Behiye Sevîm a dayika girtiyan: Bêdengî mirin bi xwe ye 2022-07-20 09:01:26     Medya Uren   AMED - Behiye Sevîm a diya 2 têkoşerên azadiyê û 1 girtiyê siyasî ye li ser jiyana xwe diaxive û dibêje: "Em beriya hertiştî kurd ji dayik bûn. Me ev rastî nîşanî zarokên xwe da. Lewra dewleta tirk bi zilm û zextên dikin re rûyê xwe yê rast nîşanî zarokên me da. Zarokên me li dijî wê bi serhildanê bersiv dan û ji bo nasnameya xwe bedel dan. Ew bêdeng nebûn. Bêdengiya li pêşberî zilmê mirin bi xwe ye."   Dayikên kurd bi wêrekî ji şerê ji bo demokrasî û azadiyê re bûn pêşeng, li gel wê jî jiyana xwe li ber deriyê girtîgehan, li benda zarokên xwe derbas dikin. Behiye Sevîm (67) a dayika 2 têkoşerên azadiyê û girtiyekî siyasî ye jî yek ji wan dayikan e ku ji bo nasnameya xwe bedelên giran daye. Lewra dibêje tu êş ji bê nasnamebûn û bê welatbûnê zortir nîne.   Behîye Sevîm a ku ji her êşê parek girtiye ji me re qala bandorên tecrîdê û êrişên dewleta tirk ên li ser malbatên kurd tên meşandin dike.   Behîye kîye?   Behiye Sevîm di salên 1925’an de li Gundê Cirnikê yê navçeya Stewra ser bajarê Mêrdînê ye dayik dibe. Behiye ya di temenkî biçûk de dizewice dibe dayika 11 zarokan. Li gel ku li dijî hişmendiya mêr têkoşîneke ji zarokatiyê ve dide vê carê li hemberî hişmendiya dewletê jî berxwedêriyê dike. Di salên 1993’yan de êrişên leşkerên dewleta tirk ên li ser gundan zêde dibin û malbata Behiyeyê jî ji ber zextên heyî neçarî koçberiyê dibin. Li navçeya Bismilê ya girêdayî Amedê ye bi cih dibin. Zarokên wê yên ku bi van zextan mezin dibin 2 jê tevlî têkoşîna doza demokrasî û azadiyê dibin. Lewra her ku diçe êriş û serdegirtinên li ser mala wan jî zêde dibin û 2 zarokên wê jî tên girtin. Yek piştî 13 salan tê berdan.   ‘Zarokên min rûyê wan yê rast dît’   Dema me qala zarokên Behiyeyê kir, wê diyar kir ku zarokên wê gelek bûyer jiyane û ji ber rastî dîtin bedel dan. Behiye wiha qala jiyana xwe ya ku zarok jê bi bandor bûne dike: “Li ser nasname û axa me hertim êriş tên meşandin. Lewra me rûyê qirêj ê van êrişan di salên 90’î de ji nêz ve dît. Her roja me bi êriş û gefên leşkeran re vedibû. Berdin ku bihêlin em karên xwe bikin destûra jiyanê jî nedidan me. Zext û zilmek mezin dikirin. Di wan deman de malbatek cîranê me hebû di malê de kesên astengdar hebûn. Leşkeran agir berdan malê. Gundiyan bi zorê astengdar xilas kirin. Weke vê zilmê nehatiye dîtin. Hêrsa wan ewqas zêde ye me bi zindî dişewitandin. Em neçarbûn me axa xwe gundê xwe hişt. Zarokên min bi vê zilmê mezin bûn. Ez kurd im, min wan bi kurdî, bi çand û zimanê kurdî mezin kir. Min tucarî wan bi kîn û kerbê mezin nekir. Lê belê leşkeran bi xwe rûyê rast ê dewletê nîşanî wan dan. Min jî li hemberî zilmê berxwedan hînî wan kir. 2 zarokên min li hemberî zilmê derketin çiya. Ji bo azadiyê canê xwe dan. Ez dayika 2 şehîda me û ji vê jî serbilind im.”   ‘Bêdengî mirin e’   Piştî zarokên Behiyeyê beşdarî nava refên têkoşerên azadiyê dibe êrişên leşkeran ên li ser malê zêdetir dibin. Weke ku Behiye dibêje ev zext wan ji berxwedana wan dûr naxe û wiha berdewam dike: “2 zarokên min jî ketin girtîgehê. Yekî 13 sal ceza girt û Ozgur Sevîm jî cezayê miebetê girt. Ozgur yek ji girtiyên siyasî yên nexweş e, rewşa wî her diçe giran dibe. Girtina wan û tecrîdkirina wan ne bes e wan sirgun jî dikin. Ji malbatê dûr dixin. Ev 4 sal in min herdu zarokên xwe nedîtiye. Ez bi xwe jî nexweş im û kurê xwe yê nexweş jî nikarim bibînim. Di navbera me de asteng in. Ev diyar dike ku ferqa îro ji salên 90’î tune ye. Berê bi veşartî qetil dikirin îro bi eşkere di nava girtîgehan de qetil dikin. Zilm û zexta wan naqede. Her ku em bêdeng jî bin wê neqede.”   ‘Divê em ji xewê şiyar bibin’   Behiye da zanîn dema Ermenî dihatin qetilkirin divê em di ferqê de ban em di dorê de ne, lewra hîna hinek kurd di xew de ne. Behiye wiha berdewam kir: “Wê demê jî wan digot ferqa Ermenî û Kurdan tune ye. Niha jî em rastiya wan gotinan dijîn. Ermenî qedandin niha dora me ye. Ev çi nîşanî me dide. Ger em çavê xwe ji zilmê re bigirin wê dor were me jî. Êdî ji bêdengiyê re bes e. Divê em ji xewê şiyar bibin.”   ‘Tecrîda li ser serokatî li dijî kurdan êrişek e’   Behiye bi lêv kir ji kurbûnê zêdetir tu sûcekî wan tune ye û wiha axivî: “ Axa me, welatê me, zimanê me, çanda me hertiştê me ne. Berxwedan di vî warî de were dayîn berxwedana şerefê ye. Lewra ji ber vê sedemê bi hezaran kurd di girtîgehan de ne. Di serî de jî birêz Abdullah Ocalan di nav tecrîdek girankirî de tê hiştin. Ev tecrîd ji bo kurd bê vîn bên hiştin tê kirin, li dijî jîna kurdan rêbazek ya tunekirinê ye. Bêdengiya her kesî jî mirina wan e. Bila herkes xwe baş bizanibe û bûyerên diqewimin jî baş fam bike. Li cihê jiyanek bê şeref bila mirinek bi şeref para me be.”   ‘Kes nikare kurdan darizîne û li ser wan zilmê bike’   Behiye wiha pêdeçû. “Em destpêkê kurd ji dayik dibin piştre olê hildibijêrin. Em berî her tiştî kurd in. Ger hinek ji zimanê me, çanda me û hebûna me aciz bin bila hesab ji rebê xwe bixwazin. Weke her neteweyî em jî xwedî nasname ne û parastina nasnameya xwe erka me ya herî pîroz e. Kes nikare kurdan darizîne û li ser wan zilmê bike. Em jî bi girtiyên xwe re di girtîgehan de ne. Weke dayikek dûrbûna ji zarokê xwe çi ye tenê em dizanin. Ya em û zarokên me dijîn zilm e û nayê qebûlkirin. Ne şerê wan şer e ne jî nêzîkatiya wan. Bila werin mirovatiyê jî, îslametiyê jî em ê fêrî wan bikin. Bila ji me hîn bibin.”   ‘Em aştiyê dixwazin’   Behiye diyar kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha berdewam kir: “Divê em tecrîdê bişkînin. Bi azadiya birêz Abdullah Ocalan re divê em azadiya xwe bi dest bixin. Divê em xwedî li doza xwe û xwîna xwe derbikevin. Niha girtîgeh bûne cihê mirinê. Divê di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî werin berdan. Em ruxmê zilma heyî jî li dijî şer in û em ê hertim aştiyê biparêzin.”   Behiye bi vê kilamê re dawî li axaftina xwe anî;   “Lawê mino tu nanek bû ji nanê hingivînî   Li ber dilê qîz û xortê Kurdistanê tu şêrînî.   Te daye li ser riya Kobana rengîn û dilezînî   Dê qurbano li pey radibe diçe Kobana rengîn.   Mixabinî çav dibîne şer û herbê lo hewar e.   Qîz û xortê kurdan axê destve nedan law berxwedan e.”