Ayşe Acar Başaran: Vekişandina ji Peymana Stenbolê ne hiqûqî ye 2022-07-24 09:04:44     Dilan Babat   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku di dema nû de wê meclîsên jinan bi rêxistin bikin û wê bi saziyên jinan re xebatên hevpar bikin. Her wiha Ayşeyê derbarê biryara erêkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê ya Dadgeha Bilin de got:"Vekişandina ji Peymana Stenbolê ne hiqûqî ye."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 5'emîn Kongreya xwe ya Awarte di 3'yê Tîrmehê de li Eywana Werzîşê ya Enqereyê li dar xist. Piştî kongreyê Meclîsa Jinê ya HDP'ê di Meclîsa Partiyê de tiştên nû hatin kirin û hejmara jinan a li saziyên partiyan zêde bûn. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran li ser mijarên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, biryara Dadgeha Bilind a derbarê Peymana Stenbolê de û talankirina xwezayê ya li Kurdistanê nirxandin kir.    'Têkoşîna jinê perçeyekî ji vê qada dînamîk e'   Ayşeyê têkildarî 5'emîn kongreya HDP'ê de wiha got:"Bi rêbazên xwe yên nû em ê kêmasiyên xwe temam bikin. Em ê bêtir xwe bi rêxistin bikin û vê berpirsiyariya xwe bînin cih. Berî kongreyê jî me ev kelecan û coş texmîn dikirin. Em tim bi gel re li ba hev in. Em dizanin jin, kedkar, ciwan çi dixwazin. Em dizanin HDP hêviya vî welatî ye. HDP ji 2015'an heta niha di bin êrişeke sîstematîk de ye. Ji Behra Reş heta Kurdistanê mirov hatin kongreyê. Bersiva êrişan bi vê yekê hat dayin. Piştî kongreyê meclîsa me ya jinê kom bû. Di dema nû de em ê meclîsên jinan bi rêxistin bikin û bi saziyên jinan re xebatên hevpar bikin. Ji ber têkoşîna jinê perçeyekî ji vê qada dînamîk e."   'HDP'ê bi pergala hevserokatiyê serkeftinek bi dest xist'   Ayşeyê bi lêv kir ku HDP têkoşîna jinê ya ji dil dimeşîne û wiha pê de çû:"Îktidar û jinên piştgiriyê didin îktidarê jî vê dizanin. HDP mîrateya têkoşîna jina femînîst û tevgera jinên kurd didomîne. Têkoşînê her tim mezin dike. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn a ku desthilatdariya mêr lê zêde ye HDP'ê bi pergala hevserokatiyê serkeftinek bi dest xist. Tiştên ku mirov dibêje nabe, kir."   'Planeke me ya vê serdemê, xwerêxistinkirin e'   Ayşeyê bal kişand ser tecrîdê û pirsgirêka kurd û wiha pê de çû:"Di civînên xwe de me gelekî nîqaş kirin. Piştî em nîqaşan bidin meşandin em ê plansaziyeke şênber derxin. Esas, planeke me ya vê serdemê, xwerêxistinkirin e. Her wiha tundiya li ser jinê heye. Em ê li dijî êrişên sîstematîk têkoşînê mezintir bikin. Her di plana me de wê tecrîd û pirsgirêka kurd bi çi awayî bi rêyên demokratîk bên çareserkirin heye."    'Li vî welatî pirsgirêka faşîzmê heye'   Ayşeyê bi lêv kir ku li vî welatî pirsgirêka faşîzmê heye û wiha lê zêde kir:"Tifaqa AKP û MHP'ê tê xwestin li hemû qadan bê belavkirin û li hemû saziyan bibe serdest. HDP sêyemîn partiya mezin a vî welatî ye. Bi milyonan dengan digire. Bi tifaqa demokrasiyê bingeheke berfirehtir a xebatan heye. Dema em ji mijara jinê lê binêrin em dibînin ku rejîmeke mêr a jinê bê nefes dihêle, dike hedef heye. Wê serdema nû jin diyar bikin. Her siyaseta vêya ji nedîtî ve bê mehkûmî windakirinê ye. Jin di ferqiya pêvajoyê û tiştên dijî de ne. Her wiha qeyrana aboriyê herî zêde bandor li jinê kir. "   'Têkoşîna li dijî tecrîdê yek ji têkoşîna me ya esas e'   Ayşeyê bi lêv kir ku tecrîd yek ji rojeveke esas e û wiha pê de çû:"Tecrîd îro meseleya hemû civakê ye. Her aliyê civakê di bin bandora vê tecrîdê de dimîne. Kesek nikare xwe li derveyî vê tecrîdê bigire. Tecrîdeke sîstematîk a li ser Birêz Ocalan heye. Ev li tu derê cîhanê nehatiye dîtin. Em ji vê yekê nêzîkatiya îktidarê ya li hember meseleya kurd dibînin. Têkoşîna li dijî tecrîdê yek ji têkoşîna me ya esas e."    'Divê em modale nû ya li Kobanê loma biparêzin'   Ayşeyê bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Gundê Perexê ya Zaxoya Başûrê Kurdistanê û wiha got:"Modela li Rojava derket pêş ne tenê ji bo jinan ji bo hemû gelên cîhanê bû hêviyeke mezin. Ev model wekheviyê diparêze. Rejîma AKP-MHP'ê vê modelê ji xwe re talûke dibîne. Li vir rastiya ku îktidar ji bo rizgarkirina Kobanê xemgîn bû heye. AKP dibêje yek ziman, yek al, yek welat. Şoreşa Rojava li dijî vê yekê pirzimanî, nasnameyên cuda, pirçandî parast. Hêzên emperyal ên dixwazin gelên li Rojhilata Navîn bîn hemberî hev hene. Êrişên dagirkeriyê yên îktidarê li dijî kurda ye. Divê em modale nû ya li Kobanê loma biparêzin. Divê em li dijî êrişan destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin."   'Em ê Peymana Stenbolê pêk bînin'   Ayşeyê da zanîn Peymana Stenbolê bi têkoşîna jinê û destkeftiyên jinê hat bidestxistin û wiha got:"Li vî welatî darizandineke adîl û bê alî tune ye. Loma me ji Dadgeha Bilind biryareke din hêvî nedikir. Vekişandina ji Peymana Stenbolê ne rast e. Dê jin derbarê xwe de biaxivin. Em ê Peymana Stenbolê pêk bînin. Her wiha nêzîkatiya îktidarê ya li dijî ekolojiyê jî ji polîtîkayên şer ne qut e. Xwezayê ji talanê re vedike. Li Herêma Egeyê dema agir bi daristanan dikeve em dizanin ku ev jî nîşaneya polîtîkaya rantê ye. Wekî HDP her tim xeta me ya têkoşînê ya ji bo ekolojiyê heye. Em ê bi plansaziyeke bi hêz li dijî polîtîkayên îktidarê derkevin."