'Bibin bersiv û rê nedin xwînmijan ku welatê me dagir bikin' 2022-07-05 09:01:53   Yara Kendeş   KOBANÊ - Têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û armanca êrişan Dayika Aştiyê Emîne Dawod wiha got:" Bibin bersiv û rê nedin xwînmijan ku welatên me dagir bikin."   Ev demeke dirêj e dewleta tirk li qadên Başûrê Kurdistanê operasyonên leşkerî yên derveyî hiqûqa navneteweyî dike. Tirkiye bi hevkariya NATO û Îranê bi van operesyonên xwe yên bi salan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Ev hêz dibin asteng ku kurd wekî her gelê din statuya xwe ya siyasî li gor daxwaza xwe pêk bîne. Tirkiyeyê di meha nîsanê de êrişek berfireh di heman demê de bi hevkariya PDK'ê bir ser Başûrê Kurdistanê û ev êrîşana hîn didomin. Di heman demê de jî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî bê navber didomin.    Têkildarî mijarê Dayika Aştiyê Emîne Dawod a ji Gundê Qeremûxayê ye û li Kantona Kobanê dijî ji ajansa me re nêrîna xwe anî ziman.   'Em êrişan şermezar dikin'   Emîneyê ya dayika du cangoriyên azadiyê ne wiha got:"Em êrişa nalet a dewleta tirk şermezar dikin. Dewleta tirk bê hesab êrîş dike. Di demekê de êrîşî Herêma Rojavayê Kurdistanê, her wiha Başûr jî dike. Tu herêman bi aramî nahêle hema êrîş dike. Ev dagirker ne demê dizane ne kesan nas dike û ne jî dibêje ez çidikim. Tu navberê nade ku raweste, êrîşan kêm bike li derdora xwe binihêre bibêje ez komkujiyan pêk tînim. Ma ev yek li ber çavan xuya nake, çawa çêbû."   'Nikarin Gelê Kurd ê xwedî dîrokek bi têkoşîn e, têk bibin'   Emîneyê di nava axaftina xwe de behsa êrîşên dewleta tirk a li ser her du aliyên Kurdistanê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta tirk çi karê xwe li van deveran heye ku her roj bi rê û rêbazên cuda êrîşî me bike. Her wiha li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza 32 km dike. Li ser çi bingehê vê yekê dixwaze ma kes eleqedariya wî nake, her tim topên xwe li ser malên sivîlan berdide. Nafikire ku ew zarokan qetil dike komkujiyan pêk tîne. Ma hûn ji axa me çi dixwazin? Jixwe difikire împaratoriya Osmaniyan ji nû ve zindî bike. Ev yek jî dê bibe xewn û xeyalên wî û yên her dewletên desthilatdar. Ji ber ku em rê nadin wî di nava axa me de tevlihevî, tirs û pênaberiyê ava bike. Ew dibêje kurdek li ku derê be divê ez tune bikim. Eger kurdek li dawiya dinyayê be jî dê xwe bigihêje wî ji bo tune bike. Lê nikarin Gelê Kurd ê xwedî dîrokek bi têkoşîn e, têk bibin."   'Em niha ji her demê bêtir bi hêz in û amade ne'   Emîneyê di berdewamiya axaftina xwe da zanîn ku dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî yên di cîhanê de qedexe ne bi kar tîne û wiha da pê axaftina xwe: "Em baş dibînin bi çi rengî êrîş li ser Başûr tê kirin. Di heman demê de jî ev çekên ku tevahî cîhanê qedexe kiriye li ser çiyayên Kurdistanê tên bikaranîn. Ma qet kes nabîne ev rewşa xerab a li dijî hiqûq û pergalên mirovî yên navneteweyî? Dîsa jî êrîşên xwe ji berê bêhtir kiriye. Niha êrîşên wan ne tenê di milê leşkerî de ye. Bêguman bi rêya şerên taybet jî êrîşên xwe zêdetirîn kiriye. Her dem dixwaze me ji axa me qut bike. Em niha ji her demê bêtir bi hêz in û amade ne. Ew ê nikaribin hêza me têk bibin."   'Bibin bersiv û rê nedin xwînmijan ku welatên me dagir bikin'   Emîneyê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew weke gelên vê herêmê pêwîstî bi tu hêzên dîtir nabînin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em tu carî van êrîşan li ser gelên xwe qebûl nakin. Em nahêlin dagiker me qir bike, bi van êrîşan hebûna me winda bike. Em xwedî doza xwe ne. Me ewqas şehîd dane. Em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin. Bangewaziya min ji hemû pêkhateyên her çar parçeyên Kurditanê heye ku li hember van êrîşan bibin bersiv û rê nedin xwînmijan ku welatên me dagir bikin."