Malbatên girtiyan bang kirin: Dengê me bibihîzin 2022-07-14 12:02:18     AMED - Malbatên girtiyan li ber deriyê Edliyeya Amedê daxuyaniyî da û bang li hikûmetê kirin ku dengê wan bê bihîstin.   Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin 241 roj li pey xwe hişt. Malbatên girtiyan çalakiya xwe li ber Edliyeya Amedê berdewam kirin. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER),  Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya 78’an ji bo piştgiriyê bidin malbatan tevlî daxuyaniyê bûn.   Di çalakiyê de xizma girtiyê nexweş Herdem Merwanî axivî.   ‘Bila girtiyan demildest berdin’   Herdem, da zanîn ku ev 9 meh in ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin çalakiya xwe didomînin û wiha got: “Em bang li rayagiştî dikin ku bila hemû girtî bên berdan. Ev 9 meh in em ji bo dengê xwe bidin bihîstin çalakiya xwe didomînin. Kesên ku mihatab in divê demildest bersiva erênî bidin me. Ji ber ku ew bersivê nadin me em li vir di bin zilmê de ne. Îro hemû partî behsa azadî û demokrasiyê dikin. Lê hîn azadî û demokrasî nehatiye ji xeynî zilmê. Dema girtiyên me nexweş bin û di bin zilmê de bin em nikarin bextewar bijîn. Ji bo azadiya wan heta dawiyê em ê çalakî û berxwedana xwe bidomînin. Ev tiştê ku em dixwazin mafên girtiyan ê jiyanê ye. Bi hezaran malbatên girtiyan îro vê daxwazê dikin."   Banga li hukumetê    Herdem, bang li hikumetê kir ku dengê wan bê bihîstin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Banga min ji partiyên siyasî ew e ku gavekê bavêjin. Ger ku ev zilm mezin dibe hevparê vî sûcî hene. Em careke din dubare dikin ku em ji bo girtiyên nexweş û înfazên wan hatine şewitandin azadiyê dixwazin."   Daxuyanî bi dirûşmên “Maf, hiqûq, edalet” û “Bijî Berxwedana Zindanan” bi dawî bû.