Nobeda edaletê li ber deriyê ATK’ê dewam dike 2022-07-06 11:41:15   AMED - Nobeda Edaletê ya malbatên girtî yên siyasî yên nexweş li ber deriyê ATK’ê berdewam dike. Malbatên girtiyan gotin em germahî û sermayê jî nas nakin. Em edaletê dixwazin û divê demlidest were pêkanîn.   Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin 233 roj li pey xwe hişt. Malbatên girtiyan çalakiya xwe li ber deriyê Saziya Tiba Edlî (ATJ) ya Amedê li dar xist. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amede jî piştgirî dan çalakiya malbatan.    ‘Çalakiya me di meha 8’emîn de ye’   Di serî de Herdem Merwanî axivî û got: “Ev 8 meh in em li ber deriyê ATK’ê ji wan re bang dikin. Em dibêjin bêyî ku hûn cudahiyê bixin navbera girtiyan erka xwe bikin. Mafê wan ê jiyanê divê biparêzin. Hûn di her alî de mafê wan binpê dikin. Em ê li dijî wan kiryarên li dij mirovahiyê tim li vir bin. Em ê dev ji çalakiya xwe ya demokratîj jî bernedin.”   ‘Erka xwe pêk bînin’   Di berdewamiyê de Reşahat Ada axivî û ev gotin kir: “Em dikevin cejnê. Em vê cejnê jî bêyî girtiyên xwe derbas dikin. Lewra ji bo edaletê, ji bo cenazeyên girtiyan ji girtîgehan dernekevin em ne germahiyê ne jî sermayê nas nakin. Em li vir in û heya em edaletê bi dest nexin jî em ê nobeda xwe bidin dewamkirin. Ez bang li partiyên siyasî û hemû rayedaran jî dikim ku demildest erka xwe pêk bînin. Divê nebin sedema cenaze ji girtîgehan derbikevin.”   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Zindanan" bi dawî bû.