Khadija Ryadi: Em dikarin pireke mezin a jinê ava bikin 2022-07-10 09:05:17   Dîlan Babat - Oznur Deger   ENQERE - Berdevka DKY'ê ya Rojhilata Navîn-bakurê Efrîkayê û seroka berê ya Komeleya Mafên Mirovan a Fasê Khadija Ryadi, da zanîn ku têkoşîna Rojava ji nêz ve dişopînin û got: "Tecrubeya têkoşîna jinê ya her welatekî heye, em van ezmûnan li ber çavan bigirin, em dikarin pireke mezin a jinê ava bikin."   5’emîn Kongreya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 3’yê tîrmehê de bi tevlibûna hezaran kesî li Salona Sporê ya Enqereyê pêk hat. Di kongreyê de gelek peyam hatin dayîn. Her wiha ji Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek kes tevlî kongreyê bûn. Beriya kongreyê li Navenda HDP'ê bi şandeyên ku hatî re hevdîtin pêk hatin. Di hevdîtinan de rewşa siyasî ya Tirkiyeyê, rewşa HDP'ê, girtina siyasetmedarên jin û êrişên li hemberî partiyê hatin nixandin.    Seroka berê ya Komeleya Mafên Mirovan a Fasê, berdevka Meşa Jinan a Cîhanê (DKY) a Rojhilata Navîn-bakurê Efrîkayê Khadija Ryadi, derbarê têkoşîna jinan û zextên li hemberî jinan de ji ajansa me re axivî.    Li Fasê têkoşîna jinan a 40 salan   Khadija, diyar kir ku nêzî 40 sal in li Fasê jin di nav têkoşînê de ye û gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin û got: "Berî ku em bigihîjin wekheviya tam divê em rêyek dirêj bimeşin. Ji ber ku li Fasê rêveberiyeke serdest a mêr heye, ji bo guhertina vê rêveberiyê divê em gelekî têbikoşin. Li hemberî jinan jî rêveberiyeke me ya zordar û newekhev heye. Ji ber vê yekê jî jin zêdetir rastî zextan tên. Li welatê me gelek nivîskar û rojnamegerên jin di girtîgehan de ne. Lê li gel van hemûyan jî weke tevgera jinan têkoşîna me ya jinan li hemû qadên Cezayîrê ji gund heta bajaran didome. Em ji bo azadiya gelê Fasê têdikoşin, ji ber ku jin di vî warî de aktîf in, di girtîgehan de bi hêsanî tên tehdîtkirin û girtin. Gelek aktîvîstên me tên darizandin û gelek jî di girtîgehê de ne."   'Em têkoşîna jinên kurd nêz ve dişopînin'   Khadija, da zanîn ku di bin banê Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û bakurê Efrîkayê (NADA) gelek xebat û çalakî tên kirin û wiha bi lêv kir: "Li tevahiya cîhanê jin bi heman pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Çend heman pirsgirêk bin divê heman têkoşîn bê dayîn. Ji bo başkirina vê rewşê divê em bi hev re tevbigerin û hevgirtinê pêşkêş bikin û em di vê hewldanê de ne. Navê rejîmên mêtinkar çi dibe bila bibe, divê em li dijî wan têbikoşin, nexwe wê têkoşîna me bi ser nekeve. Em berxwedan û têkoşîna jinên kurd ji nêz ve dişopînin, li welatên xwe jî me daxuyaniyek da û diyar kir ku em li gel têkoşîna jinên kurd ên siyasî yên li Tirkiyeyê hatine girtin radiwestin. Em berxwedan û têkoşîna jinên kurd ji bo xwe dibistaneke pir girîng û rêber dibînin. Em destkeftî û têkoşîna tevgera jinên kurd li Rojava ji nêz ve dişopînin."   'Rejîmên zalim ji têkoşîna jinê ditirsin'   Khadija, wiha bal kişand ser têkoşîna jinan: "Haya jinên bakurê Afrîkayê ji têkoşîna jinên kurd nîne, Tirkiye jî ji têkoşîna jinên bakurê Afrîkayê bêpar e. Divê di navbera jinan de pirek hebe. Sedema ku ev pir nehat çêkirin jî ew e ku ditirsin ku têkoşîna jinan bighije hev. Hikûmet naxwazin jin hişyar bin. Hemû rejîmên zalim ji têkoşîna jinê ditirsin. Di roja me ya îro de sedema hebûna rejîmên zalim û mêtinkar û yekane tişta ku xwe dispêre wan civaka serdest a mêr e. Lewma têkoşîna jinê ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya civakê ye. Ji bo jinan ji siyaset û têkoşînê dûr bixe her cure rêbazan bi kar tîne. Jinên ku li bakurê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê di nava têkoşîneke mezin de ne, em van jinan ji dil û can pîroz dikin. Li hemû cîhanê divê jin li dijî civaka serdest a mêr xeta hevpar ava bikin. Em behsa Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê dikin, lê pirsgirêkên jinan ên li Tirkiyeyê jî hevpar in. Sîstema li cîhanê jixwe tundiya li ser jinê, polîtîkayên kuştinê diafirîne."   'Divê em bi hev re li dijî kapîtalîzmê têbikoşin'   Khadija, destnîşan kir ku jin li dijî polîtîkayên pergala cîhanê di nava têkoşîneke mezin de ne û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Divê em van têkoşînan ji nêz ve bişopînin. Dema em li Amerîkaya Latîn dinêrin li gund jin ji bo parastina jîngehê li dijî pergala kapîtalîst têdikoşin û em di nava vê têkoşînê de ne. Em ji xwe re dibêjin tevgera jinê, lê têkoşîna me ne tenê ji bo jinê ye, ji bo mirovahiyê ye jî. Dema em li pêvajoya kapîtalîzmê dinêrin, ber bi siberoja ku wê mirovahiyê tine bike ve diçe û divê em bi hev re li dijî vê têbikoşin."   'Ji bo temsîliyeta wekhev têbikoşin'    Khadîja, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Têkoşîna me ne tenê li qadan e, divê em li her derê ji bo temsîliyeta wekhev têbikoşin û li her derê cîhanê ji bo temsîliyeta wekhev têbikoşin. Divê hemû aliyên siyasî di polîtîkayên xwe yên li hemberî jinan de guhertinên cidî pêk bînin. Hevgirtina navneteweyî jî di vê xalê de pir girîng e. Li dijî desthilatdariya mêr li her qada civakê divê li her qadê hejmara jinên pêşverû bê zêdekirin. Tecrubeya têkoşîna jinê ya her welatekî heye, em van ezmûnan li ber çavan bigirin, em dikarin pireke mezin a jinê ava bikin."