Malbatên Şehîdên Efrînê: Divê dewleta tirk were darizandin 2022-07-26 09:03:53   Sîdra Mamo   ŞEHBA - Malbatên Şehîdên Efrînê têkildarî komkujiya Zaxoyê dan zanîn li ku derê kurd hebe dewleta tirk êrişî wir dike û wiha gotin:"Divê dewletên navneteweyî û Rêxistinên Mafên Mirovan bi lez bi erka xwe rabin û pêşî li sûc û zextên dewleta tirk bigirin." Her wiha malbatan gotin divê dewleta tirk ji ber êrişan bê darizandin.   Di 20'ê tîrmehê de dewleta tirk bi topan êrişî cihekî geştiyariyê yê Gundê Perexê yê Zaxoya Başûrê Kurdistanê kir û di encamê de 9 kes hatin qetilkirin, her wiha 27 kes birîndar bûn. Ji ber vê yekê êrîşên dewleta tirk ên ku rojane li herêmê rû didin metirsiyên mezin derdixe holê. Her wiha ev êrîşên dewleta tirk ne tenê li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, li gelek herêmên Parastina Medyayê jî pêk tên. Armanca dewleta tirk a van êrîşan ew e ku herêmê vala bike, gelê azadîxwaz tune bike ji bo vê yekê sivîlan dike hedefa xwe.  Heta niha jî PDK'ê tu bertek û helwestên cidî li hember êrişan nîşan nedaye û hevkariya êrişan dike. Têkildarî mijarê Malbatên Şehîdên Efrînê nirxandin kirin.    'Li ku derê kurd hebin êrîşî wir dikin'   Dayika cangoriyê bi navê Amed û Rojhat, Hêvîn Elûş komkujiya Zaxoyê şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Ev bûyer û êrîşa dewleta tirk a dagirker a li Zaxoyê pêk hatiye em bi tundî şermezar dikin. Her tim dewleta tirk dixwaze gelê me ji komkujiyan derbas bike û êrîşî herêmên me bike, ji bo ku herêmên me dagir bike. Dewleta tirk li ku derê kurd hebin êrîşî wê derê dike, dixwaze gelê kurd ji holê tune bike. Gelê Ereb jî ev komkujî qebûl nekir û bertekên xwe nîşan dan. Lê malbata Berzanî ruxmî ku ev bûyer li welatê wan qewimî jî tu helwestên cidî jî nîşan nedaye. Ev yek diyar dike ku PDK jî hevkarê dewleta tirk e."    'Divê dewleta tirk were darizandin'   Hêvîn Elûş da zanîn ku ev komkujî li dijî sîvîlan sûcekî dermirovî ye û wiha got: "Ev ne cara yekem e dewleta tirk komkujiyan derheqê sivîlan de pêk tîne. Ev komkujî bi xwe binpêkirin e û sûcekî dermirovî ye. Ji ber vê yekê divê lêpirsîn derbarê dewleta tirk de bê destpêkirin û hesab ji dewleta tirk bê pirsîn. Divê dewletên navneteweyî û Rêxistina Mafê Mirovan bi lez bi erka xwe rabin û pêşî li sûc û zextên dewleta tirk bigirin."   'Bicihkirina dewleta tirk a li Îraqê tê wateya dagirkeriyê'   Zelûx Mamo jî diyar kir ku bicihkirina dewleta tirk a li Îraqê tê wateya dagirkeriyê û wiha bi lêv kir: "Ev komkujiya ku li Zaxoyê pêk hatiye em bi tundî şermezar dikin. Bicihkirina dewleta tirk a li Îraqê bi xwe tê wateya dagirkeriyê. Her wiha bêdengiya Mesûd Berzanî ya li ser komkujiya Zaxoyê tê wateya hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re. Ji ber ku kesên di komkujiyê de şehîd bûne ereb in, Gelê Ereb  helwest û nerazîbûnên xwe nîşan didin, lê heta niha Mesûd Berzanî tu daxuyaniyên bi helwest nîşan nedaye."   'Divê qada hewayî li pêşiya dewleta tirk bê girtin'   Zelûx Mamo bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li hember van êrîş û binpêkirinên dewleta tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û hemû herêmên me, divê gelê me li wê derê bê deng nemînin û li ser piya bin. Her wiha divê civaka navneteweyî helwestek rast li hember vê bûyerê nîşan bide. Divê qada hewayî li pêşiya dewleta tirk bê girtin ji ber ku dewleta tirk sûcên dermirovî pêk tîne."