Di Nobeda Edaletê de banga bidawîkirina tecrîdê hat kirin 2022-07-07 15:53:47   ÎZMÎR - Di Nobeda Edaletê de xizmên girtiyan daxwaz kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.    Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan û girtiyên nexweş bên berdan dest pê kiribûn di roja 84'an de li ber Edliyeya Bayrakliyê ya Îzmîrê didome. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bornova û Bayrakliyê çûn serdana Nobeda Edaletê. Di daxuyaniya nobedê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” tim hat berzkirin.    Hevserokê HDP'ê ya navçeya Bornovayê Nedim Yilmaz got ji bo hiqûq pêk bê divê dev ji polîtîkayên şer bê berdan.    Dayika girtiyê nexweş Medet Sever ê di Girtîgeha hejmara T-1'ê de tê girtin, Hanim Sever da zanîn ku zarokên wan qetil dikin û dibêjin întihat û got em mafên mirovan û azadiyê dixwazin. Her wiha Hanimê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye û xwest tecrîd bi dawî bibe.