Nobeda Edaletê 8 meh li pey xwe hişt: Bêdengî nayê qebûlkirin 2022-07-16 09:03:59   Şehriban Aslan - Medya Uren   AMED - Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û infaza wan hatine şewitandin 8 meh li pey xwe hişt. Nasên girtiyan û jinên ji bo piştevaniyê beşdarî nobedê dibin bal kişandin ser bêdengiya gel û rayedaran û wiha gotin: "Edaleta tê xwestin ji bo her kesî ye. Lê gel û rayedar jî tev bê deng in. Ev bêdengî wê me hemûyan jî ber ber bi xirabiyê ve bibe. Pêwîst e rojek beriya rojekê bertekek xurt were nîşandan."   Malbatên girtiyên siyasî yên nexweş û yên infaza wan hatine şewitandin û nayên berdan di 16'ê Mijdara 2021'ê de li Baroya Amedê dest bi "Nobeda Edaletê" kirin. Di pêvajoya nobedê de jî gelek cenazeyên girtiyên nexweş ji girtîgehan derketin û di heman demê de jî bi hinceta înfazên wan hatin şewitandin gelek girtî nehatin berdan. Malbatên girtiyan nobeda xwe ya edaletê piştî çend mehan li ber deriyê dadgeha Amedê, Saziya Tipa Edlî (ATK) û Girtîgeha Tîpa D ya Amedê dan berdewam kirin. Malbatan 8 meh li pişt xwe hişt. Malbatên girtiyan û jinên ji bo piştgiriyê tên nobeda edaletê ji bo bêdengiya gel û rayedaran bertekên xwe nîşan dan û banga beşdarbûna nobedê kirin.   'Înfaza kurê min hat şewitandin'   Girtiyê siyasî Azîz Turan ê di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de tê girtin 6 sal ceza girtibû. Li gorî cezayê girtiye pêwîst bû ku di 10'ê Tîrmehê de were berdan. Diya wî Aysel Turan diyar kir ku beriya 3 rojan rêveberiya girtîgehê agahiya şewitandina infaza Azîz dane wî. Ayselê ji bo dengê wê were bihîstin beşdarî Nobeda Edaletê bû got: "Lawê min di heman demê de nexweş jî bû. Ruxmê cezayê wî qediyaye jî ew nehate berdan. Bi sedan hevalên wî weke wî nexweş in û van pirsgirêkan dijîn. Bi hincetan cezayê wan dirêj dikin. Ev ne heq e ne hiqûq e. Li hemberî van bêmafiyan dengê xwe bilind dikin jî rastî êrişan tên. Li Tirkiyeyê derbarê me kurdan de biryarên keyfî tên girtin. Ne welatê min azad e ne jî ez azad im. Niha jî zarokên min ji min dûr in. Ma ez ê çawa bizanibim kîja roj cejn e û kîja roj pîrozbahî ye. Êdî bes e. We her deverê me kir girtîgeh. Em qebûl nakin."   'Partiyên siyasî li ser soza xwe nesekinîn'   Herdem Merwanî ku bavê wê Abdulhalîm Kirtay yek ji girtiyekî nexweş e diyar kir wan 8 meh li pey xwe hiştine û got: "Me ji bo çareseriyê li deriyê hemû partiyan xist. Divê em destnîşan bikin ku bi tu awayî ji bo çareseriyê wan gav neavêt û alîkariyek nedane me. Mixabin nêzîkatiya wan me bêhtir êşand. Ruxmê vê jî em bang li wan dikin, em dibêjin ji bo gavavêtinê niha jî ne dereng e. Pêwîst e xwedî li me derbikevin. Di heman demê de divê gel jî piştgiriyê bide. Ev ne pirsgirêka çend malbatan tenê ye. Mixabin herkes me bi tenê dihêlin. Ango ew hemû jî di van rojan de li betlanê ne û em jî li kolana ne. Em di xwestekên xwe de bi israr in. Pirsgirêka girtîgehan pirsgirêkeke mezin e. Çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidin berdewamkirin."   'Em bibin dengê girtiyan'   Endama MEBYA-DER’ê Meryem Soylu ku ji bo piştgiriyê beşdarî nobeda edaletê dibe jî wiha diyar kir: "Li girtîgehan mafên mirovan tên binpêkirin û bi awayekî dijwar ew tên îşkencekirin. Ji vê sîstemê jî herî zêde girtiyên nexweş bi bandor dibin. Dîmenên me di dawî de dîtine ji bo van nimûne ne. Girtiyan tedawî nakin, nabin nexweşxaneyê, dema dibin bi kelepçeyan dibin an jî di şert û mercên dijwar de tên hiştin. Mixabin ji ber van sedeman jî cenaze derdikevin. Li tu deverê ev yek nehatine dîtin û bihîstin. Mirovek nexweş divê bi baldarî lê were temaşekirin. Li rex vê jî înfaza bi sedan girtiyan şewitandin. Ruxmê ku nexweş in jî pêvajoya girtina wan dirêj kirin. Girtîgeh bûne holên îşkenceyê. Pêwîst e herkes li dijî van bêmafiyan dengê xwe bilind bikin. Divê gelê me piştgiriyê bide nobetên edaletê. Em êdî naxwazin cenaze ji girtîgehan derbikevin."   'Piştgirî têr nake'   Muşer Ulker a ji bo piştevaniyê beşdarî çalakiya Nobeda Edaletê dibe jî ev gotin kir: "Malbatên girtiyan bi daxwaza edaletê li her deverê geriyan. Ji gelek bajaran ber bi Enqereyê ve çûn û li wir jî xwestin serdana gelek rayedaran bikin. Her kesî guhên xwe û çavên xwe girtin. Dema wan guhên xwe girtin jî gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan û infaza gelekan şewitandin. Ev nêzîkatî dûrî mirovahiyê ye. Ne heq û hiqûq e. Ev demek dirêj e jî malbatên girtiyan li hemberî vê yekê li berxwe didin. Pêwîst e heta niha piştgirî û beşdarbûneke mezin pêk hatiba, lê mixabin jimara me tim heman e. Divê em hestiyar nêzî mijarê bibin û bibin piştgir."