H.D. ya ku 3 sal e şîdet lê tê kirin: Naxwazim bimirim 2022-07-21 09:10:24     Rabîa Onver   WAN - H.D. ya ku piştî bi mêrê bi navê A.D. re hat zewicdandin, şîdeta fizîkî û derûnî lê hatiye kirin bi du zarokên xwe re mêrê lê şîdet dikir terk kir, dibêje, "Naxwzim bimirim" û banga piştevaniyê li jinan dike.   Li gorî daneyên sala 2021ê yên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) li Tirkiyeyê di 25 salên dawîn de ji her 5 jinên di navbera 18-45 salî de 1 di di zarokatiya xwe de hatiye zewicandin. Ji her 3 jinên ku di temenê biçûk de zewicîne 1 di zarokatiya xwe de bûye dayik, ji nîvê van zewacan jî li jinan şîdet hatiye kirin. Yek ji wan kesên ku di zarokatiya xwe de hatiye zewicandin û piştî zewaciye bi demeke kurt şîdet lê hatiye kirin jî jî H.D. ye ku  bi kesê bi navê, A.D. re hatiye zewicandin û 3 sal in ji aliyê heman kesî û malbata wî ve şîdeta fîzîkî û derûnî lê hatiye kirin. H.D.ya xwest  A.D. berde, ji ber vê daxwaza wê îşkence lê hati kirin. H.D.yê ku bi du zarokên xwe re ji ber şîdeta sîstematîk a ku lê hat kirin ji malê derket, têkoşîna jiyanê dide. H.D qala şîdeta ku lê hatiye kirin û têkoşîna xwe ya jiyanê kir.   'Di dema ducaniyê de ez her tim rastî şîdetê hatim'   H.D.yê ku ev nêzî 3 sal in hem rastî şîdeta derûnî û hem jî ya fizîkî tê, diyar kir ku dema çûye sûkê û pêdiviyên xwe kirî rastî tundiya ewil hatiye. H.D., wiha bahsa şîdeta lê hat kirin kir “Di parastinê de tiliyên min ên navîn paşde birin û tiliyên min şikandin. Wî ez nebirim nexweşxaneyê jî. Ez 2 rojan wisa mam. Dema ku tiliyên min mor û reş bûn, ew tirsiya û min bir nexweşxaneyê. 2 sal ceza li min hat birîn, ez bi keça xwe ya 4 salî re di girtîgehê de mam. Dema ez di girtîgehê de bûm, diya wî ji ber ku ez di girtîgehê de bûm, telefonî bavê min dikir û ji bo min gotinên xerab digotin. Dema ku cezayê min qediya û çûm malê jî malbata hevjînê min hertim ew li min sor dikir. Sedem jî ew bû ku ji ber ketina min a girtîgehê şerm dikirin. Ez wê demê ducanî bûm û li gel wê jî her roj şîdet li min dihat kirin. Tevî ku malbata hevjînê min rewşa min dît jî dengê xwe dernexist."   'Ez naxwazim bimirim'   H.D. diyar kir ku wê ji ber tundiya lê hatiye kirin xwestiye dest ji A.D. berde û wiha berdewam kir  “Cara dawî min got ez dixwazim te berdim , lê wî qebûl nekir û serê min şikand,. Li serê min 6 dirûn dan. Ji ber ku ez her tim rastî şîdetê hatim, êdî min nikarîbû xwe ragirim, min derfet dît, min zarokên xwe birin û ji malê reviyam. Ez berdanê dixwazim û ez ê vê bikim. Di vê pêvajoyê de ez ji bo ewlehiya xwe bi fikar im. Ez naxwazim bimirim."   H.D. banga hestiyariyê li sazî û dezgehên jinan kir û got, “Niha ez dixwazim vê şîdetê ji holê rakim. Serê min îro şikestiye, sibe dibe xerabtir bibe. Dibe ku ew min bikuje, ez naxwazim bimirim û banga alîkariyê dikim."