Bi sedan Efrînî berê xwe dan goristanan 2022-07-09 10:01:14   ŞEHBA - Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê bi boneya Cejna Qurbanê berê xwe dan goristanan    Bi boneya Cejna Qurbanê duh bi êvaran malbat berê xwe dan Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê, find pêxistin. Malbatên şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan beşdar bûn. Goristan bi wêneyên pekrewanan hat xemilanedin. Çalakiya pêxistina find bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.    'Divê hemû ciwan tevlî seferberiyê bibin'   Endamê Tevgera Ciwanên Şorşger a herêma Efrînê Reşîd Efrîn hemû cangoriyên azadiyê bi bîranîn û diyar kir ku divê hemû ciwan tevlî seferberiyê bibin û wiha got: "Di serî de bi boneya salvegera 5 şehîdên me yên Tevgera Ciwanan em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejina xwe li hember wan ditewînin.  Hevalên me di berxwedaniya serdemê de kêlî bi kêlî tekoşînek herî mezin dan meşandin. Xwestin ku xwe bighêjin hemû ciwanên din ava civakê de. Ji ber ku îro dijminek pir hov li dijî me şer dike, dixwaze bi riya ciwanan civakê lawaz bikin. Ji ber vê yekê em jî weke civan bi rola xwe û rêxistinkirina xwe em ê karibin ku ev dijminê hov têk bibin. Dijmin her tim ji hêza ciwanan ditirse û ciwanan dike hedefa xwe. Di rewşa me ya îro de dijmin ji bo têkibirona gelê kurd hemû rêbazên qirêj bi kar tîne, lê li hember vê yekê em bê deng manînin. Ji bo ku em karibin dijminn têk bibin û li hember wî şer bikin divê ku hemû ciwan tevlî serferberiyê bibin."    Piştre find li ser goran hatin pêxistin.   Dîsa serê vê sibehê bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê bi boneya Cejna Qurbanê ber xwe dan Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê. Serdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.   'Bi rihê 19'ê Tîrmehê em ê têkoşîna şehîdên xwe berdewam bikin'   Rêveberiya herêma Efrînê Nesrîn Mihemed cejn li hemû şêniyan pîroz kir û da zanîn ku ew ê heya dawiyê riya şehîdên xwe bişopînin û wiha bi lêv kir: "Di serî de em hemû cangoriyên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejina xwe li hember wan ditewînin. Em weke gelê kurd her cejinek me bi ala serkeftinên em pîroz dikin û bi bîr tînin. Kêfxweşiya herî mezine ew e ku îro em cejina xwe bi şehîdên xwe re pîroz dikin. Bi rihê 19'ê Trmehê şoreşa Rojavayê Kurdistanê em dibêjin em ê tekoşîn û xeta şehîdên xwe berdewam bikin. Ji ber vê yekê heya serkeftinê em ê di vê riyê de bimeşin."   Serdan di diruşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.