Li parêzera ku polîsan lê dabûn, doz hat vekirin 2022-07-10 09:03:24   AMED - Derbarê Parêzer Elîf Îpek Tîrenç Ulaş de ku ji aliyê polîsan ve lêdan xwaribû, lêpirsîn lê hat vekirin û der barê polîsan de biryara neşopandinê hat dayîn.   Di  16’ê cotmeha 2021’ê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a DBP’ê li dijî nîjadperestî û zayendperestiyê bi şîara ‘Êdî bes e’ li Qada Îstasyonê mîtîng pêk hatibû. Parêzer Elîf Îpek Tîrenç Ulaş ku çûbû qadê li nokteya lêgerînê ji aliyê polîsan ve hatibû derbkirin. Elîf di heman demê de di rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa de cih digire.   Elîf di nokteya lêgerînê ya yekem de jê nasname nehatibû xwestin û lêgerîn nehatibû kirin. Di nokteya duyem de nasname hatibû xwestin û xwestibûn lêgerînê bikin. Elîfê destûr nedabû û li ser vê ji aliyê polîsan ve hatibû derbkirin û hewl dabûn binçav bike. Polîsên ku fêr bûn Elîf parêzer e vê carê hewl dan serê bûyerê bigirin.   ‘Ez dewlet im’   Elîfê di heman rojê de der barê polîsên ew derb kiribûnde gilî kiribû. Parêzerên Elîfê di 20’ê cotmeha 2021’ê de der barê bûyerê de daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Amedê û gilî kirin. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku polîsan ji Elîfê re gotine ‘Ez dewlet im ez polîs im ez te nakim vê qadê’ û bi ser de qiriyane û dema bûyerê kelepçeya plastîk dirêjî wê kirine û gotine em ê te binçav bikin. Li ser îxbarê der barê gumanbaran de lêpirsîn hatibû destpêkirin.   Dîmenên derbkirinê jinedîtîve hatin   Di dîmenan de tê dîtin ku Elîf ji aliyê polîsan ve tê derbkirin û polîsan milê Elîfê xêz kirine û bi destan tam dane sînga Elîfê, tehdîd kirine.  Di dîmenan de tê dîtin ku Elîf tê derbkirin û ji qadê tê derxistin.   Polîsan qebûl nekir   Polîsan di îfadeya dan de sûcên li hember wan qebûl nekirin û gotin îdia tu rastiya wan tune ne. Dozgeriyê der barê 4 polîsan de bi sûcdariyên ‘peywira xwe ne baş bi kar anîne’, ‘tehdîdê’ lêpirsîn vekirin lê ji ber kêmbûna delîlan û ji ber polîsan sûcdarî qebûl nekirin biryara neşopandinê dan.   Serdozgeriya Komarê ya Amedê şîdeta polîsan jinedîtîve hat û li Elîfê bi hincetê li hember polîsan li berxwe daye, nehiştiye pewyira xwe bikin û birîndarkirina ji qestî ya kesan doz vekirin.