Zuleyha Gulum: Yên ji têkoşînê nerehet dibin êrîş dikin 2022-07-13 09:01:10   STENBOL - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum da zanîn ku desthilatdarî ji ber ji têkoşîna jinê nerehet dibe, hewl dide parlamenteriya siyasetmedarên jin yên kurd bidawî bike û li dijî van polîtîkayan banga têkoşîn û piştevaniyê kir.   Di 12’ê Hezîranê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Meşa Gemlîkê pêk hat û di meşê de bi parlamenteran re êrîşî gelek kesan hat kirin. Hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li dijî şîdeta polîs parastina cewherî pêk anî û bi hinceta vê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu Salîha hedef girt û der barê wê de 5 fezleke hatin amadekirin. Komîsyona amadekariyê ya ji aliyê Komîsyona Edelet û Destura Bingehîn ya Meclîsê ve hat amadekirin, di 5’ê Tîrmehê de civîn pêk anî û parastina Salîhayê, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş kir.   Rapor wê pêşkêşî Komîsyona Têkilhev bê kirin   Komîsyona Amadekar di 6’ê Tîrmehê de civîn kir û di encama civînê de der barê bidawîkirina parlamenteriya Salîhayê de biryara amadekirina raporê girt. Komîsyona Amadekar ligel şerha muxalefetê, rapora ku wê ji bo bidawîkirina parlamenteriya Salîhayê amade bike wê pêşkêşî Komîsyona Tevlihev bike. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum der barê mijarê de axivî.   Têkoşîna jinê ya serî lê nayê tewandin   Zuleyhayê da zanîn ku ev demek dirêje jin bi pêla êrîşê re rû bi rû ne û desthilatdarî ji têkoşîna jinên kurd, femînîst û LGBT’î aciz e. Zuleyhayê wiha daxuyand: “Tevgera jinan tu car dest ji têkoşînê bernedaye. Di dema OHAL’ê de yên ewil daketin kolanan jin bûn. Ji ber vê jî tevgera jinan zextek mezin li ser desthilatdariyê kir. Lê desthilatdarî berovajî vê dixwaze serdestiya xwe mezintir bike. Dixwaze jinan hepsî malê bike, modela jina makul biafirîne. Li ser vê jî dixwaze civakê bi teşe bike. Hun nikarin li welatekî jinan bêdeng bikin.”   Dixwazin îrade û têkoşînê bidarizînin   Zuleyhayê her wiha balkişand ser doza kumpasê ya Kobanê û got yên herî zêde di vê dozê de hedef tên girtin jin in û wiha bi lêv kir: “Çalakî û têkoşîna jinan ya pergala hevserokatiyê, 8’ê Adarê, 25’ê Adarê tê darizandin. Îradeya jinan û têkoşîna jinan tê darizandin. Desthilatdarî naxwaze jin di mekanîzmayên biryarê de cih bigirin.”   'Herî zêde jin di hedefê de ne'   Zuleyhayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li her derê herî zêde jin hedef tên girtin. Ev demek dirêje li hemberî partiya me êrîş pêk tên. Bi qeyûman re mudaxaleya ewil li hember pergala hevserokatiyê bû. Ewil saziyên jinan girtin. Mekanîzmayên ku jin xurt dikirin ji holê rakirin. Îro jî êrîşê parlamenteran dikin. Berê jî parlamenteriya Leyla Guven bi dawî kirin. Parlamenteriya wê bi dawî kirin û niha di girtîgehê de ye.”   Biryarên bi talîmatê tên dayîn   Zuleyhayê destnîşan kir ku piştre jî destnedana Semra Guzel hatiye bidawîkirin û ev tişt bi lêv kir: “Parlamenteriya wê bi dawî nebûye lê ji ber destnedan hatiye rakirin peywira xwe nikare bike. Niha jî derbarê parlamenter Salîha de lêpirsîn dan destpêkirin û ji vê jî ji Komîsyona Binî biryar derxistin. Wê niha encamên lêpirsînê bînin komîsyona binî. Cihê herî dawî biryar lê bê dayîn Meclîs e. Em ji niha de dizanin ku wê ev biryar çawa be.  Ji ber ji têkoşîna jinan  acizin bi awayî dijhiqûqî darazê bi kar tînin. Bi talîmatan daraz biryaran dide. Ji ber daraz di destê wan de yewisa biryarê didin. Ji ber ji têkoşîna jinan acizin hewl didin parlamenteriya wan bi dawî bikin.”   Rola têkoşîna jinên kurd   Zuleyhayê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin bi saya têkoşîna jinên kurd li cihekî gelek girîngin. Ji ber ku feshkirina Peymana Stenbolê çi be bidawîkirina parlamenteriya Salîhayê jî ew e. Pêkneanîna qanûna 6284,  qedexekirina kurtajê,bidawîkirina parlamenteriyan, girtina parlamenteran heman tişte. Êrîşa hatiye kirin li hember me hemûyan e. Li dijî vê divê jin bi piştevanî û hevkariyê têkoşînê xurt bikin. Ji ber êrîş li me hemûyan hatiye kirin.”