'Di şexsê siyaseta kurd de êriş li civakê tê kirin' 2022-07-09 11:37:44   AMED - Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP'ê Gulşen Sîncar, têkildarî amadekirina rapora ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya Hevseroka Giştî Salîha Aydenîz axivî û got: "Hikûmet ji avabûna komarê heta niha li ser fobiya kurd siyasetê dimeşîne. Dixwazin siyaseta demokratîk bê krîmînalîzekirin."   "Meşa Gemlîkê" di 12'ê Hezîranê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin, hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz parastina xwe ya li hemberî polîsan bi kar anî û polîsan di nav de wekîl jî heyî gelek kesî xist. Piştî bûyerê, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu Salîha Aydenîz hedef girt û der barê Salîhayê de lêpirsîn da destpêkirin û 5 fezlekeyên cuda hatin amadekirin. Di civîna 5'ê tîrmehê de ji aliyê Komîsyona Amadekar, ji aliyê Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclîsê ve ji bo rakirina parêzbendiya Salîha Aydenîz  hat avakirin, parastina Saliha ji aliyê Alîkara Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş ve hat kirin.   Di encama civîna Komîsyona Amadekar a 6'ê tîrmehê de biryar hat dayîn ku ji bo rakirina parêzbendiya Salîhayê raporek bê amadekirin. Komîsyona Amadekar li gel nêrînên nerazî wê rapora ku dê li ser "rakirina parêzbendiyê" amade bikin pêşkêşî Komîsyona Hevbeş bike. Komîsyona Hevbeş jî wê di roja diyarkirî de bicive û raporê nîqaş bike. Di dema muzakereyên raporê de wê dîsa ji Salîha an jî ji parlamenterên ku wê hilbijartiye parêzname bê girtin. Ger di Komîsyona Hevbeş de biryara rakirina parêzbendiyê bê dayîn dê pêvajo ji Lijneya Giştî bê destpêkirin.   Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP'ê Gulşen Sîncar, têkildarî amadekirina rapora ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya Salîha Aydenîz ji ajansa me re axivî.    'Zemîna têkoşînê diafirînin'   Gulşen, destnîşan kir hikûmet ji avabûna komarê heta niha li ser fobiya kurd siyasetê dimeşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sîstema kapîtalîst xwedî nêzîkatiyeke wisa ye ku ji bo xwe biparêze avaniyên li pêşberî xwe ji holê radike. Em dizanin ku tevgera siyasî ya kurd ji salên 90’î û vir ve li hemberî krîzên ku hatine jiyîn siyaseta çareseriyê dimeşîne. Li aliyê din em dibînin ku jinên ji çar aliyê cîhanê bi taybet jinên kurd zemîna têkoşînê diafirînin. Weke jinên kurd ji bo ku sedsala 21’ê bibe sedsala jinê em bi erka xwe radibin."   'Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe'    Gulşen, da zanîn ku ji sala 90’î heta îro jinên kurd di siyaseta demokratîk de israra xwe didomîne û wiha bi lêv kir: "Ev helwesta jinan bûye sedem ku ew bibin hedefa hikûmetê. Herî dawî di şexsê Hevseroka me Salîha Aydenîz de siyasetmedarên jin ên kurd hedef hatin girtin. Di darbeya 2’yê adara 1994’an de di şexsê Leyla Zana de girtina hevalên me yên siyasetmedar jî parçeyek ji vê bû. Herî dawî di sala 2020’an de bi rêya Leyla Guven û Musa Farisoglûllarî pêvajoyek pêş ket. Lê herî dawî parlamenteriya Semra Guzel ji hat betalkirin. Doza krîmînalîzekirina kesên ku siyaseta demokratîk dimeşînin heye. Ji sala 2016’an ve em dibînin ku her tim hewl tê dayîn Rewşa Awarte bê domandin. Bi Meşa Gemlîkê ya ku dihat plankirin di 12'yê nezîranê de bê lidarxistin, careke din hate diyarkirin ku çareseriya pirsgirêka kurd ji Îmraliyê derbas dibe û ji raya giştî re were ragihandin."   'Polîsan êriş bir ser welatiyan'    Gulşen di axaftina xwe de wiha bal kişand ser Meşa Gemlîkê: "Welatiyên ku ji Amed û Wanê xwestin tevlî Meşa Gemlîkê bibin ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Wezareta Karê Hindûrîn ên Sûc got 'Em nahelîn ku hûn gavekî jî bavêjin' êriş dest pê kir. Di Meşa Gemlîkê de nêzikatiyên provokatîf pêş ketin. Welatiyên ku xwestin tevlî meşê bibin bi êrişê re rûbirû man. Di meşê de Salîha Aydenîz mafê xwe yê parastinê bikaranîn xwe ji êrişên polîsan parast. Lê belê ev tişt hat manîpule kirin."   ‘Bi polîtîkayên bêcezahiştinê sûcdar tên parastin'    Gulşen, diyar kir ku êrişa li hemberî Salîha Aydenîz hem li hemberî nasnameya jinê û hem jî li hemberî nasnameya kurd pêk hatiye û wiha bi lêv kir: "Li hemberî êrişên di vê astê de ferdekî xwedî parêzbendî tê paşguhkirin. Piştî sala 2014'an, berfirehkirina rayeya polîsan û belavkirina siyaseta bêcezakirinê li cihekî ku bi awayekî wan diparêze. Di hemû çalakî û çalakiyan de bikaranîna gotina 'Ez dewlet im' ji aliyê hiqûqnasên mêr ve, parçeyek ji vê yekê ye. Nêzîkatiyeke bi vî rengî nêzîkatiyên zayendperest û mîlîtarîst ên di wan de jî derdixe holê. Bi derketina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê re em dibînin ku her roj komkujiyên nû li ser jinan pêk tên. Lê belê em dibînin ku polîtîkaya bêcezakirina sûcdaran heye. Mînaka herî berbiçav di cezayên ku li Mûsa Orhan û herî dawî jî Pinar Gultekîn qetil kir de me dît.”   'Werin em ronahiyê li dijî tariyê bi rêxistin bikin'   Gulşen wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema em niha lê dinêrin, em dibînin ku di rastiya jiyana civakî de rewşeke krîz û kaosê serdest e. Bi vê yekê re hewl dide civakê bitepisîne û bisînor bike. Îro êrişên ku di şexsê siyaseta kurd de tên kirin li tevahiya civakê tê kirin. Tevî van hemûyan jî helwest û dengekî hevpar pêwîst e. Ger îro pirsgirêkên bi heman rengî ji hemû saziyan re bên dayîn dê me winda bike. Girîng e ku bi hev re biaxivin. Ji ber ku em dizanin ku faşîzm ji deng û rêxistinê ditirse. Em dikarin bi têkoşîna xwe ya di siyaseta demokratîk de bibin sedem ku girseya gel zêdetir xwe bi rêxistin bike. Werin em ronahiyê li dijî tariyê bi rêxistin bikin. Em bi hev re dikarin li dijî van êrişan nerazîbûna xwe bilind bikin."