'Em rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê qebûl nakin' 2022-07-24 09:01:54     WAN - Ji Rêveberiya Navenda Giştî ya OHD'ê Parêzer Ekin Yeter, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Ji bo em bi awayekî baş û demokratîk ji nava vê qeyran û kaosê derkevin divê pirsgirêk ji holê rabe û ev tecrîda mûtlak demildest bi dawî bibe."   Li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 23 sal in tecrîdeke giran didome. Ev 16 meh in jî tu agahî jê nayê girtin. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Navenda Giştî ya OHD'ê Parêzer Ekin Yeter, nirxandin kir.    'Mafê her hukumxwarî heye ku hevdîtinê bi parêzerên xwe re bikin'   Ekinê da zanîn ku astengikirina hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û neagahdarkirina çapemeniyê û raya gitî ne hiqûqî ye û wiha got:"Tu bingeha zagonî ya sepandinan tune ye. Em dixwazin zagonan bi cih bînin. Tecrîda giran li dijî mevzuatên neteweyî û naventeweyî ye. Ji bo em bi awayekî baş û demokratîk ji nava vê qeyran û kaosê derkevin divê pirsgirêk ji holê rabe û ev tecrîda mûtlak demildest bi dawî bibe."   'Cezayên dîsîplînê ne hiqûqî ne'   Ekinê bi lêv kir ku cezayên dîsîplînê yên li ser Abdullah Ocalan wekî hincet tên nîşandan û cezayên dîsîplînê ne hiqûqî ne. Ekinê wiha dewam kir:"Cezayên dîsîplînê jî encax li gor zagonan bê dayin. Ji ber kîja fîîla Abdullah Ocalan ceza hat dayin? Tu hincet ji bo vê yekê nayê nîşandan. Tenê ji bo fîîlekê jî ji cezayekî zêdetir gelek ceza nikare bê dayin. Qedexe ji bo hikumxwaran tê dayin. Hem qedexeya nameyan hem jî ya ragihandinê ji bo hukumxwaran hene. Hem bêhiqûqiyek hem jî binpêkirina mafan heye. Saziyên navneteweyî demeke dirêj e ku ji bo vê rewşê bêdeng e."   'Em rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê qebûl nakin'   Ekinê diyar kir ku ji bo tecrîd bi dawî bibe bi sedan parêzeran daxuyaniya çapemeniyê dane û wiha pê de çû:"Ji bo em biçin Îmraliyê me serî li CPT'yê dabû. Em rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê qebûl nakin. Ev ne hiqûqî ye. Serlêdanên em dikin rewa ne. Em dixwazin demildest bersiva van serlêdanan bê dayin. Tecrîda Îmraliyê ne tenê li ser Abdullah Ocalan e. Ev li hemû girtîgehan belav bûye. Ev dibe sedema tecrîda li ser civakê û qeyrana aboriyê."