‘Aştî dê bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê' 2022-07-10 09:01:20   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û siyasetmedarên jin ên Cizirê tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Divê hemû civak baş bizanibe ku ev tecrît ne tenê li hemberî Gelê Kurd, li hemberî Gelê Tirk, Ereb, Çerkez û hwd tê meşandin. Ji ber vê jî divê hemû gel li dijî tecrîdê bibin yek."    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, di nava hefteyê de du caran serî li cihên pêwendîdar didin lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî nayê dayîn. Ji ber vê yekê, di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn”, serî li Dadgeriya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê dan. Dadgeriyê di bersiva xwe de diyar kir ku di 12’ê cotmeha 2021’an de li Abdullah Ocalan ji bo 6 mehan cezayê hevdîtinê hatiye birîn û di 18’ê tebaxê de jî 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn. Dadgeriyê, bi van hincetan serlêdana parêzeran red kir.    Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, di 2-22’yê gulanê de, di 12-18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Abdullah Ocalan, yekemîn car di 27’ê nîsana 2020’an de mafê xwe yê telefonê bi kar anî. Her wiha ji ber fikarên raya giştî yên derheqê Abdullah Ocalan de zêde bûbûn, di 25’ê adarê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû û axaftina wan di nivî de hatiye qûtkirin.   Derbarê tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan de siyasetmedarên jin ên Cizirî û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Cizîrê ji ajansa me re axivîn.     ‘Em bibin yek û tecrîdê bişkînin’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Cizîrê Nafiya Kurt destnîşan kir ku tecrîda girankirî ku bi salane tê meşandin bandorek mezin li civakê û Gelê Kurd dike û wiha axivî: “Tecrîda ku roj bi roj giran dibe û bi tecrîdê re şer jî kûr dibe. Ger tecrîda li ser Serok bê rakirin wê demê tecrîda li ser civakê jî bê rakirin. Hikûmet jî bi xwe gelek baş dizane ku ger tecrît rabe dê Serokatî rêya çareseriyê nîşan bibe. Ji ber ku hikûmet çareseriyê naxwaze tecrîdê kûr dike. Ji bo ku ev şerê Kurdistanê bi dawî bibe divê tecrît bê rakirin. Ji ber ku pirsgirêka kurd bi tenê Serokatî dikare çareser bike. Ger ku tecrîd ranebe azadî jî pêk nayê. Eger tecrîd rabe dê azadî û aştiyek mayînde dê bê vî welatî. Heta tecrît neyê rakirin çareseriyek nayê vî welatî. Li dijî tecrîda girankirî divê Gelê Kurd rabe li ser piyan. Em hemû di bin vê tecrîdê de ne. Em bibin yek û tecrîdê bişkînin.”     ‘Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe’   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Navendî ya Şirnexê Zeynep Salgucak, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda ku 23 sal in li hemberî Abdullah Ocalan tê meşandin û got: "Ev tecrît ne tenê li hemberî Birêz Abdullah Ocalan li hemberî tevahiya Gelê Kurd û civakan tê meşandin. Bi taybetî jî ev tecrîd herî zêde jî bandorê li ser jin û zarokan dike. Hikûmet bi tecrîdê re dixwaze Tirkiyê ber bi kaosekî ve bibe. Sedema şerê ku li Kurdistanê pêk tê jî tecrîd e. Ger ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin dê ev şer û pevçûn jî bi dawî bibin. Tecrît ne çareseriye û divê hikûmet vê tiştê baş bizanibe. Ev tecrîda kûrkirî jî diyar dike ku serdest jiyanek azad û aştiyane naxwaze. Heta ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin neyê kirin dê çareserî pêk neyê. Di sala 2013’yan de pêvajoya çareseriyê hebû û me dît ku di nava civakê de aramiyek heye. Ji ber vê yekê em dibêjin rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe. Lê hikûmet her carî bi hincetên cuda destûrê nade ku hevdîtin pêk bê. Li dijî tecrîdê divê Gelê Kurd rabe li ser piyan. Heta gel dengê xwe dernexe tecrît nayê şikandin.”   ‘Aştî dê bi azadiya fizîkî ya Serokatiyê pêk bê'    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Cizîrê Hatîce Durmuş jî bertek nîşanê dewletên navneteweyî da û da zanîn ku li dijî tecrîda ku giran tê meşandin bê deng dimîne û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dewletên navneteweyî jî piştgiriyê didin Dewleta Tirk. Divê hemû civak baş bizanibe ku ev tecrît li ser hemû civakê tê meşandin. Ne tenê li hemberî Gelê Kurd li hemberî Gelê Tirk, Ereb, Çerkez û hwd tê meşandin. Ji ber vê yekê em tecrîdê nelet dikin. Bi taybetî ev tecrît li ser girtiyan jî tê meşandin. Li hemberî girtiyên nexweş tecrîdek heye û zilmê li wan dikin. Dilê me dayikan diêşê. Em dayik azadî û aştiyê dixwazin. Ev jî bi azadiya fizîkî ya Serokatî re mimkûn e. Banga me ji hemû cîhanê ew e ku li ser vê yekê bisekinin.”      ‘Sebra gel dipîvin'    Hevşaredara HDP'ê ya Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu jî da zanîn ku tecrîd li gorî hiqûqa navneteweyî û navxweyî li dijî mafê mirovahiyê ye û wiha axivî: “Ev tecrîda ku îro tê meşandin bi kêyfî ye. Birêz Ocalan mifteya çareseriyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn e. Lê tevî vê yekê tecrît her ku diçe giran dibe. Hikûmet naxwaze ku çareseriyek bê vî welatî. Ev tecrît bi taybetî li dijî Gelê Kurd tê meşandin. Hikûmet bi girankirina tecrîdê re peyama ‘ez dikarim bi keyfî tecrîdê bidim meşandin’ da. Hikûmet naxwaze pirsgirêka kurd çareser bike. Bi tecrîdê re sebra gelê ku wekhevî, azadî û aştiyê dixwazin dipîvin. Ger ku gavek bê avêtin jî ew jî yekem rakirina tecrîdê ye. Her çiqasî parêzer, malbat û siyasetmedar bertek nîşanî tecrîdê didin jî ev têr nake û divê di nava gel de dengek xurt derkeve holê."