezayê dîsîplînê li 5 hevalên wan birîne. Pirtûk û name nayên dayîn. Pismamê min yek li Tekîrdagê û yê din jî li Girtîgeha Bandirmayê dimîne. Lêbelê nameyên ku ji hev re şandine nayên dayîn. Em naxwazin cenazeyên girtiyan bên."   'Êdî bes e bila dayik negirîn'   Reşahatê pirsa “Çima partiyên siyasî piştgiriya me nakin?” jî kir û got, “Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin. Em dayik ji ber tiştên ku qewimîn nikarin razên. Divê înfazên girtiyan neyên şewitandin, girtî bên dermankirin. Êdî bes e, bila dayik negirîn."