‘Em ê bi hev re pêvajoyê ronî bihûnin’ 2022-07-07 09:23:57   Marta Somek   STENBOL - Peyama Kongreya HDP’ê ya ku bi dehzaran kes tevlibûn, çareserî bû. Parêzer Several Ballikaya da der barê mijarê de axivî û da zanîn ku wê doza girtinê wan nede sekinandin û wê pêşeroja ronî bi hev re bihûnin.   5’emîn Kongreya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 3’yê Tîrmehê de bi tevlibûna hezaran kesî li Salona Sporê ya Enqereyê pêk hat. Di kongreyê de gelek peyam hatin dayîn û hat gotin ku yekem çareserî HDP ye. Lijneya Şêwirmendiyê ya di kongreyê de pir li ser hat sekinandin û pêşniyarkirin hat avakirin û ji 43 kesî pêk tê.    Yek ji kesên di lijneyê de cih digire parêzer Several Ballikaya bû. Severalê ji ajansa me re nirxandin kir.   Severalê da zanîn ku HDP nûneriya hemû gelan dike, partiyek xwedî potansiyela ku hêviya hemû gelane. Severalê wiha vegot: “Mîsyonek girîng ya HDP’ê heye. HDP vê mîsyona xwe baş fêm bike wê di alî demokratîkbûna Tirkiyeyê de rolek mezin bilîze. Ez wek partiyek tampon dibînim. HDP xwedî hêzek girîng e. Ji bo pêşî li vê tarîtiya Tirkiyeyê bê girtin û ev xizanî û zext bidawî bibin cih û mîsyona HDP’ê girîng e. Ev kongra mezin jî nîşaneya vê ye.”   ‘Pirsgirêka kurd ji bo desthilatdariyê rîske’   Severalê, destnîşan kir ku ji her derê Tirkiyeyê kes tevli kongreyê bûn û wiha bi lêv kir: “Kongre bi coşek mezin pêk hat. HDP dema pêş de wê qadeke ku hemû kes xwe têde îfade bikin wê veke. Pirsgirêka kurd her tim ji aliyê desthilatdariyê ve wek alav hat bikaranîn. Di pirsgirêka kurd de şîdet pêk anîn û ligel vê pêla nîjadperestiyê afirandin. Pirsgirêka kurd ji bo desthilatdariyê rîskek mezin diafirîne.”   ‘Rola HDP’ê girîng e’   Severalê, da zanîn ku di hilbijartinan de rola HDP’ê girîng e û di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Desthilatdarî bi zextên li hember HDP’ê hewl dide pêş bikeve. Zextan zêde dike. Lê tevî hemû zextan desthilatdarî nikare pêşî lê bigire. Dewlet di HDP’ê de tu car bi ser neket. Partiyên beriya HDP’êjî  rastî zextan hatin. Lê tu car van zextan bandor nekir. Îcar jî nebû. Girtin tu car HDP’ê tune nake. Ji ber potansiyeleke xwedî derketinê ya mezin heye.”   Tecrîdê bandor li ser hemû civakê kiriye   Severalê balkişand ser tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku tecrîd li hemû girtîgehan û her wiha bandor li ser civakê jî kiriye. Severalê balkişand ser çareseriyê û got: “15 mehe bi Ocalan re hevdîtin nayên kirin. Ne hevdîtina malbatan ne jî ya parêzeran mijra gotinê ye. Ger demokrasî pêş bikeve wê tecrîda Îmraliyê ji holê rabe. Ji bo torên piştevanî û têkoşînê mezin bibin divê em zêdetir hewl bidin. Rabûna tecrîda li Îmraliyê tê wateya ku em ê hemû rehet bibin.”   ‘Em ê bi hev re pêşerojê bihûnin’   Severalê balkişand ser armanc û rola Lijneya Şêwirmendiyê û wiha bi dawî kir: “Ger Lijne ji bilî organên biryarên nêrînên civakê bi ferasetek nû bi partiyê bide hîskirin wê ev biser keve. Lijne ji rewşenbîr, hunermend û nivîskaran pêk tê. Hêvîdarim ev lijne wê piştgiriya wê ji bo partiyê gelek zêde be. Hêvîrim em ê pêşerojek ronî bihûnin. Hêviya min ji bo vê tam e.”