Siyasetmedarên jin: Salîha Aydenîz li dijî çavsoriyê parastina cewherî pêk anî 2022-07-12 09:03:04   ÎZMÎR - Siyasetmedaran diyar kirin ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ji ber li dijî çavsoriyê parastina cewherî pêk aniye, hewldanên rakirina destnedana wê pêk tên û gotin: “Bila parlamenteriyê bixîn lê belê têkoşîna jinên kurd tu carî têk naçe her diçe mezin dibe.”   Di civîna Komîsyona Amadekarî ya ji aliyê Komîsyona Edelet û Destura Bingehîn ya Meclîsê ve hat amadekirin de bi dengên parlamenterên AKP’ê, ji bo rakirina destnedana hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz rapor derket. Di rojên pêş de tê payîn rapor di Komîsyona Tevlihev a Meclîsê de bê dîtin û bertekên li dijî vê jî dereng neman. Siyasetmedaran helwesta maseya 6’an a ji CHP, ÎYÎ Partî, Partiya Deva, Partiya Gelecek, Partiya Saadetê û Partiya Demokrat pêk tê, qels dîtin û diyar kirin ku ev zirarê dide demokrasiyê.   'Biryar her kesî eleqeder dike'   Endama Lijneya Dîsîplînê ya Navendî ya Partiya Çep a Keskan Meltem Işik da zanîn ku şîdeta polîsan a di Meşa Gemlîkê ya li Kadikoyê pêk hatiye de nehatiye dîtin û tenê ji ser refleksa Salîha Aydenîz hewldanên afirandina bûyeran hatiye kirin û got: “Rakirina parlamenteriya Salîhayê tê wateya tunekirina îradeya gel. Ev rewş ne tenê partiyekê, hemû kesên ku aştî û edeletê dixwazin eleqeder dike.”   'Maseya 6’an zirarê dide demokrasiyê'   Meltemê di berdewamiyê de diyar kir ku maseya 6’an bi fikra ku wê bertekan bigire li cem HDP’ê cih girtiye û helwestek têr nîşan nedaye. Meltemê wiha daxuyand: “Maseya 6’an bi vî awayî çareseriyê pêk nayne, zirarê dide demokrasiya Tirkiyeyê. Ji vê biryarê teqez divê şûnde vegerin. Yên ligel demokrasiyê divê ligel HDP’ê bin.”   ‘Salîha Aydenîz hedef hat nîşandan’   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Funda Akbulut jî destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi şer, tecrîd û xizaniyê kaosekê dijî û wiha dirêjî dayê: “Dixwazin dengê kurd û jinên kurd bibirin. Salîha Aydenîz di Meşa Gemlîkê ya li dijî tecrîdê pêk dihat de hedef hatiye nîşandan û der barê wê de bi lez û bez fezleke hatiye amadekirin. Çalakiya demokratîk di bin dagirkirina polîsan de pêk hat. Şîdeta polîs pêk hat. Yên ji xwe re dibêjin em muxalîfin jî li dijî van pêkanînan bêdeng man û der barê erêkirina fezlekeyê de pêngav avêtin. Ev rewşeke divê bê lêpirsînkirinê ye. Salîha wek parlamenterekê li dijî çavsoriyê parastina cewherî pêk anî. Ev nikare bibe sedema xistina parlamenteriyê. Parlamenterên AKP’ê jî ji polîsan re gotibûn ‘Tu dizanî ez kî me?’ û kulm li polîsan xistibû. Gelo çima parlamenteriya van neket. Ev tiştekî qestiye. Hewl didin jinan, jinên kurd ji siyasetê bikşînin. Heta dikarin bila parlamenteriyê bixînin. Têkoşîna jinên kurd her tiçe mezin dibe.”   ‘Em biryarê qebûl nakin’   Hevseroka HDP’a Bayrakli Ayşe Silik jî der barê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û da zanîn ku der barê polîsên ku destên ciwanan dişkînin, şîdetê li her kesî dikin tu kar û barekî qanûnî nayê kirin û wiha dawî lê anî: “Tişta ku Salîha kiriye jî ne sûc e. Li ser parlamenterên me her tim zext û zordarî heye. Ji ber yek gotinekê jî dikarin parlamenteriyê bidawî bikin. Naxwazin Gelê Kurd bê parastin. Lê parlamenterên me ne tenê ne. Em van êrîşan qebûl nakin. Salîhayê xwe parastiye, li dijî neheqiyê têkoşîn daye, tu zirar nedaye kesî.”