Berxwedana 700 hefteyî ya li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê 2022-07-08 09:06:09   AMED - Çalakiya Xizmên Windayan a Amedê di hefteya 700’î de ye. Enzîle Ozdemîr der barê mijarê de axivî û da zanîn ku tenê hestiyên xizmên xwe dixwazin û got: “Em dizanin ku êdî ew sax nayên malên xwe. Qe nebe bila gora wan hebe. Em ê lêgerîna xwe heta dawiyê bidomînin.”   Xizmên kesên ku di salên 90’î de hatin windakirin, hîna jî li aqûbeta xizmên xwe dipirsîn. Berxwedana di 27’ê gulanê de bi pêşengiya Dayikên Şemiyê hat destpêkirin, li Amed û Êlihê jî bi pêşengiya Wizmên Windayan hat destpêkirin. Çalakiya Xizmên windayan ya bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê hat destpêkirin di hefteya 700’î de didome, ya Êlihê jî wê bikeve hefteya 537’an. Her çiqas açalakiya vê hefteyê bikeve cejnê jî malbatan ji bo piştevaniyê banga tevlîbûnê li gelê Amedê kir.    Mehmet Ozdemîr yê hatiye windakirin kî ye?   Mehmet Ozdemîr di 1997’an de jia liyê polîsan ve tê binçavkirin û piştre agahî jê nayê girtin. Mehmet bi sewalkariyê re mijûl dibû û beriya bê windakirin bi dehan carî tê binçavkirin û îşkencekirin. Di 26’ê kanûna 1997’an diçe bazara sewalan û dema li kahweya ligel bazarê rûniştî du kesên bi çek bi zor radikin û bi wesayîtek toros dibin. Piştî ve agahî jê nayê girtin.   Hevjîna Mehmet Ozdemîr, Enzîle Ozdemîr bi wesîleya hefteya 700’î axivî.   Enzîleyê da zanîn ku hevjînê wê beriya bê windakirin bi dehan carî hatiye girtin, îşkence lê hatiye kirin û got: “Di 26’ê kanûna 1997’an de derket û carek din nehat. Li bazara sewlana du kes wî digirin û li wesayîta toros siwar dikin. Lê hevjînê min hewl dide derkeve derve. Kesê di wesayîtê de jî derdikeve û sê kes bi zor dikin wesayîtê. Yên li kahweyê ev ji me re gotin. Me serî li ÎHD’ê da. Em çûn DGM’ê. Me daxwazname da. Me daxwazname bir ÎHD’ê jî. Wê demê Osman Baydemîr serokê ÎHD’ê bû.”   ‘Gotin ne binçavan de ye’   Enzîleyê, destnîşan kir ku 12 rojan çûn DGM’ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Polîsekî got ‘em bixwazin bibin ku em ê bibin wir hûnê qet pê nehesin’. Li ser vê çûm ÎHD’ê.  Daxwaznama dozger nivîsî min bir ji Osman Baydemîr re û wî bir DGM’ê. Lê dozger got yê binçavan de ne hevjînê te ye, kesekî din yê bi navê Mehmet Ozdemîre. Bêguman me bawer nekir. 14 roj di ser windabûnê re yek li me geriya û got li partiyê ye. Em çûn. Got ez û hevjînê te ligel hev di binçavan de bûn, îşkenca giran lê hatine kiriye û gotiye ‘ez winda bibim bila ligel Qerekola Deriyê Saray’ li min bigerin. Tiyê min û xaltî wî çûn wir. Me carek din ji wî kesî jî agahî negirt.”   Gor vekirin   Enzîleyê destnîşan kir ku 5 meh piştî bûyerê cenazeya mêrekî li nêzî Qereqola Kagitli ya Bismilê hatiye dîtin û wiha dirêjî dayê: “Heta em çûn cenaze defin kiribûn. Li ser hewldanan gor vekirin. Min got got neynuka tiliya mezin a lingê rastî ya hevjînê min tuneye. Gor vekirin. Min got ew e. Lê ji ber ez ducanî bûm ez nêzî gorê nekirim. Lê piştre rayedar hatin û gotin ne ew e. Min got ew e. Zarokên min mezin bûn. Hewl dan gorê dîsa vekin. Daxwazname dan. Gor hat vekirin, test hat kirin û gotin ne ew e."   'Bila gorekî wî hebe...'    Enzîleyê, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser lêgerîna xwe: "Em dizanin ku êdî ew sax nayên malên xwe. Qe nebe bila gora wan hebe em biçin ser duayê bikin. Meha borî li Girtîgeha Saraykapi hestî hatin dîtin. Em ê bikevin pey. Dibe ku hestiyên hevjînê min jî têde bin. Min zarokên xwe bi tena serê xwe mezin kir. Dema hevjînê min mir, ez bi kurê xwe yê biçûk ducanî bûm. Lê kurê min hat dinê mezin bû her tim bavê xwe dipirse. Herî dawî ji ber pirsgirêkên psîkolojîk întîxar kir û dawî li jiyana xwe anî. Ev hemû bi zanebûn li me hatin kirin.”