'Di şoreşê de jinên rojnameger dengê jinên şoreşger gihandin cîhanê' 2022-07-22 09:06:09     Hêlîn Asmîn   QAMIŞLO - Bi munasebeta salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê, jinên rojnameger bal kişandin ser rola jinê û rola ragihandinê ya di dema  şoreşê de û ev tişt anîn ziman: "Dilovan û Rûhenda kêlî bi kêlî Şoreşa Rojava şopandin. Em jî li ser rêka wan dimeşin. Di şoreşê de jinên rojnameger dengê jinên şoreşger gihandin cîhanê."   Di sala 2012'an de jinan çirûska yekemîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê li bajarê Kobanê pêxistin. Jinan bi şoreşa xwe re li hember zihniyeta baviklsalarî têkoşîna xwe mezin kirin. Her wiha jinan gavên mezin ber bi demokratîkirina civakê ve avêtin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jinên azadîxwaz bû îlham. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hişt ku jin di hemû qadên jiyanê de cih bigirin û bibin pêşeng. Bi boneya salvegera 10'emîn a Şoreşa Rojava jinên rojnameger ji ajansa me re axivîn.    'Şoreşa ragihandinê pêş ket'   Nûçegihana Jin Tv'yê Xezne Celal bal kişand ser çirûska 19'ê Tirmehê ku li bajarê Kobanê hatiye destpêkirin û ev tişt anî ziman:"Çirûska 19'ê Tîrmehê li bajarê barxwedanê li Kobanê dest pê kir. Û belavî hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di van 10 salan de bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek destkeftî çêbûn. Di heman demê de li seranserê Sûriye û cîhanê belav bû. Ji destpêka şoreşê heta niha rola ragihandinê ya di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek girîng bû. Ragihandin bû deng û rêngê şoreşê. Ez dikarim bêjim di nav şoreşê de şoreşa ragihandinê jî pêş ket. Çawa ji destpêka şoreşê heta niha jinan di hemû qadên jiyanê da cih girtin di qada ragihandinê de jî cih girtin. Di hemû dezgehên ragihandinê de kar dan meşandin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê di heman demê de şoreşa jinê ye. Jinên ku li Rojavayê Kurdistanê dijiyan û bi salan di bin zilim û desthlatdariya mêr de man. Bi şoreşê re ev bend hatin hilweşandin. Jinan têkoşîna xwe mezin kirin û di nava şoreşê de şoreşa jinê ava kirin. Heta roja me ya îro jî ev têkoşîn berdewam e."   'Jinan rengê xwe dan hemû qadên jiyanê'   Xezna bal kişand ser têkoşîna salane yan jinan û axaftina xwe wiha bi dawî kir:"Heta niha jî em weke jin di hemû kêliyê jiyanê de li hemberî zîhniyeta paşverû ya ku bi salane di civakê de hatiye çandin, têkoşînê dikin. Ez dikarim bêjim heta niha jî wek civak me ev zîhniyeta zilamparestiyê derbas nekiriye. Lê heta astêkê jinan bi şoreşê re hin gavên girîng avêtin. Û li hemberî zîhniyeta mêr têkoşîn kirin. Her wiha heta niha jî berxwedana jinan berdewam e. Di nava Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinan rengê xwe da hemû qadên jiyanê. Jinan di qada leşkerî, siyasî û dîplomasiyê de cih girtin û pêşengî kirin. Ragihandina jinê jî ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê heta roja me ya îro bû deng û rengê jinên berxwedêr, têkoşêr û jinên ku pêşengtiya civakê dikin. Dengê wan ragihand, hest û ramanê jinan kire yek. Ger îro çavê hemû cîhanê li Rojavayê Kurdistanê be ev jî bi rêka ragihandinê pêş ket."   'Serhildana Qamişloyê bû bingeha Şoreşa 19'ê Tîrmehê'   Nûçegihana Star-FM'ê Medya Silêman jî salvegera 10'emîn a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û ev tişt  got:" Di dîrokê de Gelê Kurd bi gelek komkujiyan re rû bi rû maye. Hêzên hegemonîk her tim li ser kurdan hevpeyman çêkirine. Ev heta roja me ya îro jî berdewam e. Ji bo kurdan tune bikin, hêza kurdan parçe bikin, gelek tişt kirine. Lê bi taybet dema em Rejîma Sûriyeyê bidin ber çavan em ê wê demê bizanibin polîtikaya Sûriyeyê ya li ser kurdan çawa ye. Berî Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Sûriyeyê nasnameya kurdan tune bû. Kurd weke hebûnekê nedihatin naskirin, heta nedikaribûn bi zimanê xwe biaxivin. Kurdan heta astekê dikaribû bixwenda lê di tu sazî û dezgehên fermî de nedikarî kar bikira. Ji ber ku bê nasname bûn. Heta 12'ê Adara 2011'ê li Bajarê Qamişloyê serhildanên gel dest pê kir. Serhildana Qamişloyê bû bingeha Şoreşa 19'ê Tîrmehê. Li Kobenê jî belav bû. Gelê Kurd bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re xwe di her milî de bi rêxistin kir. Bi taybet jî mîrateya tevgera azadiyê û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re kir bingeh."   'Di şoreşê de jinên rojnameger dengê jinên şoreşger gihandin cîhanê'   Medya axaftina xwe wiha berdewam kir:" Şoreşa 19'ê Tîrmehê, şoreşa jinê ye. Di nava şoreşê de gelek sazî hatin avakirin. Di wan saziyan de jinan jî cih girtin û bûne pêşengê şoreşê. Bi van pêşketinan re gelek zehmetî jî hatin jiyîn. Bi taybet qebûlkirina jinan û gavên dihatin avêtin ji gelek kesan re xerîb dihat. Ji ber vê nenaskirin dihat jiyîn. Lê dema hate naskirin êdî bi demê re xwedîderketin çêbû. Bi herikandina şoreşê re di gelek milan de rêxistin hatin avakirin. Rêxistina jinê, meclîs, komîn û gelek saziyên din hatin vekirin. Ji van qadan jî qadeke herî esas Qada Ragihandinê bû. Hem weke ragihandina azad hem jî weke ragihandina jinê hate birêxistinkirin. Bi taybet saziyên ragihandinê yên ji bo me nû bûn. Weke radyoya me ya jinê Star-FM. Star-FM di asta cîhanê de cara yekê tê vekirin. Bê guman berê me jî wekî jinên kurd di qada ragihandinê de kar kirine, lê  ji bo me nû bû. Weke her jinê, jinên rojnamager jî li hemberî gelek zor û zehmetiyan hatin. Mînak wê çawa jinek kamerayê rake, çawa wê teknîkê bi kar bîne? Li ser vana dihat nîqaşkirin. Ev hemû ji me re nû bûn û baweriya ku jinê van karan bike jî gelek kêm bû. Lê bi demê re me xwe bi rêxistin kir. Em bûn dengê jinê. Bi pênûsa jinê me Şoreşa 19'ê Tîrmehê gihand hemû cîhanê.  Jinên rojnameger dengê jinên şoreşger gihandin hemû cîhanê."   'Wê pênûsa wan ji bo me bibe rêya rastiyê'   Rojnameger Medya Silêman bi lêv kir di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de wan karibû hebûna jinê ji raya giştîra re ragihînin û wiha got: "Di nava şoreşê de gelek jinên rojnamager gihiştin asta şehadetê. Ji ber di çeperên şer de dagirkeran jinên rojnameger dikirin armanc. Ji destpêka şerê DAÎŞ'ê heta, Serê Kaniyê hevalê me bûne hedefên çeteyan. Li ser rêka hevalên şehîd Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ ) hat damezrandin. Bi rihê Nûjiyan Erhan, Dilovan û Ruhenda kêlî bi kêlî Şoreşa Rojava şopandin. Em jî li ser rêka wan dimeşin. Wê pênûsa wan ji bo me bibe rêka rastiyê."