Di Nobeda Edaletê de bi dirûşman bersiv dan polîsan 2022-07-07 15:00:26   STENBOL - Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li ber Edliyeya Stenbolê hat destpêkirin, di hefteya 16'emîn de bi berxwedanê dewam kir. Dayikên di encama êrîşa polîsan de hatin binçavkirin li ber xwe dan û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.   Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ve  li Stenbolê, li ber Edliyeya li Çaglayanê Tevî îşkence û zextên bi hefteyan tên kirin jî, di hefteya 16'emîn de berdewam kir. Di nobeda vê hefteyê de xwişka Selîm Çîftçî yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Umraniyê Cemîle Çîftçî, xwişka Erdal Ozel ê di hucreya yek kesî ya Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê de tê girtin Kumrî Akgul  û Dayika Aştiyê ya ku 2 keçên wê di girtîgehê de  Zeynep Calihan  tevli çalakiya vê hefteyê bûn.  Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum û rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Stenbolê jî piştgirî dan malbatan.   Tenê çalakiya dayikan qedexe ye   Beriya çalakiyê edliye ji aliyê polîsan û wesayitên wan ve hat dorpêçkirin. Polîsên ku xizmên girtiyan ên hatin ber edliyeyê asteng kirin, diyar kirin ku çalakî ji aliyê Qeymeqamtiya Kagithaneyê ve qedexekirin, ew ê destûrê nedin çalakiya bê lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulûm a ku bertek nîşanî vê rewşê da, diyar kir ku her roj li edliyeyê daxuyanî tên dayîn, yek ji wan jî nayê qedexekirin, tenê îşkence li dayikan hatiye kirin û destûr nadin ku dayik daxuyaniyê bidin.   Ji dayikan Zeynep Calihan a ku xwest bimeşe ber edliyê jî diyar kir ku ew  ji bo zarokên xwe yên girtî li edaletê digerin.  Polîsan heqaret li Zeynep kir.   Bi dirûşman li ber xwe dan!   Polîsan êrîşî dayikên ku gotin di têkoşîna xwe ya edaletê de bi biryar in, kirin. Kumrî Akgul a ku bi lêdanê hat binçavkirin, bi zorê kaş kirin wesayîta binçavkirinê. Zeynep û Cemîle jî bi lêdanê hatin binçavkirin. Dayikan li ber xwe dan û bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" ew siwarî wesayitê kirin. Dayikên ku hat dîtin di wesayitê de li wan tê dayîn, bi lêdana camên wesayîtê re dirûşmên xwe berdewam kirin.   'Dixwazin raya giştî komkujiyan nebihîze'   Piştre Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum li ber edliyeyê daxuyanî da û got: “Ev pêkanînên faşîst ên keyfî ku maf, hiqûq û xebatên demokratîk nas nakin, ketine tevgerê. Li vir her cure daxuyanî hatin dayîn, lê dayikên ku xwestin bêjin 'Bila zarokên me li girtîgehan nemirin, edalet pêk were' hatin binçavkirin. Sedem jî qedexe ye. Qeymeqamê navçeyê dikare biryareke keyfî ku li dijî hiqûqê ye bide? Çima nahêlin dayik li vir daxuyaniyê bidin. Eşkere ye ku naxwazin raya giştî bibihîze ka li girtîgehan qetilîam tên kirin.”   Nayê zanîn birin kîderê   Derbarê ku  Kumri Akgul, Cemîle Çîftçî, Zeynep Calihan û kesek din ku na nehat zanîn de ji parêzeran re agahî nehat dayîn.