'Girtiyên li Girtîgeha Şakranê di nav tecrîdê de tên tecrîdkirin' 2022-07-09 10:00:16   Melîke Aydin    ÎZMÎR - Dîlancan Ateş, anî ziman ku gardiyanên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ketine qawîşê êrişî girtiyan kirin û bal kişand ser tecrîda li girtîgehan jî. Dîlancan anî ziman ku di nava tecrîdê de tên tecrîdkirin.   Binpêkerina mafên girtiyan didomin û her roja ku derbas dibe jî asta zext û zordariyê bilind dikin. Girtîgeha Jinan a Şakranê yek ji wan cihên ku herî zêde binpêkirina mafên girtiyan tê rojevê. Di 5’ê tîrmehê de komek gardiyanên ku ketin qawîşa ku girtiyên siyasî lê dimînin, êrişî girtiyan kirin. Girtiyên ku li dijî ferzkirina bicihkirina li qawîşên ji hev cuda rastî êrişan hatin, 38 kes 8 meh in li qawîşekê dimînin.   Parêzera Komaleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Şaxa Îzmîrê Dîlancan Ateş, ku ji ber binpêkirina li girtîgehê bihîst, çû cem muwekîlê xwe, diyar kir ku tê fêmkirin ku pêkanînên li ser girtiyan weke " fermana veşartî" ya Wezareta Dadê ye. Dîlancan, anî ziman ku girtiyan weke girtiyan li ber xwe didin û di nava tecrîdê de tên tecrîdkirin.   'Bi telîma veşartî...'   Dîlancan, destnişan kir ku mafê girtiyan heye ku derbasî qawişên din jî bibin û got: "Di zagon û rêziknameyê de hatiye destnîşankirin ku kesên ji heman sûcî hatine girtin dikan li heman cihî bimînin. Girtiyên jin jî wê daxwazê dikin. Li aliyê din rêveberiya girtîgehê anî ziman ku ev yek bi fermana Wezareta Dadê hatiye kirin û ev yek ne bi însiyatîfa wan e. Tu talîmatên ku wisa hatiye dayîn xuya nake. Li ser vê yekê bi Wezareta Dadê re jî peyivîn. Di bersiva nameya Wezareta Edaletê de tê gotin ku rêziknameyên hundirîn ên li girtîgehê astengî li rûniştina girtiyan a li qawîşan nake. Di rastiyê de, derdikeve holê ku ev 'telîmata veşartî' ye ku em pir caran di vê serîlêdanê de dibînin."   '50 gardiyan bi ser qawişekî de girtin'   Dîlancan, wiha behsa roja sedegirtina qawişan kir: " Di 5'ê tîrmehê de di nav de midûrê yekem û duyem, gardiyanên sereke heyî komeke ji 40 û 50 gartiyanan pêk tê bi ser qawişa A-5'an de girtine. Ji girtiyan re gotin 'Heke hûn di nav 5 deqiqeyan de amade nebin em ê we derxin'. Girtî dixwazin mijarê hîn bibin. Lê belê pêşî xetên telefonê, yên ceyranê û kamereyan tên birîn. Girtî dizanin ku ev serdegirtin ji bo girtiyan ji hevdû cuda bikin hatiye kirin. Gartiyan ji bo êriş bikin xwe amade kirine. Gotinên nebaş, heqeret li girtiyan hatiye kirin, amûrên wan avêtine erdê. Hêj 5 deqîqe temam nebû dest bi texripkirina amûrên girtiyan kirine. Nivînên girtiyan avêtine erdê. Hemû amûrên hindûr hatine şikandin. Girtiyên ku dest davêjîn tiştên xwe ji hêla gardiyanan ve hatine astengkirin. Bi tevahî îşkenceyeke psîkolojîk hatiye meşandin. Ji ber sekna girtiyan êrişeke fizîkî pêk nehatiye."   'Girtîgeh bûye wek wargehên şer'    Parêzer Dîlancan, diyar kir ku gelek tişt û amûrên girtiyan hatin şikandin û got: "Tiştên taybet ên girtiyan wek saet, name, komîdin, radyo û hwd hatine şikandin. Piştre girtiyan li 2 qawişên cuda hatin bi cihkirin. Nivînên wan hatine dirandin. Bi îşkenceyeke wisa re rûbirû dimîn. Muvekîla min ji min re got 'Wekî em wargehên şer hatine bi cih kirin'. Bi zorê li cihekî birîn ciheke din. Di navbera 2 qawişan de kawişa kesên ku ji cemaatê hatine girtin heye. Her wiha ji ber xwarin nadin girtiyan û girtî bi tiştên ku li cem wan heyî dixwin. Her wiha hemû daxwazên girtiyan tê redkirin."   'Me serlêdana sûc kir'   Dîlancan, da zanîn ku li girtîgehê polîtîkayeke tecrîdê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi taybetî piştî bûyerên dawî me serlêdana sûc kir. Em ê şopdarê pêvajoyê bibin. Her wiha girtiyên ku serlêdan kirin jî bê encam man. Niha li girtîgehê di nava tecrîdê de tecrîdek heye. Di pêvajoya berdana girtiyan de girtiyên ku dirûşm berz dikin, bi destpêkirina lêpirsinên nû tên cezakirin. Em ê şopdarê wê pêvajoyê bin jî."