'Em ji ber nasnameya xwe ya kurd û xizmên girtiyan tên cezakirin' 2022-07-12 11:53:45   AMED - Xizmên girtiyan ên li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê, gotin, "Em hem ji ber nasnameya xwe ya kurd û hem jî ji ber nasnameya xwe ya xizmên girtiyan tên cezakirin."   Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya ji aliyê malbatan ve li Amedê bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hat şewitandin li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê berdewam kir. Malbatan di çarçoveya çalakiya xwe de daxuyek dan çapemeniyê. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya 78’an, Komeleya Alîkar,  Piştevaniyê  ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya malbatan tevli daxuyaniyê bûn.   'Me di cejnê de xizmên xwe yê girtî nedîtin'   Di daxuyaniyê de ji xizma girtiyanHerdem Merwanî axivî û diyar kir ku ji bo serbestberdana girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin, dest bi Nobeda Edaletê kirine. Herdemê diyar kir ku nêzî 9 meh in di çalakiyê de ne û wiha got: "Hemû cîhan piştgiriyê dide daxwazên me û wek daxwazên xwe qebûl dike. Lê heta îro muxatabên me tu bersiv nedane. Îro di roja 4'emîn a cejnê de em jî mîna gelek xizmên girtiyan nikaribû biçin xizmên xwe yên girtî bibînin  û wiha got: "Sedema herî mezin jî ew e ku girtiyan dişînin girtîgehên dûr. Ev rewş herî zêde di dema krîza aborî de pêk hat."   'Em tên cezakirin'   Herdemê got, "Em hem ji ber nasnameya xwe ya urd û hem jî ji ber nasnameya xwe ya xizmên girtiyan tên cezakirin" û wiha dewam kir: "Ne tenê girtî, malbatên wan jî tên cezakirin. Tevî ku daxwazên me bê bersîv dimînin jî Em ê daxwazên xwe bidomînin. Ji her kesê ku heta niha daxwazên me bi cih neanîne."   Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanê”, “Heq, hiqûq û edalet” û tilîliyan bi dawî bû.