Bijîşka ku dê welat biterikîne : Tu hêviya me ji Tirkiyeyê nema ye 2022-07-07 09:06:23   Derya Ren   AMED - Ji bijîşkên ku welat terikandine û di heman demê de endama Odeya Bijîşkan a Amedê ye Evîn Bahar Toy, diyar kir ku îqtîdarê di demên dawîn de bijîşk ji xwe re kirine amûrên hilbijartinê û got, "Bijîşk ji ber ku tu hêviya wan ji Tirkiyeyê nema ye dixwazin derkevin derveyî welat."   Bi belavbûna Koronavîrus (Covîd -19) a li Tirkiyeyê re barê xebatkarên tendirustiyê girantir bû. Bi belavbûna şewba koronayê re li Tirkiyeyê rastiya pergala tendirustiyê jî derket holê. Di serî de xebatkarên tenduristiyê jiyana  hemû gelên li Tirkiyeyê ket xeterê. Piştî ku pergala tendirustiyê rûxiya bi hedefgirtina îqtîdarê ya xebatkarên tendirustiyê re rêya êrîşên li hemberî xebatkarên tendirustiyê hat vekirin.   Piştî ku xebatkarên tendirustiyê bûn hedefa serok komar bi sedan xebatkarên tendustiyê koçî dervê welêt û di serî de welatên ewropa li gelek welatên cîhanê belav bûn.  Ji van Bijîşkên ku koçber bûn yek jê jî bijîşka serwîsa lezgîn ku di heman demê de endama Odeya Tabîban a Amedê Evîn Bahar Toy e. Evîn a ku piştî karên xwe yên fermî biqedîne wê koç bike , ji ajansa me re nirxandin kir.    'Em bê kar man, lê negirtin kar'    Evînê got ku tu kes naxwaze ji erdnîgariya ku lê dijîn dûr bikeve, ev yek di nava bijîşkan de jî wiha ye. Evînê wiha dirêj îda axafitna xwe, “Pirsgirêkên ku em dijîn, mîna ku bi pandemiyê dest pê kirine tên destgirtin. Lêbelê,  rastî ne ev e. Ez dikarim bibêjim ku  rewşa min û gelek hevalên min jî wisa ye. Gelek hevalên bijîjk ên wek min ciwan in, piştî ku mezûn bûn ji ber lêpirsîna ewlehiyê demeke dirêj betal  man û me negiritn ser kar. Bêkar hiştina bijîjkan di pêvajoya pandemiyê de ji bo civakê rewşek xeter e. Li aliyê din 3-4 sal beriya pandemiyê em bijîjk bêhtir bê kar hatin hiştin. Bi vî rengî planên me yên çûna dervê welat dest pê kirin."   'Pirsgirêka bijîjkan bi pandemiyê re zêde bûye'   Evînê got, “Em li ser vê axê mezin bûn û hatin perwerdekirin. Lê  em tev li qadên xebatê nekirin." Evînê anî ziman ku ev rewş beriya pandemiyê jî bi heman rengî bu û wiha berdewam kir, “Ne tenê saetên xebatê yên bijîjkan di dema pandemiyê de, di heman demê de îtîbara pîşeyî ya ku wan berî û di dema pandemiyê de wenda kiribûn jî ew derxistin dervê welat. Di nav sedemên herî dawî de mûçeyên me yên kêm e. Helbet her kes dixwaze di dawiya xebata ku dike de bedela keda wan çi be bigire.  Ez dikarim bibêjim ku ez wekî bijîjk jixwe ji xebatkarên din ên di nava civakê de hinekî zêdetir mûçe distînim. Lêbelê, di navbera roja ku min dest pê kir û mûçeyê ku ez îro distînim di warê hêza kirînê de ferqek piçûk heye. Ev rastiyeke ku nayê înkarkirine. Şîdeta devkî û fizîkî û şert û mercên giran ên xebatê yên ku em li servîsên lezgîn an jî saziyên din ên ku em lê dixebitin, ji sedemên çûna me ne."   'Xebatkarên tendirustiyê dibin amûrê hilbijartinê'   Evînê destnîşan kir ku li tu deverên cîhanê bijîşk 24 saetan bê naver li 300 -400 nexweş nanêrin û axaftina xwe wiha berdewam kir, "“Nexweş şîdetê li bijîjkan dikin ji ber ku di rewşên lezgîn de zêde di dorê de dimînin. Ez bawer nakim ku heman nexweş li bankayekê jî vê tengasiyê dijî. Li pişt vê yekê sedemên din hene. Hikûmetek heye ku bijîjk û ??xebatkarên tenduristiyê wekî amûrên hilbijartinê derdixe pêşberî gel. Serokkomarê vî welatî beriya 3-4 salan di mîtîngekê de ji gel re ev daxuyanî da: 'Her kesê ku serî li serwîsa lezgîn bide dê bê muayenekirin.' divê ev li ber çav bihata girtin ku  li Tirkiyeyê jî wekî hemû welatan rêbazek bijîjkî heye. Ev rêbaz wiha bû; divê nexweşek di beşa lezgîn de bê muayenekirin, ger bi rastî hewcedarî bi muayeneyê hebe, divê nexweşên mayî bi randevûyê werin sewqkirin da ku paşê li klînîka ambulansê werin muayenekirin.   Lê ev rewş bûye rewşek siyasî ku her roj nexweşek ku dikare randevûyê bigire û were muayenekirin bi giliyek hindik ji êşekê tê serwîsa lezgîn û mixabin di dema ku bijîşk hewl dide jê re rewşê şirove bike rastî tundiyê tê. ne rewşeke awarte ye."   'Pîşeyê me ji canê me ne girîng tir e'   Evînê diyar kir ku hemû pratîkên bijîşk dikin dibin sedema lêpirîsînê û anî ziman ku ev jî motîvasyona bijîşkan a xebatê kêm dike. Evînê diyar kir ku sedemên lêpirsînan titşên beradayî ne û axaftina xwe wiha dirêjî dayê, "Bifikirin ku ji bo tiştek ku bingehek wê ya zanistî tune ye were raporkirin, ji we tê xwestin ku hûn şahidiyê bikin. Tê gotin ku kesê gilî kiriye di rêzefîlmê de heman destwerdan nedîtiye û ji bo vê ji te tê xwestin ku tu biçî ji bo vê îfadê bidî. Çima kesek bixwaze li cihekî wisa bixebite? Heke ez nikaribim pratîka perwerdehiya ku min di nava salan de wekî bijîjk girtiye nîşan bidim û heke ez ê her carê ji kesekî re îfadê bidim ez çima bixebitim.  Çend roj berê hevalekî me dîplomaya xwe çirand û dev ji kar berda. Karê ku em dikin ji jiyana tu kesî ji me ne ne girîngtir e.”   'Ji ber ku em bê hêvî mane em diçin'   Evîn anî ziman ku ji ber pirsgirêkên di jiyana xwe ya pîşeyî de rû bi rû maye û polîtîkayên hikûmetê yên ku van pirsgirêkan kûrtir kirine, hewl daye ku biçe dervê welat û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi xetereya ku em ê bibin kesê duyemîn û wê tu girîngî li welatên din ji me re neyê dayîn derdikevin rê û diçin. Çawa ku mirovên ji Sûriyeyê, ji Rojava koçî Tirkiyeyê kirine,  wekî li welatê xwe nînin, îhtîmal e ku em jî xwe aîdê wir hîs nekin heye. Lêbelê, heke em dixwazin ji vir derkevin, ne ji ber wê ye ku bijîjkek dixwaze li derveyî welat bijîşkiyê bike an jî li pêşerojê bigere. Ji ber ku ji vir hêviya xwe qut kiriye ye. Hêvîdar im tiştên nû biqewimin  û hêviyê bi xwe re bînin ku em jî ji welatên çûnê vegerin."